Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Li Sûriyeyê ku gel di nava krîza aborî de ye, rejîma Colanî peravên Derya Spî pêşkêşî talana Îmarat û Fransayê kir, îhaleyên petrolê jî da Siûdiyan. Dewleta Tirk jî dest danî ser sektora enerjiyê. Qatar ku fînansorê dagirkirina Rojava ye, bû şirîkê herî mezin ê Şamê.
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Çam bi taloqkirina 6 mehan a înfaza ceza re hate berdan. Ahmet Şîray anî ziman ku cidiyeta rewşa tenduristiyê ya Çam dewam dike û got, “Berdana demkurt çareserî nîne, divê înfaz bi rengekî mayinde bê taloqkirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Şîşlî Zîlan Ozturk got, meşa 19’ê Nîsanê wê lezê bide pêvajoyê.
Operasyona DYE-Îsraîlê ya li ser Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

