Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşên îro yên dijî nobedarên li Bendava Tişrînê de ku di encamê de 2 sivîl şehîd bûn, di nav de 4 rojnamevan 20 sivîl birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina sivilên nobedar û binesaziya jiyanî, didomîne. Îro di saetên piştî nîvro de balafireke keşfê ya dewleta Tirk kombûneke nobedarên sivîl ên li Bendava Tişrînê bombebaran kir û di encama wê de 2 sivîl şehîd bûn û 20 jî birîndar bûn, di nav de 4 rojnamevan hene.
Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û mirovî ye û gefan li aramî û ewlehiya herêmê, dixe. Hedefgirtina Bendava Tişrînê zehmetiyên peydakirina avê û enerjiyê ji bo welatiyan zêde dike. Êrîşên bêyî navber ên dijî bendavê bi xwe re metirsiyên hilweşînê tîne.
Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi lez destwerdanê bikin û van êrîşên li dijî sivîl û saziyên jiyanî rawestînin.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û şifaya lezgîn ji birîndaran re xwest.