Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, îstîxbarata êrîşên li Başûr ên li ser şervanên azadiyê bi temamî ji PDK’ê tê û destnîşan kir, di êrîşên 6 salên dawî hemûyan de tiliya PDK’ê heye.
Şaredariya Şemrexê amadekariyên ji bo febrîqeya tekstîlê temam dike ku wê ji 350 kesî re derfetên kar biafirîne. Febrîqe wê ji jin û ciwanan re derfetên nû yên kar peyda bike.
Li Dibistana Havînê ku perwerdeyên şano û muzîkê têne dayin, li gel perwerdeya amûran, karê koro, dersên nota û solfejê her wiha perwerdeyên li ser lîstikvaniyê, drama, deng, diyafram jî têne dayin.