În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê bi Tom Barrack re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Bila YOK bê rakirin, zanîngeh bêne azadkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Guhertina esasî wê bi têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re xwe nîşan bide!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rewşa girtiyên nexweş Fadîme Çelebî, Cankiliç û Kuday giran e
Rojane

Rewşa girtiyên nexweş Fadîme Çelebî, Cankiliç û Kuday giran e

Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de, hat diyarkirin ku rewşa Fadîme Çelebî, Muharrem Cankiliç û Abdulkadîr Kuday giran e û peyama “Divê demildest bên berdan” hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 648’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya xwe li dar xist. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fadîme Çelebî ya li Girtîgeha Tîpa L a Edîrneyê tê ragirtin.

Endama Komîyosna Girtîgehan Mukaddes Şamiloglû daxuyanî xwend û bi bîr xist ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Şamiloglû da zanîn ku rewşa Fadîme Çelebî her ku diçe girantir dibe, her tim sewqî nexweşxaneyâe tê kirin û xwest tavilê were berdan.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî di hefteya 291’an de çalakiya, “Ji girtiyên nexweş re azadî” li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konakê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Gelek kes tev li çalakiyê bûn.  

ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin.

Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî bi kurmancî xwend.

Gumuş da zanîn ku teşhîskirin, dermankirina çewt, biryarên alîgir/neyînî, helwestên kêfî, dermannekirina girtiya, derengmayînên raporên ATK’ê jiyana girtiyên nexweş dixe xetereyê.

Gumuş bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Abdulkadîr Kuday ê 52 salî û got ew zewicî ye û çar zarokên wî hene. Gumuş bi bîr xist ku Kuday di 22’yê kanûna 2015’an de dema ku li Mêrdînê dikandarî dikir, bi îdiaya bûyerên Kobanê hat girtin û ewilî li Mêrdînê û Tekîrdagê hat ragirtin niha jî li Girtîgeha Metrîsê ye.

Gumuş anî ziman ku her ku diçe rewşa Kuday nebaş dibe û daketiye 41 kîloyan, dest û lingên wî qels bûne û tenê dikare bêhna xwe bide û bistîne û got: “Kuday bi girtiyên nexweş Serdar Yildirim û Ergîn Aktaş re dimîne. Ji bo van her sê girtiyan jî ATK’ê ragihand ku ‘Nikarin li girtîgehê bimînin’ û ‘Bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin’. Li gel vê jî ji ber ‘rîska ewlekariya giştî’ nayên tehliyekirin. Her sê jî bi piştgiriya hev hewl didin bijîn.”

Gumuş bal kişand ser rewşa Kuday û wiha got: “Em ji rayedaran dipirsin; Abdulkadîr Kuday ê ku bi tevahî di nav nivînan de ye, çawa dikare ewlehiya civakê xera bike? Kîjan sazî rê li ber berdana Kuday ku li gorî biryarên nexweşxane û ATK û lêkolînên zanistî nikare di girtîgehê de bimîne, digire? Gelek girtiyên nexweş ên weke Abdulkadîr Kuday hene. Bi mirinê re rû bi rû ne. Yê ku dê di girtîgehê de bibe sedema mirina wan; ATK, dozgerên înfazê, Wezareta Dadê û herî dawî jî Serokkommarî ye. Em bang li rayedaran dikin ku erka xwe pêk bînin. Em bang li raya giştî dikin ku li ser rewşa girtiyên nexweş dengê xwe bilind bikin. Ev berpirsiyariyeke exlaqî û wijdanî ye.”

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 520’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Muharrem Cankiliç ê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin.

Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyanî da û destnîşan kir ku Muharrem Cankiliç ji ber dilê xwe emeliyat bûye û tevî ku bijîşkan gotiye ku her kêlî dibe krîza dil lê bide û heke vê carê krîza dil lê bide wê rê li ber sedemên giran veke jî nayê berdan. Çevîrmen da zanîn ku ne pêkan e ku li girtîgehê tedawiya Cankiliç bê kirin û xwest tavilê were berdan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk li wesayîta malbateke Ereb xist: Birîndar hene
Nûçeya Pişt re ÎHD’ê bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Erebîstana Siûdî ji ber ‘germa zêde’ kesên ku diçin hecê hişyar kir

Erebîstana Siûdî ji ber germa zêde, heciyên ku diçin Mekkeyê hişyar kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Çepî Iranî û bizûtnewey Kurdistan

Lew sefere da ew bizûtneweye û be taybetî kesayetî Simayil Şerîfzade tesîrêkî zor le ser…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Li Kobanê rewşa mirovî xirab dibe, deriyê sînor girtî ye

Li Kobanê ku 13 roj in di bin dorpêçê de ye, rewşa mirovî xirabtir dibe.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serokwezîrê Iraqê bi Tom Barrack re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Bila YOK bê rakirin, zanîngeh bêne azadkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?