Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bombebarana wê ya rasterast a li ser sivîlan, daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên dijminahî û komkujiyan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine û hate gotin: “Komkujiya hovane ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên navçeya Sirînê ya Kobanê pêk anî û rasterast bazareke bajêr hedef girt, sûcekî şer e. Ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk rasterast sivîlan dike hedef.”
Rêveberiya Xweser diyar kir ku di wê êrişê de 12 sivîl şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn û ev li gorî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî sûcekî şer e û biryarên Konseya Ewlehiyê ya 1674’an binpê dike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku tedbîrên tund li dijî dewleta Tirk ji ber komkujiyên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, bigire.
Her wiha hate gotin ku divê dosyaya van sûcan radestî Dadgeha Laheyê were kirin, ji ber ku dewleta Tirk hemû xetên sor ên ku civata navneteweyî, NY û Konseya Ewlehiyê diyar kirine, derbas kirine.
Di dawiyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî jî hate kirin ku bi lezgînî destwerdanê bike û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê wê rawestîne.