Sêşem, 6 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Dem dema gav avêtinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza ‘heqeret li serokkomariyê’ de ceza li Demîrtaş hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî gef li QSD’ê xwar, nerazîbûn nîşanî mikurhatina ‘DAÎŞ’ê ya Yerlîkaya da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa femînîst a Emerîkî Anderson piştgirî da pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakaya: Aştiya mayinde bi aştiya gelan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê Nizar Amêdî kir namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê ‘sê fedaiyên leheng’ ên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya li Mexmûrê di roja 900’an de bi biryardarî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamostayên Xozistanê banga mezinkirina xwepêşandanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê protesto di roja 8’an de ne: Herî kêm 17 kes hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hewlêrê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di windakirina Gulistan Doku de bi organîzeyî tevgeriyane 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran xwepêşanderên jin hedef digire: 8 jinên din hatin binçavkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kerkûkê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Xweser têkildarî plana ‘dûrxistina Êzidiyan a ji Şengalê’ hişyarî da
Kurdistan

Rêveberiya Xweser têkildarî plana ‘dûrxistina Êzidiyan a ji Şengalê’ hişyarî da

Rêveberiya Xweser a Şengalê civîna Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê weke hewldanek ji bo dûrxistina Êzidiyan a ji Şengalê pênase kir û destnîşan kir ku ew hewldanên bi vî rengî ti carî qebûl nakin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî civîna Komîteya Bilind a ji bo Alîkarî û Piştevaniya Koçberan a Iraqê ya li ser rewşa koçberan daxuyaniyek weşand.

LI GORÎ BIRYARÊ WÊ KOÇBER NEYÊN VEGERANDIN

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Di 20’ê Tebaxa 2025’an de, Komîteya Bilind ji bo Alîkarîkirin û Piştgiriya Koçberan, li navenda Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê civiya. Di civînê de biryar hat girtin ku dosya vegera koçberan li Iraqê bi dawî bibe. Li gorî biryarê, wê ev koçber neyên vegerandin û di nava kampan de wekî hemwelatiyên herêma ku lê koçber in bên qeydkirin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi bîr xist ku ev biryar di salvegera 11’emîn a fermana li ser civaka Êzidî hatiye girtin û got, “Cihê gumanê ye û divê raya giştî, gelê me û saziyên mafên mirovan ji vê rewş û bûyerê agahdar bin. Di sala 2014’an de, dema ku civaka me bi destê çeteyên DAIŞ’ê rastî fermanê hat û pêşmergeyên PDK’ê û artêşa Iraqê li şûna parastina Şengalê di cih de reviyan, gelê me ji bo parastina hebûna xwe ji neçarî berê xwe da Başûrê Kurdistanê.”

Li ser hejmara Şengaliyên ji neçarî koçî Başûrê Kurdistanê kirin, ev agahî hate dayin:

“Di sala 2014’an de 26 hezar û 411 malbat, ku digihîştin 123 hezar û 846 kes, li Dihokê di 15 kampan de hatin bicihkirin. Her wiha 8 hezar û 881 malbat, ku digihîştin 28 hezar û 632 kes jî ji ber ku di kampan de cih tune bû, li nava kavilan hatin bicihkirin. Lê ji ber ku hemû malbat nehatin qeydkirin, ev hejmar hê zêdetir bû.

WEZARETÊ 11 SALAN NEKARÎ KOÇBERAN VEGERÎNE SER CIH Û WARÊ WAN

Tevî ku Şengal hate rizgarkirin û ewlehiya herêmê ji aliyê YBŞ, YJŞ’ê û Asayîşa Êzdîxanê, tevî hêzên ewlehiya Iraqê hate peydakirin, lê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, di vegerandina koçberan de bi ser neket û ket bin berjewendiyên siyasî. 11 sal derbas bûn lê wezaretê heta niha nikarîbû gelê me vegerîne ser warên wan. Kesên ku vegeriyane jî bi destekdayîna Rêveberiya Xweser a Şengalê û hin rêxistinên alîkariyê vegeriyane ser cih û warên xwe.”

BIRYARA WEZARETÊ TEMAMKIRINA PLANA DAÎŞ’Ê YE, GUHERTINA DEMOGRAFIYA ŞENGALÊ YE

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Bi taybetî di vê demê de ku her kes bi hilbijartinên parlamenta Iraqê re mijûl e, biryarek bi vî awayî ne di berjewendiya civaka Êzidî de ye, ev biryar êrîşeke nû ya siyasî û civakî ye li ser hebûna civaka Êzidî. Û em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê radigihînin ku ev biryareke siyasî ye û temamkirina plana DAIŞ’ê ya valakirina Şengalê û guhertina demografiya herêmê ye. Ev biryar pîlana parçekirina Şengalê ye. Wê demê DAIŞ’ê bi saya berxwedana ku li herêmê pêş ket, nikarîbû Şengalê ji xelkê wê vala bike, lê bi vê biryarê, Wezareta Koç û Koçberan dixwaze ku Şengal ji destê Êzidiyan derkeve û êdî koçberên ji derveyî Şengalê, niştecihbûna wan li ser Başûrê Kurdistanê qeyd bike. Ev biryar dixwaze kampan bike wargehên mayînde û gelê me yê Êzidî tevî civaka wir bike. Em vê biryara siyasî, ku ne di berjewendiya gelê me û Iraqê de ye, bi ti awayî qebûl nakin. Lazim e Wezareta Koç û Koçberan ji bin bandora PDK’ê û ji siyaseta dewleta tirk ya ku Êzidî gihand vê rewşê derkeve û di berjewendiya civakê de kar bike.

Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê, gelê xwe, nas û dostên civaka xwe, hemû saziyên mafên mirovan hişyar dikin, ku ev rewş xeternak e û divê pêşî lê were girtin. Her wiha em di serî de bang li gelê xwe yê ku di nava kampan de ne dikin ku di zûtirîn dem de vegerin ser warên xwe û nekevin van xefikên metirsîdar. Her wiha em bang li gelê xwe, siyasetmedar û hemû aliyên siyasî û civakî yên ku xwe wek xizmetkarên civakê dibînin dikin ku bibin xwedî helwest û bêdeng nebin.

PLANA DÛRXISTINA CIVAKA ÊZIDÎ JI ŞENGALÊ

Eşkere ye ku di van demên dawî de planeke hikûmeta Iraqê ya ji bo jinavbirina Rêveberiya Xweser û dûrxistina civaka Êzidî ji Şengalê heye. Ev nêzîkatî di 11. salvegera fermanê de hê zelaltir bûye, ji dûrxistina namzetên kota Êzidiyan ji proseya hilbijartinê bigire, heta dorpêçkirina giran a li ser Şengalê û biryara Wezareta Koç û Koçberan, ev geşedan nêzîkatiya Iraqê ya li hemberî Şengalê û civaka Êzidî radixe berçavan. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî vê siyasetê têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bilind bikin, her wiha em bang li hikumeta Sûdanî û Wezareta Koç û Koçberan dikin ku tavilê dest ji vê biryara xeternak bikşînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kesê ku li ber meclîsê ‘Toros’ şewitand, hate girtin
Nûçeya Pişt re Koreya Bakur li nêzî sînorê Çînê baregeheke moşekan a veşartî ava kir!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Doza Kobanê û mafê hêviyê testa baweriyê ya dema nû ye’

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku heta biryarên DMME’yê bi cih neyên anîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Wanê diherike qada Newrozê

Li Wanê bi hezaran kes berê xwe didin qada ku wê pîrozbahiya Newrozê lê bê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’YÊ ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK’ê Nizar Amêdî kir namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê ‘sê fedaiyên leheng’ ên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya li Mexmûrê di roja 900’an de bi biryardarî dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?