Rêxistina Efûyê bi daxuyaniya çapemeniyê, helwesta polîsan a di protestoyên li dijî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de wekî “binçavkirinên keyfî û lêpirsînên cezayî yên niyetxirab” nirxand. Protestoyên piştî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê ji aliyê delweta Tirk ve hatin kirin rastî êrîşên polîsan hatin û bi dehan kes hatin binçavkirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku ew ji ber zextên li ser mafên azadiya ramanî û kombûna aşîtiyane metirsîdar in.
Daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî wiha ye:
“Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, piştî ku 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê du rojnamegerên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi êrîşa balafirên şer ên bêmirov hatin qetilkirin, li Tirkiyeyê ji ber zextên li ser mafên azadiya ramanî û kombûna aşîtiyane metirsîdar e. Piştî qetilkirina rojnamegeran protesto hatin qedexekirin, beşdarvan hatin binçavkirin û li dijî kesên ku nêrînên xwe bi daxuyaniyan û li ser medyaya dîjîtal anîne ziman lêpirsînên cezayî hatin destpêkirin. Hêzên ewlekariyê di 20’ê Kanûnê de destûr nedan ku çalakvan kom bibin û li bajarên Kurdan 55 kesên ku jê 10 kes rojnameger bûn, hatin binçavkirin lê di heman rojê de hatin serbest berdan. Di 21’ê Kanûnê de, di protestoyên Stenbolê de polîsan 59 kes binçav kirin û ji van 7 rojnameger 9 kes hatin girtin.”
Di daxuyaniyê de her wiha bertek nîşanî vekirina lêpirsînên der barê kesên ku piştî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê nêrînên xwe bi daxuyaniyan û li ser medyaya dijîtal anîne ziman jî da û daxwaza serbestberdana wan kir.
Bi domdarî wiha hate gotin:
“Divê rayedar îdîayên binpêkirina mafên mirovan ên li dijî rojnameger û çalakvanên din ên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve demildest, bi awayekî berfireh, serbixwe, zelal û xurt lêkolîn bikin û kesên ku ji berpirsiyariya wan gumanbar in bi awayekî adilane darizînin û rêyên xurt ên hiqûqî li ber mexdûran vekin ku edalet cihê xwe bigire.
Divê rayedar rojnamegeran û kesên din ji ber ku mafên xwe yên azadiya ramanî, birêxistinbûn û kombûna aşîtiyane bi awayekî aşîtiyane bi kar anîne wan bi awayekî keyfî binçav nekin û mafên mirovan ên her kesî li welat dijî biparêzin. Divê rayedar ji ber ku mafên xwe bi kar anîne û erkên xwe yên pîşeyî bi kar anîne pergala edaletê ya cezayî li dijî Baroya Stenbolê û saziyên din wekî çek bi kar neyne û lêpirsînên cezayî yên der barê wan de dane destpêkirin demildest betal bike.
(…) 59 kesên ku di nav de gelek rojnameger jî hebûn li sê xalên cuda yên Qada Şîşhaneyê hatin binçavkirin. Her du mudaxeleyên polîsan yên duyemîn ji bo pêşîlêgirtina protestoyên komên biçûk ên ji bo binçavkirinên ewil bû. Piraniya kesên ku hatine binçavkirin di heman êvarê de hatin serbest berdan. Lê dozgerî 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Sulh Cezahê ya 3’emîn a Stenbolê kirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji ber ku bi hinceta ku bi pêşengiya komeke çekdar dê were lidarxistin, biryara qedexekirina bangawaziya kombûnê ya li Qada Şîşhaneyê ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê hatiye danîn, ji ber ku ji sînordarkirinên nisbî yên der barê bikaranîna mafên azadiya ramanî û kombûna aşîtiyane de metirsîdar e.
Bi hinceta ku dê kesên bi komên çekdar re peywendîdar beşdar bibin, biryardayîna qedexekirina çalakiya protestoyê ya Qeymeqamiya Beyogluyê ya der barê bangawaziya protestoyê ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê ku rêxistineke qanûnî ye, ne rast bû ne jî di cih de bû. Ji aliyê polîsan ve bi kabloyan ji piştê ve kelemçekirina binçavkiriyan û bi zorê tepisandina rûyê wan li camên otobusê jî tê de hêzeke bêhed e ku tê wateya miameleya xirab.
Çend rojnamegeran dan zanîn ku piştî ku serbest hatine berdan, di otobusa polîsan de bi ‘torbeyên zer’ yên cenazeyên ku dewlet dema endamên rêxistinên çekdar dikuje bi kart tîne, wekî nîşaneya gefxwarinê li dijî wan bi kar anîne. Parêzeran jî sê rojnamegerên jin ên hatine girtin ziyaret kirin û diyar kirin ku rojnamegerên jin lêgerîna rûs jî tê de rastî gelek miameleyên xirab hatine.”
22’ê Kanûnê roja Yekşemê, 7 jê rojnameger 9 kes, ji bo ku wêneyên du rojnamegerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine qetilkirin parve kirine, bi tewanbariya ‘propagandaya rêxistina terorê’ hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, 21’ê Kanûnê î li dijî Baroya Stenbolê ji ber ku bangawaziya lêkolîna qetilkirina du rojnamegerên li Sûriyeyê û serbestberdana rojnamegerên hatine girtin kiriye, bi tewanbariya ‘propagandaya rêxistina terorê’, ‘belavkirina agahiyên nerast’ lêpirsin da destpêkirin. Baroya Stenbolê îdîa red kirin û gelek baroyên welat piştgiriya baroyê kir. Ji ber ku malpera nûçeyan T24’ê jî daxuyaniyên Komeleya Rojanamegeran a Dîcle Firatê ya der barê qetilkirina du rojnameran de wek parve kiriye rûbirûyê lêpirsîna cezayî ye.
Tê gotin ku Rojnameger û Rêvebera Weşana Giştî ya Rojeva Rast Seyhan Avşar jî ji ber ku li ser medyaya dijîtal nêrînên xwe li ser qetilkirina du rojnamegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kirine derbarê wê de lêpirsîna cezayî hatiye vekirin.”