Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hêzên Îranê ji gundekî li Merîwanê hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê Newroz hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirehman Zal hate spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayek Azadiyê, Ruhê Şehîdekî, Mîrasek Nemir: Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Licê û Hezroyê Newroz bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê gel bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê Çapemeniya Azad Osman Kiliç hate spartina axê: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê bi hezaran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li Amed, Gever û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Kopê: Dema azadiya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyana destpê dike
Çand û Hûner

Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyana destpê dike

Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyanayê bi sernavê ‘Sîtava çîrokan li ser perdeyê ye’ di 28’ê Cotmehê de dest pê dike. Wê 5 roj çîrokên li ser welat, windakirin û hesreta azadî bê nîşandan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyanayê (Rojên Fîlmên Serçavan) hilbijartinek ji fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlman pêşkêş dikin ku aliyên cihêreng ên çand, dîrok û rastiya civakî ya Kurdistanê vedikolin.

Rojên Fîlmên Serçavan ku îsal 11’emîn care bi piştevaniya rêxistinên cuda ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd a Awusturyayê (FEYKOM) û Komeleya Xwendekarên Kurd (YXK) ve tê organîzekirin, berhemên derhênerên xelatgir ji seranserê Kurdistan û Ewropayê nîşan dide. Wekî beşek ji bernameyê, kampanyayek berhevkirina pereyan dê ji bo sînemayek ku li Amûdê ya Rojava were çêkirin were destpêkirin.

FEYKOM’ê diyar kir, “Em kêfxweş in ku îsal dîsa temaşevanên xwe li Votivkino pêşwazî dikin.”

HÛRGILIYÊN BERNAMEYÊ

Rojên Fîlmên Serçavan dê piştî axaftinên vekirinê bi pêşandaneke muzîkê ya hunermendê Kurdafon Omîd Derwîş dest pê bike. Belgefîlma “EREN”, dê di vekirinê de were nîşandan. Ev belgefîlm serpêhatiya têkoşînên kesane û pîşeyî ya hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn ku bi parêzvaniya xwe li dijî êşkence, şîdeta zayendî û cudakariyê li Tirkiyeyê tê nasîn, vedihewîne. Piştî pêşandanê Eren Keskîn wê bi rêya onlineyê beşdar bibe û bersiv bide pirsên temaşevanan.

ROJA DUYEMÎN A BERNAMEYÊ

Di roja duyemîn de dê kurtefîlmên ji 6 heta 20 deqeyan were nîşandan. Fîlmên ku dê werin pêşandan ev in: ‘Red Room’, ‘Kwistan’, ‘Zaam’, ‘Dancing Amid Fire’, ‘Rising Above Ruins’ û ‘YARÊ’. Êvar dê bi pêşandana fîlma dirêj a derhênerê Viyanayî Kurdwin Ayub Mond (heyv) bi dawî bibe. Ev fîlm berdewama fîlmê yekem ê bi navê Sonne e (Roj) ê derhêner Ayub e ku behsa têkoşîna ji bo azadî, kontrol û xwerêvebirinê dike.

ROJA ÎNÊ 3 FÎLM

Bernameya roja Înê wê bi fîlma Muharrem und Xewna Bê Ziman dest pê bike. Li dû wê dê fîlmên Naharina û The Virgin & Child werin nîşandan ku ev berhem li ser serpêhatiyên trawmatîk û têkoşîna azadiyê ya di bîra kolektîf a Kurd de cih digire nîşan bide.

FÎLMÇÊKER DÊ NÎQAŞ BIKIN

Roja Şemiyê, fîlmên ‘Asadur’, ‘Tevî her tiştî’, ‘Hat Nehat’, ‘Xweş Xeber’, ‘KURMÊ DARÊ’ û ‘Eine Brucke nach Rojava (Pirek ber bi Rojava) dê werin nîşandan. Di 1’ê Mijdarê saet 14:00’an de wê panelek li Schauspielhaus a Viyanayê di çarçoveya bernameyê de bê lidar xistin. Fîlmçêkerên wekî Essmat Sophie, Ekrem Heydo û Robert Krieg dê bi temaşevanan re li ser fîlmên hatine nîşandan, nîqaş bikin.

ROJA DAWÎ JÎ TIJE YE

Roja dawiyê ya bernameyê wê kurtefîlmên weke ‘Garan’, ‘After What’ û ‘Şiwênpence’ bên nîşandan. Di fîlmên dawîn de dê ‘Vartinîs’ û ‘Siwariyên Şengalê’ hebin. Ev berhem trawmayên kûr ên di bîra kolektîf a gelê Kurd de bi rêya çîrokên trajîk ên kesane tînin ser ekranê.

CIHÊRENGIYA ÇANDÎ DÎTIN

Seroka herêmî ya çalakiyê Saya Ahmad, kêfxweşiya xwe ji ber ku Rojên Fîlman li navçeya 9’an têne lidar xistin anî ziman û diyar kir ku festîval têgihîştinek kûr a jiyana tebeqeyî ya Kurdan pêşkêş dike û ev çîrok bi niştecihên Alsergrund re têne parve kirin. Saya Ahmad, anî ziman ku festîval, huner û çand ji bo her kesî ye û got ku hevgirtinê xurt dike û dewlemendiya çanda Kurdî nîşan dide.

Endama Konseya Şaredariyê û Berpirsyara Huner û Çandê Veronica Kaup-Hasler, jî da xuyakirin ku Fîlmên Serçavan yekîtîya li ser bingeha rêzgirtin, vekirîbûn û hêza hevpar temsîl dike û got ku bi hilbijartinên fîlmên cihêreng û hevpeyvînan hawîrdorek parvekirinê ya zindî diafirîne.

BÎLET DIKARIN BÊN PEYDA KIRIN

Bilêtên ji bo Rojên Fîlman ên Serçavan ji 8’ê Cotmeha 2025’an vir ve li ser înternetê bi rêya Votivkino.at û rasterast li kaseya Votivkino peyda dibin. Bihayê bilêtê: 10.50 €

https://www.votivkino.at/festival/sercavan-kurdische-filmtage/

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi girseyî serdana şîna Şehîd Delîl hate kirin
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Tevgerê: Em hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Newroz semboleke neteweyî ye û em ê li binarê Qendîlê pîroz bikin’

Endama Tevgera Azadiyê Sara Rezayê têkildarî Newroza îsal wiha got: “Newroz semboleke neteweyî ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH’ê li dijî desteserkirina vînê çalakî pêk anî

Milîsên HBDH'ê yên Denîz Poyraz, diyar kirin ku wan febrîqeya Çerm a Cevahîr a li…

Ji aliyê Stêrk TV

KBDH’ê bang li jinan kir ku îsyanê mezin bikin

Berdevka KBDH'ê Hêvî Sarya di salvegera damezrandina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) de axivî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şandeya Bakur serdana sersaxiya Salih Muslim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya Bakur çû Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêzên Îranê ji gundekî li Merîwanê hatin derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo Salih Muslim li Qamişlo û Dêrikê merasîm

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?