Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ev zêdetirî mehekê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Bendava Tişrînê bi dijwarî topbaran û bombebaran dikin. Rêveberiyê got ku ev êrîş bi awayekî yekser gefê dixwin ku bendav ji xizmetê derkeve û wê bi xwe re karesateke mirovî û jîngehî ya xeternak li ser herêmê bîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 5 rojên dawîn de êrîşên li dijî bendavê dijwartir bûne û daxuyand ku eger av ji Bendavê Tişrînê ber bi Bendava Firatê bê herikandin, bendava Firatê nikare wê hilgire. Li paş Bendava Tişrînê nêzî 2 mîlyar metredam av heye, eger hemû dergehên Bendava Firatê werin vekirin jî rêje dê bibe 16 mîlyar metredam, ev jî zêdetirî hêza çemê Firatê ye.
Di encamê de wê rûberên berfireh ên zeviyên çandiniyê, bi sedan gund û deverên derdora çemê, bajarê Reqa û deverên ji xaka Iraqê wê di bin avê de bimînin.”
Di daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), rêxistinên navneteweyî û yên xwecih hat kirin ku dawî li êrîşên dijî binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bînin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî gelê herêmê hat kirin ku beşdarî çalakiya sibe ya li nêzî Bendava Tişrînê bibin, nerazîbûna xwe li hemberî hedefgirtina bendavê nîşan bidin û piştgiriyê bidin berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.