Yekşem, 8 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên Apoyî: Pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Mirinên li cihê kar encama sîstema neçavdêriyê ku sermiyan diparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Kaya: ‘Heke kesekî din bimirê, wê hesabê vê yekê kî bide?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Polonyayê di êrişa çekdarî de 9 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Piraniya kesên ji Ewropayê têne dersînorkirin Tirkiyeyî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meşaleyeke azadiyê ya li bin siya çiyê dibiriqe: Şehîdd Agirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Li Kerkûkê pêşangeheke taybet li ser qirkirina gelê Kurd hate vekirin
Çand û Hûner

Li Kerkûkê pêşangeheke taybet li ser qirkirina gelê Kurd hate vekirin

Li Kerkûkê bi sernavê “Hêsir piştî 36 salan hîna berdewam dikin” ji bo nîşandana êşên xizmên kesên enfalkirî pêşangehek hate vekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Gulan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Îro li Navenda Çandê ya Kerkûkê bi mebesta bibîranîna tawanên Enfalê bi sernavê “Hêsir piştî 36 salan hîna berdewam dikin” pêşangeheke wêneyan hate vekirin û tê de êşên dayik û bav û xizmên kesên enfalkirî hatin nîşandan.

 

Pêşangeh ji hêla Yekîtiya Jinên Kurdistanê ve tê lidarxistin û di pêşangehê de wek amajeyek bi derbasbûna 36 sal di ser Enfalê re 36 tablo hatine pêşandan. Tablo ji hêla Cewherkanî Hencîrî ve hatine amadekirin. Di malbata Cewherkanî Hencîrî de jî 9 kes di Enfalê de hatine kuştin û ji gundê wî jî 101 kes ketine ber komkujiya Enfalê.

Berpirsa Şaxa Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Kerkûkê Dîmen Mihemed têkildarî pêşangehê ji ANF’yê re axivî û wiha got: “Me xwest em di 36’emîn salvegera Enfalê de bi 36 wêneyan wêneyên xizmên kesên enfalkirî yên rasteqîne nîşan bidin ku 36 sal in hêsirên wan berdewam dikin. Lewma me hewl da ku em êşên dayik û bav û xizmên kesên enfalkirî bi tabloyan pêşan bidin. Me ev wêne ji meha borî heta niha li gelek deran pêşan dane. Bo nimûne li Silêmaniyê, li Bîrdariya Çemçemalê, li Goptepeyê û paşê jî li Parlementoya Iraqê me ev tablo ji bo du rojan pêşan dan û niha jî em li Kerkûkê pêşan didin. Ji ber ku gelê Kerkûkê jî rastî komkujiyê hatiye.”

Dîmen Mihemedê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Eger em li wêneyan binêrin, em ê bibînin ku wêne bi xwe diaxivin û wêneyên rasteqîne ne. Xizmên kesên enfalkirî 36 sal in hêsiran dibarînin. Mixabin hin caran hin kes ji me re dibêjin ku ev çalakiyên ku hûn ji bo bibîranîna Enfalê çêdikin, wisa dikin ku birînên xizmên kesên enfalkirî dîsan vebin. Lê ev tawan ew qas mezin e ku pêwîst e her roj bê bibîranîn, divê hemû cîhan fam bike ku tawaneke çawa li dijî gelê Kurd hatiye kirin.”

Dîmen Mihemedê da diyarkirin ku gelek jin, çalakvan û nûnerên saziyên jinan beşdarî pêşangehê bûne û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Bibîranîna komkujiyên li ser Kurdan tenê bi şîn û girî nabe, divê bi rêyên cuda bêne bibîranîn. Divê em bi rêya huner, fîlm, şano û pêşangehan van tawanan bînin bîra xelkê û bi cîhanê bidin nasandin ku li dijî gelê Kurd qirkirineke mezin çêbûye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KERKÛK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî: Divê her kes li dijî xefika îktîdarê hişyar be
Nûçeya Pişt re Dadgeha Ceza ya Navneteweyî biryara girtina Netanyahû da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mîtînga Azadiyê: Her cih bû qada berxwedanê

Gelê Kurd li Amedê ji bo xwedîderketina li îrade û Rêber xwe, ji bo şikandina…

Ji aliyê Stêrk TV

Festîvala Şehîd Berçem di roja 2’emîn de berdewam kir

Roja duyemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi çalakiyên hunerî yên cuda dewam kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat eşkerekirin

Hat ragihandin ku Îbrahîm El Îbrahîm dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?