– Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
– Ji bo şehîdên Komkujiya Gazî ya 12’ê Adarê û Komkujiya Qamişloyê ya 12’ê Adarê li gelek deveran wê merasîmên bîranînê bêne lidarxistin.
– Hevserokê Komîteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê Kenan Berekat: Dewletê di 12’ê Adarê de xwest gelan li hemberî hev bide şerkirin, lê belê gelan ev lîstik têk birin.
– Kampanya hilbijartinên xwecihî ya DEM Partiyê wê were şopandin.
– Namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn got, “Em ji bo bicihanîna îradeya gel dixebitin. Bi taybetî wezîfeyeke mezin dikeve ser milê hilbijêrên li derveyî 33 bajarên Kurdan.”
– Hevseroka Egîtîm-Senê Şaxê Amedê Salîha Zorlû destnîşan kir ku ji polîtîkayên şerê taybet a herî diyarker û tund binpêkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye.
– Endamên Saziya Malbatên Şehîdan nerazîbûn nîşanî qetilkirina Sadûn Mîrza Elî dan û gotin, “Mirovên ku destê wan ketiye xwîna şehîdan bila nebêjin ku ew li malê rehet in. Em ê xayinan ti carî efû nekin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin.”