Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro der barê rewşa li Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:
“Rêveberiya Xweser tekez dike ku divê nêzîkatiyeke berpirsyar ji bo rewşa heyî were nîşandan, ji bo parastina aştiya navxweyî û mafên giştî.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast dike ku piştgiriyê dide mafên hemû sûriyeyiyan, bêyî cudahiya etnîk, olî yan siyasî ku bi awayekî aştiyane ramanên xwe derbirînin, xwepêşandanan bikin û beşdarî siyasetê bibin, ji ber ku ev mafên rewa ne ku divê neyên sûcdarkirin an jî binpêkirin.
Rêveberiya Xweser her wiha diyar dike ku daxwaza beşdarbûna di kar û barên giştî de mafekî neteweyî yê bingehîn e û çareserkirina van daxwazan divê li ser bingeha lihevhatina siyasî ya berpirsiyar be, dûrî pênaseyên giştî yan zimanê ku parçebûnê kûrtir dike û nefretê gur dike.
Rêveberiya Xweser di wê baweriyê de ye ku civaka Elewî, wek beşeke yekgirtî ya civaka Sûriyeyê, êşa polîtîkayên rejîmeke despot kişandiye ku bi dehan salan civak îstismar kiriye. Her wiha çareserkirina vê mîrateyê bi dubarekirina nakokiyên kevn an jî sûcdarkirina civakan, nayê pêkanîn.
Rêveberiya Xweser her wiha hişyariyê dide li ser hewldanên kesayetên ku bi rejîma berê yan mîrateya wê ya tepeserker ve girêdayî û dixwazin xwe ji nû ve bi cih bikin, li ser navê hin pêkhateyan tev bigerin û xwepêşandanên aştiyane ji xwe re bi kar bînin. Ev nêzîkatî xizmeta daxwazên gelê Sûriyeyê nake û ne li gorî pêdiviyên qonaxa heyî ye. Derbaskirina vê mîrateyê şertekî bingehîn e ji bo veguhastina ber bi Sûriyeyeke dadperwer û aram ve.
Nêzîkatiyên rêveberiyê yên siyasî, li ser nêrîna wê ya avakirina dewletekê li ser bingeha demokrasiyê, hemwelatîbûna azad, hesabpirsînê, serweriya qanûnê, rêzgirtina pirrengiyê, nepejirandia gotinên nefretê û xebata hevbeş ber bi dewleteke demokratîk a piralî ve ku azadî û rûmeta hemû Sûriyeyiyan misoger dike, hatiye avakirin.”

