Nameyeke protestokirinê der barê kuştina du rojnamevanên jin de, bi vî rengî ye:
“Ji bo:
– Balyozxaneyên welatên biyanî li Bexdayê
– Konsolosxaneyên li Herêma Kurdistanê
– Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor
– Hemû sendîka, çavdêriyên mafên mirovan û rojnamevanan
Roja înê, 23’yê Tebaxa 2024’an, we hemûyan bûyereke trajîk û dermirovî temaşe kir. Li ser rêyeke qelebalix û dûr ji hemû qanûn û rêzikên têkildarî serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê, droneke Tirkiyeyê du rojnamevanên jin kirin armanc. Gava ku nasnameya wan aşkera bû, ew çekdar nebûn, li meydana şer nebûn, ew rojnamevan bûn û dema ku karê xwe yê rojnamevaniyê dikirin, hatin kuştin.
Em wek rojnamevan hêvî dikin ku ev bûyer ne tenê wek nûçe û binpêkirinekê bê qeydkirin, her wiha bi rêya kanalên xwe yên siyasî û dîplomatîk hûn Tirkiyeyê neçar bikin ku dest ji vê terorîzma siyasî berde û rojnamevanan nekişîne nav şer. Ev kiryara terorîstî ya Tirkiyeyê dûrî hemû prensîp û qanûnên şer û mirovahiyê ye.
Em li bendê ne ku hûn di demeke nêz de tev bigerin da ku gef û tehdîdan ji holê rakin, rê li ber kuştina rojnamevanan û bertengkirina karê rojnamevaniyê bigirin.
Rojnamevanên ku name îmze kirine:
1. Ebdullah Mela Nûrî – Siyasetmedar û parlamenterê xanenişîn
2. Guhdar Zêbarî – Rojnamevan û çalakvan
3. Dr. Elî Zelmî – Mamosteyê zanîngehê / Brîtanya
4. Şaxewan Elî Derwêş – Rojnamevan / Brîtanya
5. Saman Elaedîn Neqşbendî – Medyakar / Elmanya
6. Emîn Hacî Zelmî – Rojnamevan û çalakvan
7. Jiyan Mobêrg – Medyakar / London
8. Niyaz Ebdullah – Rojnamevan û parêzerê mafên mirovan / Fransa
9. Hewraman Nîmet – Rojnamevan, çalakvan / Brîtanya
10. Hendrên Hewramî – Rojnamevan / Belçîka
11. Îsmaîl Hemerehîm – Serokê Rêxistina Zîno bo Parastina Şûnewaran
12. Niyaz Hamid Brahîm – Şîrovekarê karûbarên Rojhilata Navîn / Kanada
13. Jalane Neqşebendî – Rojnamevan / Elmanya”