Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Împaratoriya narkotîkê ya çeteyên dewletê -IV

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de wêran dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dil û mejiyê xwe dabû têkoşînê: Dilmaf Efrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Rojava ji jinên cîhanê re bûye hêvî’
Jin

‘Rojava ji jinên cîhanê re bûye hêvî’

Viyan a 29 salî ku weke zaroka ji malbateke ji rojhilatê Ewropayê li Îngilistanê ji dayik bû û mezin bû, saleke li Rojava di nava têkoşînê de ye. Viyan diyar kir ku têkoşîna jinê ya li Rojava bûye hêvî ji jinên cîhanê re.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Enternasyonalîst Viyan anî ziman ku têkoşîna jinê ya li Rojava nîşan da ku jin dikarin pêşengiyê bikin, dikarin birêxistin bikin û got, “Mafên jinan diparêze, rê nîşanî civakê dide, diyar dike ku bêyî azadiya jinê civak nikare azad bibe û bi vî rengî ji bo jinên cîhanê modeleke nû diafirîne.”

 

Viyan ku li Brîtanyayê ji dayik bû û mezin bû, jineke ku koka xwe ji rojhilatê Ewropayê ye. Viyan a 29 salî tevlî nava têkoşîna maf û azadiya jinê bû, biryar da ku tecrûbe û hêza xwe di çarçoveya vê sedemê de bi kar bîne. Têkoşîna azadiyê ya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor li fikrê Viyan kir û nêrîneke nû ji bo wê afirand.

Vê rêwîtiya Viyan di heman demê de veguherîneke navxweyî jî bi xwe re anî. Hêza piştevanî û biryardariya jinê kir ku Viyan hêza xwe keşif bike û hîn bi xurtî tevlî nava têkoşîna ji bo mafên jinê bibe.

Têkoşîna azadiyê ya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bala Viyan jî kişand. Çîroka Viyan biryardariya jinan a ji bo xurtkirina têkoşîna mafê jinan nîşan dide.

Viyan di sala 2023’an de hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi wesîleya 8’ê Adarê li ser sedema hatina xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Jinê ya Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

MIN XWEST ŞOREŞÊ LI QADA ŞOREŞÊ NAS BIKIM

Viyan anî ziman ku beriya bê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava rêxistinên femînîst de bû û li ser sedema hatina xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, “Min ji hevalên xwe gelek tişt li ser Rojava bihîst. Qalê dikirin bê berxwedana li Rojava çiqasî bêhempa ye û bi bandor e. Têkiliya me bi hevalên me re hebû ku demeke dirêj neçûbûn Rojava. Ji ber vê yekê em nikarîbûn li ser detayan biaxivin. Li ser rastiya li qadê zêde agahiya me tine bû. Me piştgirî didan lê belê bi detayê şoreşê nizanîbûn.

Beriya bêm Rojava li ser detayên şoreşê zêde agahiya min tune bû. Di sala 2023’an de hatim Rojava. Ji ber ku di jiyana min de guhertin çêkir, demeke hestewarî bû. Min hêza jinê dît. Hêza jinê ya li Rojava bandor li welatê min dikir ku lê ji dayik bûm û lê mezin bûm. Min bi çavên xwe dît ku jinên ji neteweyên cuda çawa li hev kom bûn û xwe bi rêxistin kirin.”

DIKEVE BIN BANDORA CIVAKÎBÛNÊ

Viyan ragihand ku bi hatina li qada şoreşê dît ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê li qada leşkerî, her wiha li her qada civakî pêşengiyê dikin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Gelek wêneyên jinê li medya cîhanê hatin weşandin ku çek di destan de û şer dikir. Li Ewropayê ev wêne diyarker bûn. Lê belê dema ku hatim Rojava min dît ku di destê jinê de ne tenê çek heye, her wiha li her qada civakê bi rêxistin e. Asta têkiliya wan a bi gel re gelekî xurt e. Pêşengiyê ji avakirina civakeke nû re dikin. Sohbetên wan ên bi gel re xurt bû. Li her devera ku ez diçûm min şahidî ji têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dikir. Perwerdekirina civakê ji bo xwe weke wezîfe û berpirsyariyê dibînin. Di her kêliya jiyanê de di nava têkoşîneke mezin de ne. Tevlîbûna wan a li nava rêxistiniyên komun û meclîsan gelekî bandor kir. Cihê kêfxweşiyê ye ku bibîne, jinn bi gel re bûye yek.”

JI XWE RE KIRIYE WEZÎFE KU HÊZA JINÊ HÎN XURT BIKE

Viyan destnîşan kir ku têkoşîna jinê ya li Rojava ji jinên cîhanê re bûye hêvî û got, “Têkoşîna jinê ya li Rojava ji jinên cîhanê re dibe hêvî. Nîşan dan ku weke jin em dikarin bibin pêşeng, em dikarin xwe birêxistin bikin. Mafên jinan diparêze, rê nîşanî civakê dide, diyar dike ku bêyî azadiya jinê civak nikare azad bibe û bi vî rengî ji bo jinên cîhanê modeleke nû diafirîne. Ji xwe re weke wezîfeyê dibînim ku têkoşîna jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn xurt bikim.”

‘ŞOREŞA ROJAVA WEKE ŞOREŞA XWE DIBÎNIM’

Viyan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê têkoşîna jinê ye û got, “Rêber Apo derî li jinan vekir ku karibin xwe nas bikin, bi rêxistin bikin. Hêz da jinan ku xwe bi pêş ve bibin, veguherînin. Mîsyona pêşengiyê da jin û ciwanan. Weke jineke enternasyonal kêfxweş im ku di nava vê şoreşê de me. Ji ber ku ev şoreş şoreşa jinê ye û weke şoreşa xwe dibînim. Ji ber ku ne tenê weke şoreşeke ji bo Rojava dibînim, weke şoreşeke ji bo tevahiya gelên cîhanê dibînim. Bi gelan re têkiliyê datînim, dixwazim gelan ji nêz ve nas bikim. Dixwazin tecrûbeyên gelan werbigirin. Qîmetê dide vê yekê. Lewma bi hêsanî dikarim bibêjim ku ez endameke vê şoreşê me.”

JI BO JINÊN CÎHANÊ TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE

Viyan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinên cîhanê re got, “Divê em ti carî ji koka xwe dûr nekevin. 8’ê Adarê dîroka jinê ye, dîroka rêxistiniya jinê ye, dîroka greva kedkarên jin e. Ez bawer dikim ku em ê têkoşînê bi pêş ve bibin. Ji jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta bi jinên Abya Yala, ji girtiyên siyasî heta bi jinên Ewropayê em ê têkoşînê îsal zêde bikin. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya jinên cîhanê têkoşînê dewam bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cebhet El Ekrad li Minbicê droneke kamîkaze xist xwarê
Nûçeya Pişt re Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê êşkence: Bila tavilê heyet bê şandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlayên YJA- Starê Azê Rojgirav û Hêlîn Kobanê hatin bibîranîn

Bi sedan şêniyên kantona Firatê ku tevlî merasîma sersaxiyê ya gerîlayên YJA Starê şehîd Aze…

Ji aliyê Stêrk TV

DKP/BOG’ê banga mezinkirina piştevaniya bi Rojava re kir

Komîteya Navendî ya DKP/BOG'ê destnîşan kir ku "desthilata HTŞê ya ku piştgiriya hêzên emperyalist girtiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîrateya Nazim û Cîhan

Nazim û Cîhan mîrateyek ji mirovahiyê re hiştin. Hîn kirin bê têkoşîna ji bo heqîqetê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?