Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de civînên xwe didomîne, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd ciwan û jinan guhdar kir.
Komîsyonê, Foruma Rêxistinên Ciwanan (GOFOR) a ku ji 57 rêxistinên ciwanan ên cûda pêk tê û Weqfa Ciwanên Neteweyî û Komeleya Ciwanên Anadoluyê guhdar kir.
Endamê GOFOR’ê Hasan Oguzhan Aytaç diyar kir ku baweriya ciwanan ji pêvajo û komîsyonê kêm e û got, “Mixabin, baweriya di navbera ciwanan û saziyên siyasî de bi dawî bûye. Di pêvajoya aştiyê ya yekem de kesên ku ji wan dihat xwestin ku beşdarî pêvajoyê bibin, paşê ji ber beşdariyên xwe hatin darizandin. Mixabin, em ê vê axaftinê di bin hestên ne ewle de temam bikin.”
‘ZEXT BAWERIYÊ KÊM DIKE’
Aytaç destnîşan kir ku ciwan ji ber hebûna pirsgirêkê dimirin û anî ziman ku ciwan li ser maseya komîsyona hatiye avakirin tine ne. Aytaç wiha domand: “Di Meclisê de nayên temsîlkirin – ger hemû parlamenterên ciwan ên Meclisê endamên vê komîsyonê bûna jî, ew ê dîsa jî kêm bûna; mixabin, em li vir ti parlamenterên ciwan nabînin. Ciwan wê çawa bibin kirdeya vê pêvajoyê? Ger ciwan bibin kirdeya aştiyê ev tê wateya ku ew beşdarî vê pêvajoyê dibin û bi hevalên xwe re nîqaşê bikin. Mînak, tê vê wateyê ku ciwan li zanîngehan li ser aştiyê nîqaş bikin. Wê li wir aştî were nîqaşkirin û rêya aştiyê bi di nava xwendekaran de were rêsandin. Gelo îro li zanîngehan çi diqewime? Îro zexteke kûrtir li ser zanîngehan heye. Bi salan e, zanîngeh bi hinceta ‘terorîzm’ û ‘ewlehiyê’ di bin dorpêçê de ne. Piştî 2015’an bi rakirina hilbijartina rektoran re rektorên qeyûm şandin û ji bo tevgera zanîngehê bitepisînin çi ji destê wan hat kirin. Ger sê ciwan bên gel hev, ew bi zexta lêpirsînê re rû bi rû dimînin.”
DAXWAZA HEMWELATIYA WEKHEV
Aytaç bal kişand ser girîngiya hemwelatîbûna wekhev û wiha pêde çû: “Ji bo me, demokratîkbûn tê wateya hemwelatîbûna wekhev. Niha, astengiya herî mezin a ku nahêle ciwanên li Tirkiyeyê bibin hemwelatiyên wekhev, madeya 58’an a Destûra Bingehîn e. Daxwaza ciwanan a ji bo hemwelatîbûna wekhev tenê bi madeya 58’an nayê çareserkirin. Ji ber ku hûn nikarin şîreta ku di guhê ciwanên Kurd de tê gotin, ‘Li dibistanê bi Kurdî neaxivin’ biguherînin. Divê têkoşîna li dijî cudakariya sîstematîk a ku ciwanên Kurd pê re rû bi rû dimînin, li hemû qadên jiyanê were berfirehkirin. Pêşî, divê ew bikaribin li dibistanê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin û piştre jî bi zimanê xwe yê dayikê bigihêjin xizmetên cemaweriyê. Ji ber vê yekê, divê têkoşîna li dijî cudakariyê li hemû qadên jiyanê bibe berpirsiyariya sereke ya cemaweriyê. Ji ber ku têkoşîna li dijî tiryakê bi bandor nayê meşandin, ciwan ji qada siyasî hatine dûrxistin. Divê ev rewş ne tenê wekî pirsgirêkek tenduristiyê ya takekesî, di heman demê de wekî pirsgirêkek civakî-siyasî jî were çareserkirin. Li gel vê rastiyê, budçeya ku ji hêla Wezareta Ciwan û Sporê ve ji bo têkoşîna li dijî tiryakê tê veqetandin, ji sedî 0,02 budçeya wezaretê ye.”
Aytaç li ser rêbaz û nêzîkatiyên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Îrlanda û Kolombiyayê hatine bikaranîn rawestiya û anî ziman ku ciwanan konsey ava kirin, piştgiriya projeyên wan ên aştiyê hatin kirin, qanûnên aştiyê ji bo ciwanan hatin derxistin û ciwan bûn kirdeya pêvajoyan.
DAXWAZÊN FORUMA GOFOR’Ê
Aytaç daxwazên GOFOR’ê yên derbarê pêvajo û çareseriyê de wiha rêz kir:
“*Ji bo ciwan û rêxistinên ciwanan bi awayekî çalak
beşdarî pêvajoyê bibin, di vê çarçoveyê de xwe bigihînin çavkaniyên serbixwe û di standartiya gerdûnî de divê Konseya Ciwanan a Neteweyî bê avakirin. Konseya Ciwanan a Neteweyî divê sivîl be, ji hêla rêxistinên ciwanan ve bê avakirin û ji hêla cemaweriyê ve bê naskirin.
*Divê beşdariya jinên ciwan a di vê pêvajoyê de bê misogerkirin; ji bo bibin kirdeya aştiyê divê mekanîzma bên avakirin. Divê çavkaniyên cemaweriyê ji bo projeyên aştî û dijî cudakariyê yên ku ji hêla rêxistinên ciwanan ve têne kirin, bên veqetandin.
*Divê xala 58’an a Destûra Bingehîn ne tenê ciwanan wekî beşek ku hewceyî parastinê ye, di heman demê de wekî hemwelatiyên wekhev di jiyana civakî de jî bên bihêzkirin, ji nû ve bê sererastkirin.
*Ji bo biryar û guhertinên di pêvajoya qanûndanînê yên bandorê li ser jiyana ciwanan dike de divê mekanîzmayeke Raportorên Ciwanan li Meclisê bê avakirin. Divê Qanûna Hejmar 2911’an li gorî xala 34’an a Destûra Bingehîn ji nû ve were nivîsandin û astengiyên li pêşiya bikaranîna mafê civîn, meş û xwepêşandanê bên rakirin. Dozên li dijî ciwanên ku mafên xwe yên azadiya derbirînê û rêxistinbûnê bikaranîne û hatine cezakirin, bên betalkirin.
*Divê Qanûna Dij-Terorê ya Hejmar 3713’an a ku ji ber parvekirinên medyaya dijîtal an çalakiyên aştiyane yên ciwanan wekî “propagandaya rêxistinê” sûcdar dike, bê betalkirin û ji nû ve bê sererastkirin. Divê hemû şêweyên ku tundiyê nahewîne yên derbirînê ji sûcdarkirinê bên derxistin. Divê Sûcên Li Dijî Aştiya Giştî yên di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de ne, ji nêve bên sererastkirin û azadiya derbirîna ciwanan were misogerkirin.
*Divê rêziknameyên ku bi Qanûna Hejmar 7418’an a ku wekî Qanûna Dezenformasyonê tê zanîn, bên betalkirin û azadiya derbirînê û çapemeniyê were misogerkirin. Divê Qanûna Hejmar 2547’an a li ser Xwendina Bilind were sererastkirin da ku xweseriya zanîngehê were naskirin û astengiyên li pêşiya rêxistinkirina klûb û komeleyên xwendekaran bên rakirin. Divê hilbijartinên Rektoriyê ji nû ve werin destpêkirin û divê lijneyên nûnertiya xwendekaran serbixwe bibin.
*Divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê di hemû astên perwerdehiyê de were misogerkirin. Divê mufredata Perwerdehiya Neteweyî were sererastkirin û dersên li ser aştiya civakî, jiyana hevbeş û pirçandî lê bên zêdekirin.
*Divê demildest dawî li qeyûmên şandine şaredariyan bînin. Divê Qanûna Hejmar 5393’ya a li ser şaredariyan bê sererastkirin û li ser şaredariyan avakirina meclisan bikin mecbûrî. Divê ev meclîs bibin lingê herêmî ya pêvajoya aştiyê. Di pêvajoyên xebatê de bi taybetî ji ber bêkariyê û ji bo bi hezara ciwanên wekî leşkerên peymankar û astsubay tevlî artêşê bûne, polîtîkayên kar bên pêşxistin. Divê mafê wan ê perwerdehiyê bê parastin û piştgiriya psîkososyal bê dayîn.
*Divê ji bo ciwanên ku çekên xwe danîne bernameyên entegrasyona civakî û rehabîlîtasyonê bên bicîhanîn. Mafê perwerdehiyê, vegera dibistanê, derfetên perwerdehiya pîşeyî û piştgiriya kar divê pêkhateyên sereke yên vê pêvajoyê bin. Ji bo ciwanên ku ji ber sedemên cûrbecûr, di nav de sûcên têkildarî terorîzmê, nikarîbûn perwerdehiya xwe temam bikin, divê efûyek berfireh a xwendekaran bê derxistin.
*Divê ji bo ciwanên ku li deverên şer mezin bûne, ciwanên ku çekên xwe danîne, ciwanên ku di hêzên ewlehiyê de xizmet kirine, siyasetmedar û çalakvanên ciwan ên ji girtîgehê hatine berdan, ciwanên ku ji ber koçberî û kêçberiya bi darê zorê trawma jiyane û ciwanên ku ji ber şer xizmên xwe winda kirine, planeke destwerdana psîkososyal a berfireh bê pêşxistin.
*Divê Qanûna Girtina Leşkeriyê ya Hejmar 7179’an di ber çavan de bê derbaskirin û bernameyên xizmeta cemaweriyê yên alternatîf ji bo xizmeta leşkerî ya mecbûrî bên danîn. Divê ciwan bêyî pirs an pîvanan bikaribin ji bernameyên xizmeta cemaweriyê yên alternatîf sûd werbigirin. Ji bo binpêkirinên mafan ên ku ciwanan jiyane û çîrokên kesên ku jiyana xwe ji dest dane bê belgekirin divê komîsyonek heqîqetê ya ku li ser ciwanan disekine bê avakirin.
‘MESELEYA EDALETÊ YE’
Weqfa Ciwanên Neteweyî û Komeleya Ciwanên Anadoluyê jî pêşkêşiyek hevbeş kirin. Di pêşkêşiya hevbeş de hate gotin ku pirsgirêka Kurd ji serdema Osmaniyan ve di rojevê de ye û bi damezrandina Komarê ve ev pirsgirêk bêtir xuya bûye. Di pêşkêşiya hevbeş de wiha hate gotin: “Di encama berdewamiya polîtîkayên xelet û pêşketinên dawî yên wekî bûyera Qilabanê (Roboskê), bûyerên 6-8’ê Cotmehê û şerê xendekan de birîna civakî hîn kûrtir bûye. Pirsgirêka ku em îro pê re rû bi rû dimînin ne tenê ‘pirsgirêkek ewlehiyê’ ye; ew pirsgirêkek edaletê ya pir-qatî ye ku xwedî bîra dîrokî, rehên sosyolojîk, aliyên olî û çandî ye. Piştî Peymana Sykes-Picot (1916) dabeşkirina herêma Kurdan di navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê de pirsgirêk derbasî derveyî sînor bûye. Îro, bi mîlyonan Kurd li van çar welatan û li Komarên Tirkî, Ewropa û Emerîkayê dijîn.”