Rêxistinên çapemeniyê li dijî sansûrê li Amed, Enqere, Wan, Îzmîr, Stenbol, Eskîşehîr, Edene, Semsûr û Antalyayê li dijî sansûr û astengiyên li hemberî çapemeniyê meş lidar xistin û piştre daxuyaniya hevpar hat xwendin.
Daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye:
“Li Tirkiyeyê Rojnamevanî ne li cem desthilatdarî, siyasetmedar an sermayeyê, li cem gel e!
Em wek rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên ku mafê gel ê bidestxistina agahiyan diparêzin û li pey rastiyê dimeşin, radigihînin: Êdî bes e! Em fetisîn!
Li cihekî ku rojnamevanekî wek sûc, nûçe wek gef û rastî jî wek tiştekî xetere tê dîtin; em ê li hemberî vê pergala ku ne tenê rojnamevan, her kesê ku nerazîbûn nîşan dide bi sansûr, zext û cezakirinê re rû bi rû dihêle, bêdeng nemînin. Li welatekî ku qeyûm li ser kanalên televîzyonê tên danîn, malperên nûçeyan tên astengkirin, nûçegihan tên girtin, hesabên medyaya dîjîtal tên girtin, rojnamevan hema bêje di şert û mercên koledariyê de tên xebitandin û mafên wan ên civakî tên desteserkirin, mirov nikare qala azadiya çapemeniyê bike.
Hema hema her roj li welatekî ku saziyeke çapemeniyê yan jî nûçegihanek dibe hedef, ji ber nûçeyên ku çêkirine an jî çênekirine tên girtin, hesabên medyaya dîjîtal tên girtin û rojnamevan bi birçîbûnê re têdikoşin, mirov nikare qala demokrasiyê jî bike.
Rojnamevanî li cem gel e. Dema ku mafê karkeran tê desteserkirin, berxwedana kedkaran tê tepisandin, jin rastî tundiyê tên, ciwan ber bi bêtifaqî û bê siberojê ve tên dehfdan, xizanî mezin dibe û çavkaniyên giştî ji sermayeyê re tên pêşkêşkirin, nîşandana van rewşan, berpirsiyariya giştî ya rojnamevaniyê ye. Rojnamevan mecbûr e tiştê ku divê gel bizanibe derxe holê; ne ku tiştê ku desthilatdarî naxwaze bê zanîn veşêre.
Rojnamevanî nikare bibe dengê îradeya siyasî û sermayeyê! Têgihîştina ku berjewendiyên desthilatdariyê an hêza siyasî wek berjewendiyên gel nîşan dide, hêza aborî ya patronan dixe pêşiya rastiyê û nêzîkbûna ji desthilatdariya siyasî re wek temînata ewlehiya pîşeyî dibîne, ne rojnamevanî ye, ji nû ve hilberîna têkiliyên desthilatdariyê ye. Yên ku li şûna rêgezên gerdûnî pişta xwe didin rêgezên siyasî yên wê rojê, divê bizanin ku ew “rêgezên” siyasî yên wê rojê helbet dê ji holê rabin.
Rojnamevanên ku îro berdêlan didin; ji ber ku pirsên ku kêfa desthilatdariyê jê re nayê dipirsin, lêkolîn dikin ku çavkaniyên giştî çawa tên xerckirin, îdiayên gendeliyê dikin nûçe, berxwedana karkeran, lêgerîna mafên jinan, têkoşîna LGBTI+yan, nerazîbûna ciwanan û dengê bindestan radigihînin, dibin hedef. Hinek tên binçavkirin, hinek tên girtin, hinek mehkûmî hepsa malê tên kirin; hinek kar, dahat û derfeta domandina pîşeya xwe winda dikin. Hinek jî ji ber bêewlehiya ku sansûr û zextan avakiriye, neçar dimînin ku xwe bêdeng bikin.
Ew ne tenê ji bo nûçeyekê berdêlê didin. Ji bo mafê gel ê hînbûna rastiyan, kontrolkirina hêza giştî û ji bo ku civak li ser siberoja xwe bi serbestî biryarê bide berdêlan didin. Ji ber vê sedemê, zexta li ser rojnamevanan di heman demê de êrîşeke li ser mafê civakê yê gihîştina rastiyê ye. Divê neyê jibîrkirin; heke pênûsa rojnamevan bê şikandin, civak jî mehkûmî tarîtiyê dibe. Ya ku tê xwestin jî ev e: Rojnamevan nenivîse, civak rastiyan fêr nebe.
Sansûr, otosansûr, girtin û hepiskirin ne tenê pirsgirêka rojnamevanan e. Ev yek astengkirina mafên herî bingehîn ên demokratîk ên vê civakê ne û derbeyke li mafê wan ê wergirtina nûçeyan e. Ev peyama bi dehan hempîşeyên me yên ku diqîrin û dibêjin “Rojnamevanî ne sûc e”, ji bo desthilatdariyê ye, lê divê welatiyên me jî vê bibihîzin. Tişta ku tê bêdengkirin mafê we ye. Tişta ku tê astengkirin mafê we yê gihîştina rastiyan e. Tişta ku tê girtin mafê we yê ku hûn rastiyan hîn bibin û îradeya xwe ya siyasî ava bikin e. Naxwazin ku karker, cotkar, dikandar, karmend, jin, ciwan, bi kurtasî ev civak, ango hûn rastiyan fêr bibin û ji geşedanan agahdar bibin. Ne tenê rojnamevan, hûn jî tên bêdengkirin!
Di 2 salên dawî de qeyûm li ser Flash Haber TV, Ekoturk TV, koma Haberturkê, TELE1 û herî dawî jî li ser Halk TV’yê hatine tayînkirin û weşanên rexneyî yên li dijî desthilatdariyê yên van kanalan hatine rawestandin. Malperên nûçeyan ên Ajansa Welat, JINNEWS, Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), KAOS GL hatine astengkirin û xeleka dawî ya vê pêvajoyê T24 bû ku yek ji malperên herî zêde tê şopandin e li Tirkiyeyê. Li gel vê yekê, hesabên medyaya civakî yên malperên girîng ên wekî Evrensel, Kısa Dalga, SolHaber, Azadiya Welat, Rojnameya Yenî Yaşamê û Bianetê hatine astengkirin û ji bo gelek nûçeyên wan jî biryarên astengkirinê hatine dayîn. Hesabên bi dehan rojnamevanan û saziyên wekî MLSA û İFOD’ê hatine astengkirin. Her wiha dezgehên wek Gazete Duvar û TELE2 ku ji reklamên giştî bêpar hatine hiştin û di jiyana xwe de zehmetî dikişînin, tevî bi sedan malperên herêmî, rojname û televîzyonan neçar man ku dawî li weşana xwe bînin. Ev hemû mînakên xitimandina damarên jiyanê yên civakê ne.
Demokrasî, azadiya çapemenî û xweîfadekirinê damarên sereke yên hemû civakê ne. Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku bi rojnamevanan re piştevaniyê nîşan bidin, xwedî li rojnamevanî û nûçeyê derkevin. Bêdengiyê xera bikin! Hevgirtinê mezin bikin! Li dijî sansûrê mil bidin milê hev!
Îro divê em ne tenê polîtîkayên sansûrê yên desthilatdariyê, di heman demê de bêdengiya li dijî van zextan, nedîtina wan û dûrketina ji hevgirtinê jî lêpirsîn bikin.
Dema ku rojnamevanên Kurd tên bêdengkirin, rojnamevanên muxalîf tên girtin, saziyên medyayê yên serbixwe dibin hedef û weşangeriya giştî vediguhere weşangeriya desthilatdariyê; yên ku bêdeng dimînin û zextên li ser hempîşeyên xwe paşguh dikin, zirarê didin siberoja hevpar a rojnamevaniyê.
Rojnamevanî ne tenê nerazîbûna li dijî tiştên ku tên serê mirov bi xwe ye. Rojnamevanî ew e ku mirov karibe mafê nûçegihaniyê yê rojnamevaniyê ku wek wî nafikire jî biparêze. Asayîkirina otosansûrê û hilbijartina hevgirtinê li gorî nasname, ziman, nêrîna siyasî yan saziya ku kesê rastî sansûrê hatiye tê de dixebite, hevgirtina pîşeyî di nav sînorên berjewendiyên teng de heps dike. Bêdengmayîna li dijî bêdengkirina rojnamevanekî, tê wateya jibîrkirina wê yekê ku rojekê dê dor were wî bixwe jî.
Wek Rêxistinên Pîşeyî yên Çapemeniyê û rojnamevan, daxwaza me ya yekane ew e ku em pîşeya xwe bi awayekî serbest bikin. Em naxwazin di vê rêyê de bi tenê bimînin. Em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku beşdarî vê têkoşînê bibin.
Careke din divê bê destnîşankirin ku azadiya çapemeniyê ne tenê pirsgirêka rojnamevanan e, pirsgirêka hemû beşên civakê ye. Heke çapemenî ne azad be, civak nikare xwe bigihîne nûçeyan.
Hempîşeyên me yên girtî serbest berdin. Zexta dadweriyê ya li ser nûçeyan paşve bikşînin. Dawî li pêkanînên qeyûman ên li ser saziyên medyayê bînin. Pêkanînên neqanûnî yên astengkirinê bi dawî bikin. Reklam û îlanên giştî bi awayekî adil û wekhev belav bikin. Dest ji êrîşên ku azadiya çapemeniyê ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin ji holê radikin, berdin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.

