Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê alarma vîrûsa Nîl a Rojava: 3 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan ê ÎHD’î: Girtîgehên bi tîpa nû tecrîdê di nava tecrîdê de pêk tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Remzî Kartal: Divê ev ‘kêliyên serketinê’ baş bêne nirxandin
Rojane

Remzî Kartal: Divê ev ‘kêliyên serketinê’ baş bêne nirxandin

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir ku hevdîtinên li gel Rêber Apo têne kirin encama têkoşîna gelan e û got, "Ji bo ev têkoşîn bi ser bikeve, divê em xwe bigihînin hemû aliyan û nexşerêya Rêber Apo baş fêm bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Adar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal têkildarî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ji rojnameya Ronahî bersiv da pirsên rojnamevan Argeş Viyan. Hevpeyvîna bi Remzî Kartal re bi vî rengî ye:

Hûn vê pêvajoya ku bi pêşengtiya Rêber Apo dimeşe û hevdîtinên bi Heyeta DEM Partiyê re tên kirin, çawa dinirxînin?

Ev pêvajoya hevdîtinan a li gel Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan re dimeşe, Şerê Cîhanê yê 3’emîn ya ku navenda wê Rojhilata Navîne encama wê ye. Bi taybet jî, piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bona desketiyên gelê Kurd têk bibe, derfetên di destê xwe de yê herî pêşketî bi kar anî. Dewleta Tirk pergala xwe giştî li gorî têkbirina Tevgera Azadiyê, destketiyên Kurdan xwe birêxistin kir. Ev proseya ku difikirin serneket û ji bona wê jî di hindirê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de qeyranên aborî û siyasî rû da. Pêşketinên ku Rojhilata Navîn û cîhanê di qewimîn weke Şerê Israîl û Hemasê, Rusya û Ukranyayê metirsiyekê mezin ya têkçûyinê di hikûmeta AKP-MHP’ê de da avakirin. Ji bo jinûve dizaynkirina Rojhilata Navîn plansaziyên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Israîlê jî, ji bona Israîl bibe hêzekê hegemon ya cihanê jî di aliyekê de rola xwe leyist. Her hêza ku li Rojhilata Navîn de cih digirt, hewildan dikir ku li gorî xwe herêmê dizayn bikin.  Ev paradigmaya Rêber Apo ya ku azadiya gelan bingeh digire ji bona gelên ku bindestin hêvîyekê mezin da avakirin. Hat xuyakirin ku çareseriya alozî û gengeşeyên li Rojhilata Navîn bi ramanên Rêber Apo pêkan e. Ji bona çareserî û aşitî bê herêmê Rêber Apo hewildanên pir girîng û mezin kirin. Ev hêza ku Rêber Apo dabû nîşandan rayedarên dewleta Tirk ya dagirker neçar hişt ku biçin hevdîtinan li Imralî destpê bikin. Ev zemîna ku avabûye Rêber Apo jî dê wê ji bona berjewendiyên gelan bikartîne. Desthilatiya AKP-MHP’ê tirsekê mezin jiyan dikin û ji ber wê tirsa wan ya têkçuyinê bingeh avakirin ku hevdîtîn li gel Rêber Apo dan destpêkirin. Ev pêvajoya bi pêşengtiya Rêber Apo de, derfetên têkoşînê vebe, pengavekî dîrokî ye. Di wê çarçoveyê da desteya ku parlementerên Dem Partiyê de bi  pêk tên çend rêze hevdîtîn li gel Rêberê Gelan kirin. Li gor wan hevdîtinên di navbera desteya Dem Partî û rayedarên dewletê de dê rolekê bileyizin û derfet ji bona Rêber Apo bên avakirin jî wê ne tenê li Kurdistanê giştî Rojhilata Navîn bikeve di nav pêvajoyekê nû û aşitiyê. Di heman demê de jî nêrînên Rêber Apo hemû derdorên ku peywendidar re bên parve kirin.

Weke we jî anî li ser ziman Rêber  Apo name û peyamên xwe ji bona beşên cuda yê Tevgera Azadiyê şand. Di derheqê ev peyama ji bona Kurdên Ewropa hatibû şandin hûn dikarin hin agahiyan bi me re parve bikin?

Rêber Apo di derheqê pirsgirêka Kurd de ya ketiye qonaxeke nû de bi her kesî re nêrînên xwe parve kir. Rêber Apo çawa ku partiyên ku li Tirkiyê de siyaseta legal dimeşînin di encamê hevdîtinan û plansaziyên xwe yên demên pêş parve kir û aliyên demokrat daxwaz kir ku piştgrî bidin pêvajoya nû ya aşitî û demoqrasiyê. Dîsa di heman demê de jî, hemû partî û rêxistinên Kurdistanê dixwaze ev demên dîrokî de erka ku dikeve li ser milên wan pêk bînin. Bangawaziya Rêber Apo ji bona Tevgera Azadiyê jî ew e ku  li her beşên ku cîhanê yên qadên şoreşê xebatê xwe xurt bikin. Rêber Apo bi desteya DEM Partiyê re çend peyam şandin yek ji ji bona beşa derveyî welat ji bona tevger û civaka Ewropayê şand. Rêber Apo dibêjê ‘Kurdên diaspora û Ewropayê, rêxistina xwe heya astekê dane avakirin û şoreşa Kurdistanî hemû enternasyonal û dostên Kurdan daye naskirin. Lê ev ne têrker e, pêwîste em xwe bigihînin hemû aliyan û ji ber ku ev pêvajoya gelan e û divê cîhan hemû sûd jê werbigire’. Di hemû aliyan de dixwaze guhertineke bingehîn bidin avakirin û ji aliyên peywendîdar jî daxwaz dike ku pêwîste ev şert û mercên guhertinê re jêrzemînekê xurt bidin avakirin. Rêber Apo tîne li ser ziman ku pêvajoya diqewime kêliyên serketinê ne, pêwîste baş bi kar bînin û divê cidî nêzikatiyek bidin xuyakirin ji bona pêşveçûyina pêvajoyê. Rêber Apo nêrîn û perspektîfên xwe ji bona Tevgera Azadiyê tîne li ser ziman û silavên xwe yên gerim ji bona gelê welatparêz û derdorên azadîxwaz yên Ewropa û diaspora de jiyan dikin re dîşîne. Li wir de jî, rola sereke dikeve li ser milê gelê me yê azadîxwaz. 

Ev pêvajoya ku bi pêşengiya Rêber Apo de destpê kir, ji bona bigihije encamekê bingehîn erka ku dikeve li ser her du aliyan weke Tevgera Azadiya Kurdistanê û hikûmet û rayedarên dewleta Tirk çi ye?

Ev pêvajo ji bona her du aliyan jî pevajoyekê pir taybet û hesas e. Ev ê bibe encama têkoşîna berxwedana gelan a salan a ku pir zehmetî kişandin e. Rêber Apo li ser armancake mezin xwe ji bona wan rojên azad amade kir, nexşerêyekî ji bona encama bigire dan pêşiya xwe. Bi vê pêvajoya têkoşîna gelan, hîmên azadiya Rêber Apo hatin avêtin. Hêzên ku hemû nasname û baweriyên civakî di nav xwe de dihewînin, erka mezin dikeve li ser milê wan jî. Pêwîste li ser bingeha paradigmaya Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk, hevgirtina gelan çêbikin, nêrîn û perspektifên Rêber Apo di her du aliyan de baş bê fêmkirin û pêkanîn. Taybet ji bona hevgartina pêkhateyên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pir girîng û pewîst e û divê hêztir û xurttir bibe. Ev erka mezin jî dikeve li ser mile Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber ku gelek kesên hewl didin aramiya Kurdan û hevgirtina gelan xera bikin û ev pêvajoya Neteweya Demokratîk ya gelan sernekeve hene. Ev plansaziyên dewleta Tirk a ji bo astengkirin û zêde cidî nêz nebûna pêvajoyê bi hevgirtina  gelan têk bibin û pêvajoya nû jî em bigihînin serketin û ji bona bibe pergala berjenwendiyên gelan û civakên bindest.  

Peyama we ji derdorên ku xwe ji pêvajoyê vedigirin çi ye?

Ev peyam û pêvajoya pêşengtiya rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan yekser li ser rojeva Rojhilata Navîn û cîhanî bandor bike. Gelên û hêzên demokrasîxwaz divê xwe berpirsyar bibînin û ev pêvajo ne tenê pêvajoya gelê Kurd e, di heman demê de pêvajoyeke cîhanî ye. Êdî hewcedariya herêmê û gelê Kurd bi aramî û aştiyê heye û demê wê jî derbas bûye. Ev pêngava Rêber Apo ya çareseriya pirsgirêka Kurd bê mezinkirin û hemû derdoran re bidin fêmkirin, ji ber her alî tevlî wê pêvajoyê bibin. Ji ber wê yekê bingeha çareseriya pirsgrêkên herêm û cîhanî azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgrêkên gelan e. Em jî weke Tevgera Azadî û gelên li Ewropa û dîasporayê sala 2025’an em ê bikin sala azadiya Rêber û çareseriya pirsgrêka gelan û silavên rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan bi keyfxweşî pêşwazî dikin û silavên xwe yên germ ji bona girava Imraliyê Rêber Apo re dişînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Pêngava ji aliyê Rêber Apo ve hatî avêtin, ji bo têkoşîna hevpar derfetê dide gelan’
Nûçeya Pişt re Li Pakistanê êrîşa li ser leşkergehê: Herî kêm 12 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

AKP-MHP’ê paşve gav avêt, ‘sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin

Îktîdara AKP-MHP’ê piştî bertekên zêde yên ji bo sererastkirina “sîxûriya tesîrkirinê” hatin, paşvegav avêt û…

Ji aliyê Stêrk TV

Di operasyona qirkirina siyasî de 165 kes hatin binçavkirin – NÛ BÛ

Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin û Dayikên Aştiyê jî di nav…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rihayê ji bo 2 rojnamevanan û destserkirina şaredariyê çalakî hat lidarxistin

Li Rihayê nedana cenazeyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji aliyê dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Zanist

Ji embriyoya beriya 22 salan hatibû qerisandin pitikek çêbû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Çînê agir bi keştiya bar ket: Herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?