Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ragihand ku li girtîgehên Îranê di sala 2023’yan de herî kêm 853 kes ku ji ber sûcên narkotîkê û wekî din dihatin darizandin hatin darvekirin û hat gotin girtîgeh veguheriye ‘cihê komkujiyê’ ya rastîn.
Di destpêka meha Adarê de rapora salane ya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê û Saziyên Civakî yên Sivîl a “Ensemble contre la peine de mort” diyar kiribû ku 834 kes hatine darvekirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, tenê ji destpêka sala 2024’an û vir ve darvekirina 95 kes hatine qeydkirin.
Rêxistina Efûyê, destnîşan kir ku li Îranê girtîgeh veguherîne “cihên komkujiyê.”