Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Fermandara Eyaleta Hecînê ya YPJ’ê Axîn Qamişlo anî ziman ku li pişt êrişên li ser Dêrazorê hikumeta Şamê û dewleta Tirk hene û destnîşan kir, hebûna YPJ’ê ya li herêmê bi taybetî ji bo jinan cihê baweriyê ye.
Endama Meclîsa Jinê ya DBP’ê Elîf Tûran diyar kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet wan 39 atolye lidar xistin, bi 500 jin û ciwanan re civiyan e û bal kişand ser girîngiya mezinkirina têkoşîna li dijî şerê taybet.
Celalettîn Erkmen ê ji DEM Partiyê diyar kir, desthilatdariyê ji ber ku rê û rêbazên li ser navçeyên Rihayê yên li ser sînor nekarî bixe meriyetê, senaryoyeke nû xistiye dewrê.
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn got, “Ti sîstem nîne ku karibe têkoşîna gelekî rêxistinbûyî têk bibe. Gelê me hêviyê ji dewlet û desthilatdariyê nake, jiyana xwe ji xwe dewam dike.”