Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêxmeqsûdê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên li ser nexweşxane û navendên tenduristiyê sûcên şer û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye, di heman demê de jiyana nexweş, birîndar û ekîbên tenduristiyê dixe xetereyê û rîskeke mezin a rûdana komkujiyan çêdikin.
Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku ji bo rawestandina êrîşan, parastina nexweşxane û binesaziya tenduristiyê, mîsogerkirina xebatan bê astengî ya ekîbên tenduristiyê tavilê destwerdanê bikin.

