Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bi munasebeta salvegera 8ˊan a dagirkirina Efrînê ku di 18ˊê Adara 2018ˊan de ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat kirin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku binpêkirinên ji wê dîrokê heta îro ve tên kirin rewşa trajedîk nîşan dide. Di vê navberê de 784 kes di nav de jin û zarok hatine qetilkirin, zêdetirî 10 hezar kes hatine revandin û aqûbeta bi hezaran kesî nediyar e. Tê texmînkirin jî ku zêdetirî 2200 kesî di şert û mercên dijwar de di girtîgehan de ne û bi sedan rewşên îşkenceya fîzîkî û derûnî hatine tomarkirin.
Di aliyê demografiyê de, di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên leşkerî û binpêkirinan hişt ku zêdetirî 300 hezar şêniyên Kurd bi darê zorê koçber bibin û malbatên din ên ji deverên din ên Sûriyeyê li malên wan bi cih bibin, bi wê re guhertinek demografiyê ya mezin hat çêkirin.
Rêxistinê desteserkirian bi hezaran mal, dikan zeviyên çandinê, birîn û şewitandina zêdetirî milyonek darên zeytûnê û darên çiyê belge kirin. Li kêleka wê jî ferzkirina pereyan li ser berhemên çandiniyê û talankirina berheman hatin belgekirin. Heta cihên şûnwarî nefilitînin, hatin texrîbkirin û dizîn.
Di dawiyê de bang li aliyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku zextê bikin ku dagirkerî were bidawîkirin, vegera ewle û bi rûmet ya koçberan misoger bibe, sînorek ji siyasetên demografiyê re were danîn, sûc û binpêkirinên berdewam ên li dijî welatiyan werin belgekirin.

