Rêveberiya Xweser a Şengalê li hember biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku di 6’ê Tebaxê de biryar dabû 3 partiyan bigire û di nav van partiyan de jî Partiya Azadî û Demokratîk a Êzdiyan (PADÊ) jî hebû, li navenda Şengalê kon vedan. Di seatên sibehê de tevî xelkê Şengalê û saziyên Rêveberiya Xweser bi sedan kesî serdana kon kirin û nerazîbûna xwe li dijî biryara dadgeha federal a Iraqê nîşan dan û destnîşan kirin ku eva hûn dikin zilm e.
Her wisa li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî vê biryara ne qanûnî daxuyanî hate dayîn, daxuyanî ji aliyê serokê Eşîra Qîrniya û endamê desteya Aşayîr a Şengalê Xidir Hecî Mîrza ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em civaka Êzidî yek ji kevintirîn ol bawarî û çanda demokratîk ya bi hezaran salan e. Çanda Êzidiyatî çanda demokratîk û wekhev e. Ji ber vê rastiyê ji milê deshilatdaran ve civaka Êzidî rastî 74 fermanan hatiye. Fermana herî dawî 3’yê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAÎŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk û xiyaneta PDK ê pêk hat, li ber çavê cîhanê di sedsala 21’emîn de trajediya herî mezin hat jiyankirin. Me civaka Êzidî û civaka Şengal piştî fermanê, ji bo em xwe biparêzin, me ji hemû milan ve xwe rêxistin kir, hêza xwe ya parastinê ava kir û partiya xwe ya siyasî ava kir. Bêguman ev yek bi ked û bedelên pir giran bi saya lehengan hat avakirin. Em di 10’emîn salvegera fermanê de ne, heya niha faîlên fermanê nehatine dadgehkirin. Lê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji milê 13 welatan ve bi fermî wek jenosîd hatiye naskirin. Lê mixabin ruxmî ku ev jenosîd li ser erdnîgariya Iraqê hat jiyankirin, heya niha hikûmeta Iraqê jenosîd bi fermî nas nekiriye. Bi erk û berpirsyartiya xwe li hemberî civaka Êzidî ranebûye. Di 10’emîn salvegera fermanê de, demek ku bendewarî hebû hikûmeta Iraq jenosîdê bi fermî nas bike, biryara girtina PADÊ, Tevgera Azadî û eniya tekoşîna demokratîk da. Di serî de em civaka Êzidî û gelê Şingalê biryara girtina partiyên siyasî bi tundî şermezar dikin. Partiya azadî û demokratîk ya Êzidiyan (PADÊ) avakarê wê pêşengê civaka Êzidî sembola îtîfaqê şehîd Mam Zekî û pêşengê civaka Êzidî şehîd Seîd e. PADÊ partiya şehîdan e. PADÊ îradeya siyasî ya civaka Êzidî ye. Girtina PADÊ di salvegera fermanê de tê wateya tune hesibandina îrade û hebûna civaka Êzidî. Biryara girtina partiyên siyasî piştî hevpeymana di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Iraqê de pêk hat ku ev yek ne tesaduf e. Her wiha tê zanîn piştî wê hevpeymanê dewleta Tirk rojane axa Iraqê dagir dike.
Em dixwazin bi bîr bixin ku biryara girtina partiyên siyasî ne li gor berjewendiyê Iraqê ye, dikeve xizmeta dewleta Tirk û PDK’ê Her wiha di destura Iraqê de tê gotin mafê her netewê heye partiya xwe ava bike. Ev biryara ne bi edalet li dijî destura Iraqê ye û li dijî mafê mirovan e.
Li ser vî esasî em carek din biryara girtina PADÊ şermezar dikin û tu carî em vê biryarê qebûl nakin. Wê kes nikaribe îrade û hebûna civaka Êzidî û civaka Şengal tune bike. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin. em nahêlin rêxstin û îradeya Şengalê were şikandin.
Di dawî de em wek civaka Êzidî û civaka Şengal, bang li hikûmeta Iraqê dikin ku erkê xwe hemberî gelê Êzidî pêk bîne û demildest dest ji vê biryara xwe ya nedemokratîk berde da ku nebe rûreşê dîrokê.”