Kameraya me çavên milyonan bû, pênûsa me zimanê mirovahiyê bû, dilê me topêk agir bû li dijî tarîtiyê. Em li welatekî ku azadiya wî hatiye desteserkirin, ziman û çanda wî rû bi rûyî tunekirinê maye, mezin bûn. Lê bi jiyan, hebûn û çîrokên berxwedan û rûmetê yên gelê ku ji bo mirovahiyê mînak e, em mezin bûn. Di her çîrokê de me xwe û dîroka xwe nas kirin. Çiya malên me bûn, deşt, bajar û kolan dilê têkoşîna me bûn. Di vê serpêhatiya azadiyê de Heval Azîz jî wekî rojnameger û pêşengê şoreşger di dilê me de cih girt.
Jiyana Heval Azîz a tijî, watedar û zehmet vegotin bi tu peyv û hevokan ne pekan e ku têr bê gotin. Pênûsa min ne xwedî qabîliyeta vegotina vê yekê ye. Lê ez ê hewl bidim ku bîranînên salek û nîvê ku me bi hev re xebitî û jiya, bi awayekî gengaz bibêjim. Xebata wî ya bêhempa di têkoşîna rastiyê de, ragiandina ji cihanê re wezîfeya me ye. Bi wî re xebitîn û jiyan ji bo min rûmet û çavkaniya moralê bû.
Me Azîzê dilê xwe û yê gelê xwe cara yekem li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê nas kir. Ez jî wê demê cara yekem e dest bi xebatên rojnamegeriyê bikim. Ji ber vê yekê, ku Heval Azîz mamosteyê min ê yekemîn ê çapemeniyê bû, di dilê min û di serpêhatiya têkoşîna min de cihê wî cuda ye. Min tu tiştî ji ragihandinê nizanîbû; ne nivîsandin, ne jî wênekêşandin. Ger îro ez evqas ji pîşeya rojnamegeriyê hez dikim, ev jî bi perwerde, bawerî û moraleke bilind a ku ji Heval Azîz standiye ye.
Heval Azîz, di sala 1976’an de li navçeya Çinar a Amedê ji dayik bû; li ser axa xwe bi kevneşopiyeke welatparêz û berxwedêr mezin bû, jiya û têkoşiya. Bi kevneşopiya Şêx Seîd û Mazlum Dogan mezin bû, Heval Azîz di temenekî biçûk de rastiya Kurd û Kurdistanê nas kir û ji bo azadiyê gav avêt.
Di sala 1994’an de li Amedê dest bi xebatan kir, ji 96’an heta 98’an sê caran hat binçavkirin. Di têkoşîna xwe ya li dijî zilm û neheqiyê de metirsiyan berçav girt û di 16 saliya xwe de ji bo rûmeta welat û gelê xwe bi îşkence û hovîtiyeke giran re rû bi rû ma. Di êvarekê ku me bi hev re sohbet kiribû de, li ser pêvajoya zîndanê wiha gotibû:
“Ez 16 salî bûm. bi gelek hevalên hêja re mezin bûn û me şahidî ji hovîtiya dewleta Tirk kir. Ji ber vê yekê jî wekî her ciwanê welatparêz a Kurd me hewceyî têkoşînê dît. Ji ber xebatên xwe yên çalak, ez bûbûm hedefa dijmin. Dijmin li pey min bû, lê nikaribû min bigirta. Mixabin ji ber hin rewşên ewlekariyê ez ketim destê dijmin. Gardiyanên Tirk ji bo ku ji devê me tenê du peyv (teslîmbûn û îtirafkarî) derkevin, çi îşkence nemabû nekiribûn, çi qir û qêrîn nemabû nekiribûn. Lê dijmin çi kir jî min tiştek negot. Her carê tenê ev peyv digotim: Ez ê heta dawiyê berxwe bidim.”
Erê, Heval Azîz bi rûmetê ji gelê xwe standî bi ruhê xwe yê berxwedêr bersiv da vê îşkenceyê. Bawer dikir ku azadî bê bedel pêk nayê. Dibe ku em wê demê şahid nebûn; lê dema ew dipeyivî, ji mimikên rûyê wî em jî mîna ku wan rojan jiyabûn hîs dikir. Dijmin, di şexsê wî de li gelê me, li me îşkence kiribû. Her telê spî yê porê Heval Azîz bîranînek bû; ji ber ku ew di nava têkoşînê de mezin bûbû.
Piştî derketina ji zîndanê, di salên 2000’î de wekî rojnamevan û lêgerînerê azadiyê li çiyayên azad ên Kurdistanê dest bi têkoşînê kir. Ji Qendîlê heta Zagrosê, li hemû qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana gerîla û têkoşîna wê bi kamera û pênûsa xwe, bi nivîs û wêneyên xwe ji hemû cîhanê re nîşan da. Bi kesayetiya xwe ya welatparêz, durust û kedkar li serê çiyan bi temamî jiya. Bi xebatên xwe gelek qadan gerand, bi gelek gerîlayên qehreman nas kir.
Heval Azîz bi gotarên xwe, wêne û dîmenên xwe dîrok û bîranîna gerîlayan ava kir. Bi gerîlayên ku li pey jiyana azad dimeşiyan re jiya; bi astengiyên zehmet û giran re rû bi rû ma. Êrîşên dagirkeriyê yên hov ên dijmin ji nêz ve şopand û sûcên şer belge kir.
Dema di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojava pêk hat, Heval Azîz di sala 2013’an de berê xwe da Rojava ku paradîgmaya Rêber Apo lê tê sepandin û xebatên ragihandinê bi evîneke mezin meşand. Di 2018’an de ji bo şopandina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê çû Efrînê. Di 2019’an de jî ji bo belgekirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê çû qadên şer ên tund.
Azîzê dilê me, li gelek deverên Başûrê Kurdistanê cih girt. Ji Silêmaniyê heta Hewlêrê li her qadê xebatên ragihandinê meşand. Heval Azîz ku rojeva Başûr ji nêz ve dişopand, di bernameyên televîzyonê de, di nivîsên xwe de analîz û nirxandinên girîng û bi qîmet dianî ziman. Pirsgirêkên koka leşkerî, siyasî, civakî û hwd. bi aqilmendiya xwe ya siyasî analîz dikir; ne bi zimanê gilîkirinê, bi ziman û şêweyekî ku çawa çareseriyê bibîne, perspektîf û çareyan pêşkêş dikir.
Di vê pêvajoyê de em bi hev re man û xebitîn. Karaktera wî pir dilnizm û kedkar bû. Qet wekî burokrat nedixebitî; di şertên Kurdistanê de jiyana burokratî ne ji xwe re ne jî ji kesên din re layiq didît. Bi helwest û beşdariya xwe xwedî li karê xwe derdiket. Bi dehan welatparêzên Başûrî re bêpere û bê hesab perwerdeya ragihandinê da. Bi jiyan, helwest û xebatên xwe nîşan da ku rojnameger divê çawa be.
Rêgêzên wî hebûn; pîvanên red û qebûlkirinê zelal bûn. Li hember çewtiyê çewt, li hember rastiyê rast digot; cesareta wî hebû. Rêgêzên wî yên taybet hebûn. Taybet li Amedê, bi giştî li Kurdistanê gelek ciwanên ku di bin siya polîtîkayên şerê taybet ê dijmin û derewan de diman, qebûl nedikir. Heval Azîz bi rastî jî bi biçûkan biçûk, bi mezinan bû.
Di xebatên xwe de berpirsiyariyên girîng girt ser xwe û pêşengiya rastiyê kir. Wekî nêçîrvanekî rastiyê jiya, hevaltî kir û li dijî dijmin şer kir. Bi vê taybetmendiya xwe ya hêja ji hevalên xwe re jî mînak bû; xebatên çapemeniyê bi her kesî da hezkirin. Ji bo vê yekê em dikarin bêjin ku di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de Heval Azîz dîrokeke çapemeniyê ye.
Heval Azîz ne tenê kedkerekî ragihandinê bû; di cihê wê de şoreşger, siyasetmedar û di heman demê de şervanek bû. Ji ber vê yekê jiyana xwe ya ku tê de 32 salên têkoşîneke mezin bi cih kir, bi coş û heyecaneke mezin derbas kir.
Heval Azîz, di 27’ê Çileya 2025’an de li gundê Girdecan ê bajaroka Çarqurne ya navçeya Ranya ya Raperînê, bi piştgiriya hevkariyên herêmî di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû.
Heval Azîz, jiyana watedar a ku hilbijartibû bi temamî jiya û bi lehengî şehîd bû. Di 32 salên têkoşîna xwe de bi gelek rojnamegerên hêja yên wekî Gulistan Tara, Seyîd Evran, Cihan Bilgin, Mirad Mirza, Hêro Behadîn, Nazim Daştan, Musa Anter, Gurbetellî Ersoz û Karwan Horam nas kir; bi wan re bû lêgerînerê şopa rastiyê. Meşaleya azadiyê ya ku bi Mazlum Dogan dest pê kiribû, îro bi ruhê Azîzan û Gulistanan geş dibe û dişewite.

