Pêncşem, 15 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevserokên DBP û DEM Partiyê beşdarî merasîma bîranîna Kaytan û Altûn bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ESP û SGDF’ê greva birçîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaz ‘rakirina kontrola edlî’ ya têkildarî 19 rojnamevanan hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozturk: Gelê Kurd banga têkoşîna hevpar li sosyalîstan kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş piştî 29 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Mexmûrê li dijî binçavkirin ambargoyê kona berxwedanê vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê: Em ê serî li ber zilmê netewînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Mexmûrê li Bexdayê hate girtin: Gel dest bi meşê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemal Amed: Kongre destpêka pêvajoyeke têkoşînê ya dîrokî ya nû ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Umît: Divê em Rêbertî rast fêhm bikin û bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Bi ruhê dema nû em zimanê dayikê li her qadê bi pêş ve bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin
Rojane

Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin

Li Stenbolê deklarasyona Newrozê ku wê roja 23’yê Adarê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” were pîrozkirin, hate eşkerekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Deklarasyona Newroza 2025’an ku dê bi pêşengtiya Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” were pîrozkirin, li Stenbolê hate aşkerakirin. Deklarasyon, li hotêleke li navçeya Beyoglûyê hate aşkerakirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tevlî bûn. Li eywana deklarasyon lê tê xwendin pankarta “Newroza Civaka Demokratîk a ji bo azadiyê” hate daliqandin.  Deklarasyona Newrozê ji hêla Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû ve hate xwendin.

Deklarasyona Newrozê wiha ye:

“Newroz, ji bo gelê Kurd navê berxwedan, azadî û zayînê ye. Her çiqas dewlet hewl didin vê wateyê bixin nava çarçoveyeke teng jî, rastiya Newrozê berxwedan û azadî ye. Gelê Kurd bi sedsalan têkoşîna xwe di agirê Newrozê de geş kiriye, di vî agirî de hebûn, berxwedan û azadiya xwe nîşan daye. Newroz îro îfadeya herî xurt a meşa azadiya gelê me ye. Ji ber vê yekê her dengê ku ji qadên Newrozê bilind dibe, her agirê ku tê vêxistin, her strana ku tê gotin, her govenda ku tê girtin îradeya parastina azadiya me ye.

Wateya herî mezin a zindîkirina ruhê Newrozê îro di çarçoveya azadiya gelê Kurd de berfirehkirina têkoşîna aştî û civaka demokratîk e. Di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelan ji bo avakirina jiyana hevpar û aştiya bi rûmet dîsa bangeke dîrokî û xurt kir. Em ê vê banga Rêberê Gelan bi heqîqeta azadiyê ya Newrozê re bikin yek û careke din nîşan bidin ku em dikarin bi hev re jiyana azad û wekhev ava bikin.

Em îsal Newrozê bi şîara Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk pîroz dikin. Newroza îsal Newroza parastina vîna azadî û aştiyê ya Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan e. Bi sedsalan e ku gel û bawerî rastî her cure êş û azaran hatine. Di nav gelan de êş û azarên herî mezin jî gelê Kurd kişandiye. Sedema êşa Kurdan a ku di nava dîrokê de ava bûye, zagonên înkarê yên nûjenkirî û polîtîkayên desthilatdaran yên li ser civakê ne. Ji bo ku înkarkirina gelan bi dawî bike, dawî li polîtîkayên çewisandinê bîne û civaka demokratîk ava bike, Rêberê Gelan berpirsyariyeke dîrokî digire ser milê xwe. Ji bo ku bikare vê berpirsiyariya dîrokî bi cih bîne, divê demildest azadiya fîzîkî û şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelan bê misogerkirin. Dabînkirina şert û mercên xebatê yên hêza ‘Teorîk û Pratîk’ ji pêdiviyeke takekesî zêdetir erka bicihanîna berpirsiyariya civakî û siyasî ye.

Ev banga jiyaneke adil û wekhev a gelan, baweriyan, jinan, ciwanan, zarokan, kedkaran û teqawidan divê bi ked û têkoşîna her kesî bê bilindkirin. Azadî û şoreşa jinan a ku bi têkoşîna Rehşanan, Ronahiyan, Zekiyeyan, Bêrîvanan vejiyaye, îro jî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bûye agirê Newrozê. Têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên mêtinger ên şerê taybet, li djî desthilatdariya mêrperest û netew-dewlet dê di avakirina aştî û civaka demokratîk de berpirsyariya herî mezin bigire ser milê xwe û civakîbûna aştiyê birêxistin bike û biparêze.

Şoreşa Rojava ronkahiya îro ya ruhê azadiyê yê Newrozê ye. Pergala demokratîk a ku li Rojava hatiye afirandin, civaka neteweya demokratîk a li ser esasê azadiya jinan û wekheviya azad a gelan hatiye avakirin. Pergala Rojava weke Newrozê sembola berxwedan û zayînê ye. Lê mayîndekirina van destkeftiyan û misogerkirina siberoja gelê me tenê bi berfirehkirina têkoşînê pêkan e. Mîna agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim pêxist, îro jî rêya parastina şoreşa Rojava, bilindkirina meşaleya têkoşînê ye.

Cewhera Newrozê îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e. Newroz îfadeya ziman, reng û baweriyên cuda ye ku li ser jiyaneke wekhev û hevpar dicivin. Ji ber vê yekê jî Newroz rastiya dîrokî ye ku her cudahî dikarin li hev bicivin. Civaka demokratîk û aştiya bi rûmet, bi ruhê berxwedanê yê Newrozê mezin dibe. Îro rêya herî xurt; hembêzkirina van nirxan, mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî, avakirina civaka demokratîk û misogerkirina yekitiya neteweyî ye.

Gelê Kurd weke li Kurdistanê li hemû cîhanê têkoşîna xwe didomîne û her tim bûye sembola berxwedan û zayînê. Misogerkirina yekitiya neteweyî dê vê berxwedan û têkoşînê ber bi serkeftinên mezintir ve bibe. Hêzên hegemonîk ên navendî bi hevkariya hêzên herêmî dixwazin li Rojhilata Navîn fermanên nû ava bikin. Lewma ji bo Kurdan xefkên nû tên amadekirin. Gelê Kurd dê sedsaleke din jî bi fermanên derve neyê birêvebirin. Gelê Kurd bi biryar e ku bi paradîgmaya civaka demokratîk xwe bi rêxistin bike û fermanên ku Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî û fikrî ve parçe dike ji holê rake. Gelê Kurd dê vê yekê jî bi xurtkirina yekîtiya neteweyî pêk bîne. Gelê Kurd her tim îradeya xwe ya avakirina siberojê bi nirxên berxwedanê yên berê re li qadên Newrozê nîşan daye. Di dema pêşxistina van nirxan de, gelê Kurd rastiya civakî ji xwe re esas girtiye. Ji ber vê yekê yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd û ji bo gel û baweriyên Rojhilata Navîn pêwîstiyeke bingehîn e. Eger yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bê, dê amûrên zextê yên dewletan jî ji destê wan bê stendin. Li gorî ruhê Newrozê gelê Kurd dê careke din îradeya xwe ya hevpar a azadiyê ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî; li gund, kolan, bajar, serê çiya û qadan nîşan bide.

Newroza 2025’an dê bibe qonaxa mezinkirina berxwedan û azadiyê, dê civaka demokratîk bê avakirin û têkoşîn dê pêş bikeve. Agirê Newrozê dê bi ruhê yekîtiya neteweyî, bi dengê bilindkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan û têkoşîna mayîndebûna şoreşa Rojava geştir bibe.

Em Newrozê li Rêberê Gelan pîroz dikin ku wî hewl da Newrozê bi pêvajoyeke wiha watedar pêşwazî bike û em hêvî dikin ku gel bi coşa Newrozê li hev bicive. Em ciwan, jin, kedkar û hemû gelê xwe bi kelecana azadiyê vedixwînin pîrozbahiyên Newrozê. Newroz qada hêza herî xurt a têkoşînê ye. Em bi ruhê azad ê Newrozê Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin. Newroz pîroz be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gulistan Koçyîgît: Peymana li Sûriyeyê gaveke gelekî girîng e
Nûçeya Pişt re Ji bo ‘Aştî û civaka demokratîk’ civînên gel dewam dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sirri Sureyya Onder: Em ê aştiyê ava bikin

Ji Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Partiya Saadetê re daxuyanî da û…

Ji aliyê Stêrk TV

Kuştina Haniyye: Rayedarên Îranê gefa bersivdanê xwarin

Hamasê ragihand ku lîderê wan ê siyasî Îsmaîl Haniyye li Tehranê di êrişeke hewayî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Teleskopa James Webb wê 24’ê Kanûnê bê şandin

NASA teleskopeke nû dişîne fezayê. Ev teleskop wê bikeve şûna Teleskopa Fezayê ya Hubble, ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hevserokên DBP û DEM Partiyê beşdarî merasîma bîranîna Kaytan û Altûn bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji ESP û SGDF’ê greva birçîbûnê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Daxwaz ‘rakirina kontrola edlî’ ya têkildarî 19 rojnamevanan hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?