În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Guhertina esasî wê bi têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re xwe nîşan bide!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Kirşehîrê ji girtiyan biryara derneketina hevdîtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ROJIN: Qada çapemeniyê veguherînin qada têkoşînê
Jin

ROJIN: Qada çapemeniyê veguherînin qada têkoşînê

ROJIN’ê bi wesîleya 8’ê Adarê bang li hemû hempîşeyên xwe kir ku li dijî her cure êrîş û gefan deng û gotinên xwe bikin yek, torên xwe yên hevpar xurt bikin û qada medyayê li ser navê jinan veguherînin zemînê têkoşînekê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) bu wesîleya 8’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di demeke ku rojnamevanên jin, maf û azadiya jinan di bin gefên giran de ne pêşwazî dikin û li dijî van gefan em ê têkoşîn û hêviya xwe ya azadiyê mezin bikin.

Li erdnîgariyên ku polîtîkayên şer lê serdest in, rojnamevanên jin ji bo ku raya giştî ji tiştên diqewimin agahdar bikin, di bin siya pevçûn û çekan de heqîqetê dişopînin.

Her çendî li dewletên hiqûqî mafê wergirtina agahiyan di Destûra Bingehîn de hatiye misogerkirin jî, ev maf ji aliyê rejîmên baviksalarî û totalîter ve bi awayekî keyfî tê astengkirin. Ev rejîm li şûna şert û mercên xebatê yên rojnamevanan misoger bikin, an dikujin, an digirin, an jî gefê li wan dixwin.

Ev rewş li welatê me Kurdistanê bi awayî herî dijwar tê jiyîn. Di nava salekê de gelek hevalên me yên rojnameva dema nûçe dişopandin hatin qetilkirin. Rojnamevan Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Rosîda Mêrdîn û Cîhan Bîlgîn ên di nava salekê de hatin qetilkirin, ne tenê rojnamegerî dikirin, di heman demê de doza maf û azadiya jinan jî dikirin. Ew bûn deng, gotin û pênûsa têkoşîna jinan. Her nûçeya ku wan çêkir bi qasî agahdarkirina civakê, li ser navê jinên ku azadiya wan ji destê wan hatiye standin jî pêşketin û destketiyek e. Ger ji bo nûçeyê jiyana têxe xetereyê, ev heqîqet bi xwe ye. Ev hempîşeyên me ne tenê pêşengên rojnamevaniya Kurdistanê ne, di heman demê de pêşengên etîk û heqîqeta rojnamevaniya cîhanê ne.

Êrîşên piralî yên li ser rojnamevanan li derveyî sînoran jî didomin.

Platformên medyaya dîjîtal di salên dawî de bûne kanalên ragihandinê yên sereke û bênavber êrîşên li ser jinan didomînin.

Bê guman zêdebûna zextên li ser rojnamevanên jin ji êrîşên li ser jinên cîhanê ne qut in. Li hin welatan êrîş gihîştine asta qirkirinê, li hin welatan jî weke êrîşên psîkolojîk û civakî didomin.

Hewldanên ku jinan têxin cihên girtî, polîtîkayên li ser bedena jinan tên meşandin, êrîşên zayendî dibin sedema hilweşîna exlaqê civakê û hewl didin pêşerojeke dij demokratîk, dij civakî ava bikin.

Rojnamevaniya jinê di qonaxeke krîtîk de ye

Rojnamevanên jin ji aliyekî ve rastî zîhniyeta baviksalarî û zextên civakî yên kevneşopî tên, ji aliyê din ve jî li dijî mobbing û zayendîperestiya di çapemeniyê de têdikoşin.

Li hemberî van hemû êrîşan ji her demê bêhtir girîng e ku têkoşîna jinê ya ku rejîmên baviksalarî dihejîne, dengê jinan bide bihîstin. Ji ber van sedeman rojnameveniya jinê di qonaxeke pir girîng û krîtîk de ye. Bi taybetî ji bo jinan û bi giştî hemû rojnamevenan mîsogerkirina jiyana wan, başkirina şert û mercên xebata wan di cîhanê roja me de mijareke jêveneger e.

Em ê bîranînên bi dehan hempîşeyên xwe yên ku ev mîrasa heqîqetê ji me re hiştine ve girêdayî bin, bi mezinkirina têkoşîna li dijî zayendperestiya di nava civak û medyayê de  rojnamevaniya jinên azad geştir bikin.

Bi wesîleya 8’ê Adarê em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku li dijî her cure êrîş û gefên li ser rojnamevanan deng û gotinên xwe bikin yek, torên xwe yên hevpar xurt bikin û li ser navê jinan qada çapemeniyê veguherînin qada têkoşînê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yekgirtina jinên cîhanê wê bibe têkçûna pergala kapîtalîst
Nûçeya Pişt re Gaziyên Jin: Di pêşengiya jinan de em ê civaka demokratîk ava bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MSD: Divê komîteya amadekar a Kongreya Diyalogê jinûve were avakirin

MSD’ê anî ziman ku komîteya amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî Sûriyeyiyan bi hemû çêkera xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

MSD: Bila qetilkirina Sîpan û şewata girtîgehê were lêkolînkirin

MSD’ê têkildarî bûyerên dawî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji bo şehîd Sîpan û qurbaniyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sêrtê meş: Azadî wê ji Îmraliyê belavî Sêrtê bibe

Li Sêrtê li dijî derbeya qeyûm meş hate kirin. Di çalakiyê de wiha hate gotin:…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwan Îbrahîm Rojava ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî serdana sersaxiya şehîd Ciwan Îbrahîm kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?