Bûyerên piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Di ser agirbesta destpêkê de 32 sal derbas bûn, ku Rêber Apo ji bo aştî û çareseriya demokratîk ragihand. Rêber Apo ku îro jî ji bo aştiyê gava herî mezin avêt, 32 sal in li muxatabekî cidî digere.
Jinên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Amedê dimeşin Enqereyê, meşa xwe îro bi dawî dikin.
Jinên ku li Dîlok û Edeneyê bi tilîlî û dirûşman tevlî meşa TJA’yê bûn, gotin “Divê aştiya civakî bê avakirin, em naxwazin bê hêvî bibin. Em dixwazin hêviyê mezin bikin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari îro li civîna koma partiya xwe wê li ser rojevê daxuyaniyan bide.
Rêvebera Pirtûkxane û Cafeya Şilêr Fîdan Muhemed diyar kir ku Pirtûkxaneya Şilêr pirtûkên gelek zimanan li pirtûkxaneyê tê peydakirin û tekez kir ku ji her beşên civakê berê xwe didin pirtûkxaneyê, li vir çanda xwendinê û hev naskirinê pêş dixin.