Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zeynep Cansiz hate entubekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Divê demildest tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Civak li benda derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rêveberiya Xweser: Piştgirî bidin berxwedana rewa ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Rojava

Rêveberiya Xweser: Piştgirî bidin berxwedana rewa ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên demokratîk û mirovî yên li Sûriyeyê û cîhanê kir ku bi gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bibin yek û ji bo parastina sivîlan tevlî seferberiyê bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên li dijî taxên Helebê de daxuyaniyek da.

Di daxuyayaniyê de wiha hate gotin:

“Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar û şermezarkirineke mezin zêdebûna metirsîdar, binpêkirin û êrişên berdewam ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dişopîne, ku ji aliyê komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve têne kirin û bi awayekî sîstematîk sivîlan hedef digirin

Nekarîna van aliyan ji bo pêşketineke leşkerî li ser erdê, hiştiye ku ew siyaseteke topbarankirina bêserûber û bi zanebûn pêk bînn. Bi çekên giran ên wekî tank û topan, û hedefgirtina taxên şêniyan, nexweşxane û saziyên xizmetguzariyê êrişên xwe pêk tînin. Ev yek bi eşkereyî hemû qanûn, û peymanên navneteweyî û mirovî binpê dikin û prensîbên herî bingehîn ên parastina sivîlan di dema pevçûnan de paşguh dikin.

Em diyar dikin ku hedefgirtina dubare ya nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ku gelek caran hatiye dubarekirin, nikare wekî kiryarek tesadufî yan şaştiyek leşkerî were hesibandin, lê belê wekî kiryarek bi zanebûn hatiye hesibandin ku armanc jiyana li her du taxan tevlihev bikin û şêniyan ji mafê wan ê dermankirin û lênêrîna tenduristiyê bêpar bikin.

Berdewama van sûc û binpêkirinên giran gefa pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan dixwe, û digihîje sûcên şer , nemaze ji ber beşdarbûna komên ku sembolan hildigirin û îdeolojiya rêxistina terorîst a DAIŞˊê dişopînin, ku piştrast dike ku ev êrîş ji bilî berfirehkirina heman rêbaza terorê bi enî û rêbazên cûda tiştek din nîn in.

Em dewleta Tirkiyeyê rasterast ji van sûcan berpirsiyar dibînin.  Ji ber ku di çarçoveya polîtîkayên xwe yên ku armanc dikin bêîstîqrar û têkbirina îradeya gelên azad, û tolhildana ji herêmên ku di berxwedana li dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê de rola herî berbiçav lîstine, piştgiriyê dide van aliyan.

Di vê çarçoveyê de, em rêz û hurmetên xwe ji bo gelê berxwedêr ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û ji bo qehremanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hemû hêzên berxwedanê yên ku bi mêrxasî parastina sivîlan dikin û rûmeta wan li hember vê êrîşa hovane diparêzin û wêneyên herî bi baldar ên berxwedan û hevgirtina neteweyî dinivîsin, silav dikin

Em bangeke lezgîn ji gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê û ji hemû gelên azad û hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku bi gelê me yê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bibin yek û piştgiriyê bidin berxwedana wan a rewa li hember van êrîşên sûcdar û helwesteke zelal û tund li hember sûcên li dijî sivîlan têne kirin, bigirin.

Em bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku bi lez û bez mudaxele bikin da ku dawî li van binpêkirinan bînin, rêya sûcdaran bigirin, li gorî qanûnên navneteweyî hesab bidin û pêşî li bombebarankirina deverên şêniyan û komkujiyan li dijî gelê ku di rêza yekem a wan kesan de bû ku li dijî terorê li ber xwe da û hemû mirovahî parast, bigirin.

Di dawiyê de, em giyanê şehîdên berxwedanê yên ku ji bo parastina ax û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Em soza xwe ya şopandina rêya wan nû dikin, û ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin û ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin, û em diyar dikin ku îradeya jiyan û berxwedanê ji hemû hewldanên tunekirin û êrîşkariyê xurttir e.“

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Barzanî bi nûnerê DYA û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê re hevdîtin kir
Nûçeya Pişt re Di êrîşa Dêr Hafirê de zarokek û sivîlek hat qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Saritaş: Ocalan stratejîk nêzîk dibe, divê dewlet planê pêşkêş bike

Mehmet Zahir Saritaş diyar kir ku Rêber Apo ji bo aştiyeke mayînde xwedî planeke çareseriyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Fadil Şenyaşar dîsa nehate tehliyekirin

Daxwaza tehliyekirina Fadil Şenyaşar dîsa hate redkirin. Rûniştin ji bo 12'yê Tîrmehê hate bipaşxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

YBŞ: Hewldanên PDK’ê wê bibe sedemê bersiveke tund

Fermandariya YBŞ’ê di 7’emîn salvegera êrîşa li ser Xanesorê de, daxuyaniyek weşand û got: “Ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zeynep Cansiz hate entubekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?