Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari li nexweşxaneyê serdana Çîçek Otlû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gundên Kurd-Elewî yên Gimgimê di xeteriyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salih Muslim li Mexmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > ‘Rêya Aştiyê bi lihevkirina xwezayê re dibe’
Civak & Ekolojî

‘Rêya Aştiyê bi lihevkirina xwezayê re dibe’

Li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meş hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Îlon 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnex û navçeyên wê didome, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi dirûşma “Em rê nadin qirkirina ekolojiyê, li dijî talankirina xwezayê dimeşin” dê li Bestayê çalakiya nobetê were destpêkirin. Beriya nobetê, meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayin.

 

Girseya ku li Qada Cumhuriyetê kom bû, heta Qada Omer Kabak meşiya.  Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Serokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz, Berdevka Partiya Çep a Kesk Dîdem Goçer, endamê MYK’a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî, Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ekolojiyê yên Şirnex, Mêrdîn, Amed, Riha, Sêrt û Êlihê û gelek welatî beşdar bûn.

Di meşê de pankartên “Nobedarê dara gûzê ne, em li virin”, “Hebûna xwezaye xwebûna me ye”, “Li dijî şer aştî, li dijî talanê jiyana ekolojîk”, “Talan û rant jiyana me qir dike em ê jiyane biparezin” û “Ar girtiye qurm û li dorê dileyize çi kiribû çi bû gunehê dara berû?” û dovîzên “Keska Kurdistanê rengê aştiyê ye”, “Gabar Cûdî û Besta rûmeta me ne”, “Ji Hesendînê heta zozana Skertê em rê nadin madenan” û “Ji bo xwezaya azad deng bide aştiyê” hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Bê xweza jiyan nabe” û “Jin, jiyan azadî” hatin berzkirin.

Girseya ku li meydanê kom bû, li ber stranên Kurdî govend gerand. Beriya daxuyaniyê, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Bername, bi xwendina helbesta Goran Haco “Ez li vir im” dest pê kir.

Piştre jî ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol metna hevpar xwend. Derya Akyolê got: “Îro em ji bo qirkirina xweyê li Botanê hatine cem hev. Salên 90’î bi valakirina gundan û êrişên li ser bajaran êrişî gelê le kirin. Îro jî li gel pêkanînên salên 90’î, talanê li ser xwezaya me pêk tînin. Ji çar aliyan ve êrişî xwezaya Şirnexê dikin û ev êriş tenê ne bi xwezayê ve girêdayî ye, heman demê de êrişî jiyan û çanda Şirnexê dikin. Em ê êdî ji bo ku darek neyê birînê li hemberî van polîtîkayan rawestin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku dest ji van polîtîkayên qirkirinê berdin. Weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotî, ‘Kesên bi xwezayê re aştiyê pêk neyînin nikarin bi mirovan re jî aştiyê pêk bînin.’

Di berdewamê de Derya Akyolê destnîşan kir ku ji bo behsa aştiyeke heqîqî were kirin, divê talana li dijî çiya, daristan, rûbar û gundên Botanê were bidawîkirin û wiha pê de çû: “Banga me ji bo hemû aktorên siyasî ye; Aştiyê li Cûdî, li Gabar, li Bestayê bidin destpêkirin. Êdî xwezayê weke çavkaniyeke bêsînor nebînin û wisa nêzî aştiyê bibin. Destûrê bidin ku Dîcle azad biherike û wisa dest bi aştiyê bikin. Em, weke parastvanên jiyanê, em ê her tim bibin dengê çiya, daristan, av û hemû zindiyan. Ji ber ku em dizanin; parastina xwezayê, parastina jiyanê ye.”

Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir axivî û bal kişand ser pêvajoya aştiyê û wiha got; “Ez berxwedana we bi hezaran caran silav dikim. Sedem û armanca vê berxwedana me heye, ev bi salan e em li hember êrişên li ser xwezaya xwe li ber xwe didin. Em dizanin dema mijar dibe xwezaya Kurdistanê dewlet çawa nêzîk dibe. Dema agir bi daristanên me dikeve yek firokeya agir kuj tuneye. Lê dema ji bo şer be bi sedan firoke li Kurdistanê tevdigerin. Siyaseteke dagirkerî li ser Botanê dimeşînin. Ev siyaseta talanê ye. Bi awayekî dijminî nêzîkî xwezaya me dibin. Êrişa li hemberî xwezayê êrişa li hemberî ziman û çanda me ye. Pêvajoyek aştiyê berdewam dike. Bi vê ve girêdayî, divê ji ewil bi xwezaya me, bi çemên me, bi çiya û daristanên me re aştiyê bikin.”

Bi domdarî Bayindir bal kişand ser girîngiya çalakiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin li dijî talankirina xwezayê hestiyariyekê ava bikin. Her darek rûmeta me ye, her dilopeke avê avê û her kulmek a axê rûmeta me ye. Em şirîkên vê talanê hişyar dikin, em parlementer û saziyên dewletê hişyar dikin. Em îro bi hezaran li vir in. Ger hûn dev ji van polîtîkayan bernedin em ê bi deheazaran, bi sedhezaran werin ber deriyê saziyên we. Polîtîkaya talanê û polîtîkaya li ser gelê Kurd ji hev ne cuda ye û em vê yekê wiha dibînin. Heya ku çalakiyên me encam nedin û dewlet dev ji vê talanê berdene em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku dema mijar dibe şewata daristanan îktîdar dibêje “helîkopter tune ne” lê dema mijar dibe şer bi sedan helîkopter tên bikaranîn. Tulay Hatîmogûllariyê bi lêv kir ku ew ji bo dar û axa Şirnexê hatine herêmê û wiha got: “Îro çar aliyê Tirkiyeyê bûye guriya agir û her der dişewite. Îktîdar, li şûna ji bo agirkujiyê balafir û helîkopteran bikire, ji bo zarokên xwe dikire. Desthilatdar ji roja hatî ser kar heya îro rûxsetan didin alîgirên xwe û her roj rûxsetan belav dikin. Erdnîgariya Kurdistanê ji salên 90’î heya îro rastî nêzîkatiyek dijminane hatiye.”

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bi lêv kir ku li her dera Kurdistanê qereqol û kalekol hatine çêkirin û wiha pê de çû: “Ji ewil bi hinceta ‘ewlehiyê’ dar birîn û piştre jî leşker û cerdevanan ji bo rantê dar birîn. Îro weke tofana Nûh êrişî her qadên jiyana me dikin. Çawa ku Nûh li hemberî tofanê li ber xwe da û bi ser ket, em jî dê heya dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em ê ji bo her devera Şirnex, Kurdistanê û Tirkiyeyê li ber xwe bidin û serbikevin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Spanyayê ketina du wezîrên Îsraîlî a ji bo Spanyayê qedexe kir
Nûçeya Pişt re Li Şirnexê li dijî qirkirina ekoloiyê çalakiya nobetê hat destpêkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Wan û Mêrdînê 3 şehîd hatin bibîranîn: Xeta wan rê nîşanî me dide

Li Wan û Mêrdînê bi pêşengiya TJA’yê ji bo Emîne Ercîyes, Zîn Zagros û Ekîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hong Kongê di şewatê de herî kêm 28 kes mirin

Li Hong Kongê hejmara qurbaniyên şewata li avahiyekê gihîşt 128 kesî.

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk û hikûmeta demkî berpirsiyarê êrîşan e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîş û topbaranên li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Gelê Gimgimê JES’ê naxwaze: Em bi biryar in ku têbikoşin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji bedewiya xwezaya Qendîlê: Gundê Qelatê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Cizîrê meşa ji bo zimanê dayikê: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Çileya 2026’an bû yek ji pênc çileyên herî germ

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?