Hevserokê Şaxê Aksarayê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Dîren Can Kaya diyar kir ku avaniyên rêxistinkirî yên karker û kedkaran bi gotina “Kirdeya civaka demokratîk ne dewlet lê civak e’ bêyî ku hêvî ji desthilatdariya heyî bikin xebatên xwe didomînin û destnîşan kir ku ew wekî KESK’ê di her firsendê de daxwaza aştiyekî bi rûmet tînin ser ziman.
Hevserokê Şaxê Aksarayê yê SES’ê Dîren Can Kaya anî ser ziman ku ji ezmûnên demborî karker bi fikar nêzî pêvajoyê dibin. Kaya wiha got, “Karker û kedkar ji ber tecrûbetên demborî bi fikar nêz bibin jî bi bawerî û hişmendiya ku çareseriya hejariya heyî aştî û civaka demokratîk e, pêvajoyê dişopînin. SES û konfederasyona KESK’ê ku em girêdayî ne daxwaza aştiyekî bi rûmet di her firsendê de anî ser ziman. Em wekî her serdemê didin zanîn ku helwesta me ya rêxistinî wê bibe alîgirê aştiyê bi rûmet. Îdiaya me ya bûyîna rêxistina kedê ya herî mezin a van xakan, di heman demê de ji ber bûyîna me ya rêxistina aştî, demokrasî, jin û ekolojî ye. Ji ber ku karker û kedkar bi ziman û nasnameya xwe bi azad têdikoşin e.”
Kaya bi bîr xist ku Serokkomar Erdogan di dema peymana giştî a kar ya berê de li hemberî daxwazên sendîkayan pirsîbû, “Bihaya guleyekê çiqas e?” û wiha berdewam kir: “Di destpêka vê pêvajoyê de, tişta ku yekem di hişê mirovan de çêbû, ev bû ku desthilatdariya siyasî, ku bihayê guleyê ji xwediyên sermayê re nepirsî, niha êdî behaneya xwe ya herî mezin a ku li hemberî karkeran bikar tîne, dê ji holê rabe. Daxwazên karkerên ku bi KHK’an ji kar û nanê xwe hatine dûrxistin, bi darbeyên qeyûman re bi birçîbûnê hatine cezakirin, zelal in. Di qonaxa ku îro hatiye gihîştin de, qeyûmên ku herî dawî li Wanê karker ji nanê wan kirine, çi ji sendîkayê bin çi ji nebin, di nav hemû karkeran de, aliyê ku di vê pêvajoyê de bêbawerî lê tê hîskirin, bi dengekî bilind dest pê kiriye ku bê gotin.
Karker û kedkar, her wiha êrîşên rejîma yekkesî li ser hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê dibînin, lê dîsa bi destê desthilatdariyê di pêvajoya TÎS’ê de bi xizanî û belengaziyê hatine mehkûmkirin. Her wiha tê dîtin ku ji bo karkerên ku bi qeyûmê Wanê ji kar hatine derxistin, dema ku bi îmzeyekê qeyûm dikare were avêtin nav çopê dîrokê û karker dîsa karê xwe dest pê bikin, desthilatdariyê tercîha xwe ji bo zordariyê bikar aniye. Lê belê, divê neyê jibîrkirin ku avaniyêma rêxistinbûyî yên karker û kedkaran, bi gotina ‘Ciwaka demokratîk ne dewlet, lê civak bi xwe ye’, bêyî ku ji desthilatdariya heyî tiştekî bixwazin, bi vê hişmendiyê xebatên xwe gelekî berê dest pê kirine.”
GAVÊN PKK’Ê DI ROJEVA KARKERAN DE YE
Kaya diyar kir ku gavên PKK’ê yên hatine avêtin, ji kargehan bigire heta atolyeyan, ji nexweşxaneyan bigire heta daîreyên bacê, di nav karker û kedkaran de cihêkî girîng digire û tê axaftin û wiha got: “Ji aliyê karker û kedkaran ve, rejîmek yekkesî ku meşrûbûna xwe winda kiriye, nayê hêvîkirin ku civakek demokratîk ava bike an jî ji bo vê pêvajoyê gavên wekhev bavêje. Lê em dikarin sedema lezkirina gavên wisa diyar bikin; îro rewşa Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn diyar e. Kesên ku bi zanebûna xwe têrê nakin, bi quretî tevdigerin û ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî pêvajoyê têk bibin hewl didin, divê neyên razîkirin. Pêwîst e ku di her qadê de were gotin ku gelên Tirkiyeyê êdî saniyeyek jî winda nekin ji bo ku bi ziman û nasnameya xwe bi azadî bijîn, ked neyê xespkirin û civakek demokratîk were avakirin.”
NE TENÊ MESELEYA NETEWEYÎ YE
Kaya destnîşan kir ku divê karkerên li Tirkiye û Kurdistanê dijîn bizanibin ku pirsgirêka Kurd tenê meseleyek neteweyî nîne û wiha bi dawî kir: “Divê em ji bîr nekin ku modernîteya kapîtalîst ji bo berdewamkirina hevkêşeya xwe ya xespkirinê li cihekî stratejîk cih digire. Karker û kedkar divê ji bo aştiyek bi rûmet têbikoşin.”