Li Swîsreyê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî dewam dikin. Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) li bajarê Zurichê çalakiyek hate lidarxistin û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn beşdar bû.
Gelek Kurdistanî û Swîsreyî beşdarî çalakiyê bûn ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurichê hate lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê panelek hate lidarxistin. Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, endama Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê (SP) û nûnera Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê (PDK-Î) Midia Piroti weke qiseker beşdarî panelê bûn.
Midia Piorti destpêkê axivî, qala çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî” kir û anî ziman ku ev pêvajo ji bo têkoşîna jinê xaleke girîng e. Midia Piroti anî ziman ku li hemberî êrişên li ser Rojava Kurdên li diasporayê daketin qadan û piştevaniya xwe nîşan dan.
Rohilat Efrîn piştre axivî û şehîdên şoreşê, şehîdên komkujiya 12’ê Adarê ya Qamişloyê û şehîd Bavê Welat (Salih Muslim) bi bîr anî.
Efrîn bal kişand ser pêşengiya jinê ya li şoreşa Rojava û diyar kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe li cîhanê bûn mînak. Efrîn got, “Hikumeta nû me jinan naxwaze qebûl bike. Li Şêxmeqsûdê bi êrişa li dijî cenazeyên şervanên jin xwest me bitirsîne. Lê belê em ji vê natirsin. Em ê têkoşînê dewam bikin.”
Efrîn anî ziman ku êrişên li ser Rojava ne tenê li dijî herêmê ye, di heman demê de li hemberî Kurdan hemûyan e û got, berxwedana li qadê û piştevaniya çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê encamên van êrişan bi sînor kir.
Piştî panelê beşdaran pirsên xwe kirin û nêrînên xwe parve kirin. Çalakî bi gerandina govendê û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

