– Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
– Çalakiyên ku ji bo protestokirina desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê tên lidarxistin, wê bên şopandin.
– Çalakiyên xizmên windayan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.
– Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê diyar kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser perwerde, cemxane û baweriya Elewiyan, şêwazê herî xeter ê qirkirinê ye û bang kir ku têkoşîna rêxistinkirî ya Elewiyan hîn xurttir bê domandin.
– Jinên bûne şahidê şewatê diyar kirin ku leşkeran kesên ji bo alîkariya gundên ji şewatê bandor bûne hatin, asteng kirine û wiha gotin: “Ne av û ne jî ceyranê didin gundên me. Em bi salan in vê zilmê dikşînin.”
– Berdevka Meclîsa Ekolojiyê ya DEM Partiyê Melîs Tantan diyar kir ku şewatên daristanan polîtîkayeke şerê taybet e û got ku DEDAŞ ji bo desthilatdariyê aparatek a ji bo karanînê ye.