– Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
– Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser bajarên Rojava û pêşketinên têkildar wê werin şopandin.
– Çalakiyên ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê li dijî êrîşên li Rojava hatine kirin wê werin şopandin.
– Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik diyar kir ku êrîşên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê leşkerî ne, parçeyek ji meyla piralî ye ku “armanca wê tasfiyekirina civaka demokratîk û îradeya Kurd e.”
– Parlementera Parlementoya Ewropayê Assita Kanko destnîşan kir ku Kurd bi tenê hatine hiştin û hişyarî da: “Mayîna Kurdan a li ser piyan, îmtîhana biryardariya me ye. Têkçûna Kurdan, tê wateya zindîbûna DAÎŞ’ê.”
– Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê, çalakiyên malbatên windayan û girtiyan dê bên şopandin.
– Meclîsa Malbatên Şehîdan, bang li her kesî kir ku beşdarî meşa protestokirina komployê û daxwaza azadiya Rêber Apo bibin ku dê di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin.
– Sevda Kirca ya berxwedêra kevin ku piştgira herî mezin a karkerên li depoyên Migrosê li dijî mercên xebatê yên koledar têdikoşin e, got: “Her gava ku me 4 sal berê hûnandibû, li çar aliyê welat belav bû.”

