Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya karên hilbijartinê de ku wê 2’ê Hezîranê bê nûkirin, li navçeya Curnê Reş a Rihayê wê civînekê bi gel re lidar bixe.
Ji parêzerên Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Zîlan Aydin got, girtiyên ku boykota dadgeh, malbat û telefonê dewam dikin dikevin ber lêpirsînê û ceza li wan têne birîn.
Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray diyar kir ku wê polîtîkayên şerê taybet ên dewletê yên li dijî jin û ciwanan hîn bêhtir kifş bikin, li ber rabin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 11’ê Hezîranê dewam dikin. Hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm got, wê bibe hilbijartineke demokratîk ku yekemcar li Sûriyeyê pêk tê.