Di 20 û 21ˊê Adara 2026ˊan de, di dema pîrozbahiya Newrozê de, li dijî malbatên Kurd û sembolên Kurdî êriş pêk hatin.
Rojnamevan û çalakvanên medyayê yên ji Efrînê îro daxuyaniyek der barê binpêkirinên ku qewimîne de parve kir û dezgehên medyayê yên hikûmeta demkî û berpirsên hikûmetê ji ber berovajîkirina rastiyan, paşguhkirina binpêkirinên belgekirî û tehrîkkirina li dijî Kurdan berpirsiyar dîtin.
Di daxuyaniyê de behsa çend bûyeran hat kirin û hat gotin ku “Wekî rojnamevan û çalakvanên medyayê, em diyar dikin ku ev şopandina medyayê rastiyê nîşan nadin, binpêkirinên belgekirî paşguh dikin û li şûna rûbirûbûna bi wan re, beşdarî rewakirina gotinên gefkirin û teşwîqkirinê dibin.”
Daxuyanî wiha ye:
“Em, komek rojnamevan û çalakvanên medyayê yên ji herêma Efrînê, bi tundî şopandin û nûçeyên fermî û yên hikûmetê yên li ser bûyerên ku di 20 û 21ˊê Adara 2026ˊan de li herêmê qewimîn û êrişên belgekirî yên bi delîlên deng û vîdyoyê yên li dijî şêniyên Kurd û ala Kurdî li Efrînê, li ser rêya Heleb-Efrîn û li bajarê Helebê şermezar dikin.
Ev nûçeyên medyayê bi awayekî zelal nîşan didin ku van binpêkirinan paşguh dikin û heta dibin sedema gurkirina gotinn kîndariyê. Ji ber wê em van xalên li jêr diyar dikin:
Navenda Medyayê ya Efrîn a girêdayî rêveberiya herêmê û Rêveberiya Medyayê ya Efrînê êrîşên li dijî şêniyên Kurd an binpêkirinên li ser ala Kurdî di 20 û 21ˊê Adarê de neşopandin. Li şûna wê, wan nûçeyên komên tehrîdker ên ku derbasî navenda bajarê Efrînê bûne û xwe wekî ‘niştecihên Efrîn’ pêşkêş kirin şopandin.
Medyaya fermî ya hikûmetê, wek Kanala El Exbariye El Sûriye û ajansa nûçeyan a SANAˊyê, êrişên ku li dijî şêniyên Kurd û binpêkirinên li dijî ala Kurdî li Efrînê, li ser rêya Heleb û Efrînê qewimîne paşguh kirin. Ev êriş bi tevgerên gel ku hêrsa xwe li hember daxistina ala Sûriyeyê li bajarê Kobanê nîşan didin wesif kir.
Tevî hebûna rêveberê têkiliyên medyayî yê Parêzgeha Helebê, Muitaz Xetab, di 21ˊê Adara 2026ˊan de li navenda bajêr û weşandina vîdyoyek ji bajêr jî, lê wî behsa êriş û binpêkirinên ku di eynî wextê de li ber çavên Hêzên Ewlekariya Hundirîn diqewimin nekir. Wî tenê kiryarên provokatîf wekî beşek ji “hêrsa gel” hesiband.
Di daxuyaniya ku ji hêla Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ve hatî dayîn de, behsa êrişên ku li dijî welatiyên Kurd û ala Kurdî yên ku li Efrînê, li ser rêya Efrîn-Helebê û li bajarê Helebê pêk hatin, nehat kirin. Ji wê zêdetir spasiya komên teşwîqker kir ku wan çoşa xwe ya hestiyarî nîşan da.
Em, wekî rojnamevan û çalakvanên medyayê, diyar dikin ku ev şopandinên medyayî rastiyê nîşan nadin, binpêkirinên belgekirî paşguh dikin û di gotinên kîndariyê de dibin alîkar.
Em bang li rayedarên têkildar û dezgehên medyayê yên fermî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên pîşeyî û exlaqî bi cîh bînin, rastiyê wekî ku heye ragihînin û ji her xîtab an nûçeyek ku dikare aloziyan gur bike yan binpêkirinan rewa bike dûr bisekinin.”

