Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rojnamevan Akdemîr hat bibîranîn
Rojane

Rojnamevan Akdemîr hat bibîranîn

Nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr di salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8’ê Hezîrana 2992’yan de li Amedê hat qetilkirin, li cihê lê hat qetilkirin, Kolana Melik Ahmedê ya Sûrê hat bibîranîn.

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, Nûnerê DÎSK Basin Îş yê Amedê Hakki Boltan, rojnamevan û malbata Akdemîr beşdarî bîranînê bûn. Meşa bîranînê li serê kuçeyê dest pê kir û li cihê ku Akdemîr lê hat qetilkirin bi dawî bû. 

Di bîranînê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû metna daxuyaniyê ya bi Tirkî û edîtorê serwîsa Kurdî yê MA’yê Fahrettîn Kiliç ya bi Kurdî xwend.

Metna daxuyaniyê bi vî awayî ye:

“Çapemeniya Azad afirandina kevneşopiyeke ku li pey rastiyê ye û ji bo rastiyan bigihîne gel amadeye ku her cure bedelî bide. Kevneşopiyeke ku li dijî desthilatên hewl didin rastiya rojnameyên hatine girtin, avahiyên hatine bombekirin, belavkar û rojnamevanên hatine qetilkirin û windakirin veşêre, heqîqetê diqîre. Rojnamevanên kurd ku ji salên 1990’î û vir ve hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê avahiyên dewlet piştgiriya wan dikin ve hedef tên girtin, karê xwe dewam kirin. 

Yek rojnamevanê wê demê hate qetilkirin jî nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê yê Buroya Amedê Hafiz Akdemîr ê 27 salî bû. Akdemîr ê di Rojnameya Yenî Ulke ya heftane de dest bi nûçegihaniyê kir, piştî girtina rojnameyê li Buroya Rojnameya Ozgur Gundêm ya Amedê dest bi kar kir. Nûçeyên çalakiyên grevên birçîbûnê yên li avahiyên Partiya Kedê ya Gel (HEP), berxwedana karkerên li Tekelê, kesên ku îşkence li wan hate kirin an jî gundên wan hatin şewitandin çêkirin û ji raya giştî re ragihand. 

Piştî ku Akdemîr bi nûçeyên xwe yên li ser Hîzbûlah û kontgerîlayan bal kişand ser xwe sibehekê noteke ku li ser “Pênûsa we tê bişikê, dora we ye” danîn ber deriyê rojnameyê. Akdemîr ê roja din di kontrola nasnameyê de bi gotina “Hay ji tiştên ku dinivîsî hebe” gef lê hate xwarin, dema di 8’ê hezîrana 1992’yan de diçû buroya rojnameyê li Kolana Hafiz Akdemîr a li ser Cadeya Melîk Ahmet ku niha navê wî lê hatiye kirin di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. 

Di lêpirsîna têkildarî cînayetê hate destpêkirin de 8 salan tu pêşveçûn çênebû û cînayeta Akdemîr heşt salan weke “kiryarên ne diyar” ma. Piştî ku berpirsyarê Hîzbûllahê Huseyîn Velîoglû yê di salên 90’î de ji aliyê dewletê ve dihate bikaranîn di 17’ê çileya 2000’î de li vîlayeke li Beykoz a Stenbolê hate kuştin, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê Doza Sereke ya Hîzbûllahê ya ji 31 bersûcan pêk tê dest pê kir. Cînayeta Akdemîr, di nava 188 cînayetên bûn mijara vê dozê de cih girt. Bersûcê Hîzbûlahê Fûat Balca têkildarî cînayetê got ku wî bi xwe çavdêrî kiriye, Mahmût Kaya talîmata çalakiyê daye û çek bi dest xistiye û Cîhan Yildiz ê bi nasnavê “Huseyîn” tetîk kişandiye. Yildiz di sala 2008’an de ji aliyê Înterpolê ve li paytextê Vîyana ya Avûsturyayê hate girtin û anîn Tirkiyeyê û ji 11 cînayetên ku cînayeta Akdemîr jî di nav de berpirsyar hate girtin. Dadgehê di 20’ê Mijdara 2009’an de li Balca û 15 bersûcan cezayê muebedê yê hefsê birî. Lê bêyî ku ji dosyaya çû 9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind biryarek derkeve, di 1’ê Çileya 2011’an de Qanûna Mûhakemeyên Cezayî (CMK) ket meriyetê. Di vê çarçoveyê de 12 bersûcên 10 salên wan tejî bûn bişert di 3’yê Çileya 2011’an de hatin berdan. Bersûcê tetîkkêş Cîhan Yildiz ê bi nasnavê “Huseyîn” jî hate berdan. Hate diyarkirin ku Yildiz jî weke bersûcên din ên Hîzbûllahê reviyaye qampên rêxistinê yên derveyî welat.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn de krîz û şer hate nîqaşkirin
Nûçeya Pişt re Cenazeyê Şehîd Feysel Elewî bi girseyî hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên meha Kanûnê şehîd bûne, eşkere kir

QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên di meha Kanûnê de şehîd bûne eşkere kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Pirtûka ‘Berxwedan’ a Laûra Schrader hate weşandin

Pirtûka 'Berxwedan' a rojnamevana Îtalyayî Laûra Schrader, ku li ser serpêhatiya aştî û berxwedanê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa hewayî li dijî Îranê pêk hat

Li bajarên cur be cur ên Îranê dengê teqînan hate bihîstin. Li Necefabad’ê di êrîşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Çalakiya nobetê ya li dijî projeya GES’ê ya li Arzoxliyê di roja 7’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?