Mihrîcana Rojên Amarayê bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê Azad ber bi Yekitiya Demokratîk ve” li parqa 4ê Nîsanê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî festîvalê bûn. Girseyê li ber stranên hatin gotin govend gerandin û dirûşmeyên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berzkirin. Her wiha girseyê wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî li parqa festîvalê demekê dirêj gerandin.
Girse li ber stranên hatin gotin bi coşeke mezin rojbûna Rêber Apo pîroz kirin û bênavber dirûşm berz kirin. Her wiha strana “Pîroz be cejna te pîre dilê me” ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye nivisîn çirayên telefonê pêxistin û stran dubare kirin. Her li ser dikê wêneyê Mustafa Dag û Mahsun Karaoglan ku di 4’ê Nîsana 2009’an de li ser rêya Amara di êrişa cendermeyan de hatin kuştin jî hat vekirin.
Paşê Aram Serhat derket ser dikê û bi stranan gel coşand.
77 MEŞALE
Di dawiyê de li ser navê bi hezaran kes 77 kesan bi minesebeta 77 saliya Rêber Apo 77 meşale vêxistin û li qadê geriyan. Festîval bi gerandina meşeleyan li qadê û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi Rêber Apo re bi dawî bû.

