Çarşem, 8 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji ber êrişa li ber Konsolosxaneya Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 21 salan Hafzûllah Kaçmaz hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Osman Kiliç wê li Dortmundê bê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê ji bo Yalçin Kuçuk peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hûn: Divê statuya Birêz Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêwar Avdanan: Me çek ji DYE’yê negirt, armanca me parastina civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê ji ber Çarşema Serê Nîsanê malbatên şehîdan berê xwe dan şehîdgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşmergeyek din jî ku di êrîşên Îranê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê sembola azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dilxwaziya serketinê ya şehîdan rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heybet Helbûsî: Hilbijartina serokomar bi tu awayî nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ronahî Dêrik: Em bi rola ku Rêbertî daye gaziyan serbilind in
Rojava

Ronahî Dêrik: Em bi rola ku Rêbertî daye gaziyan serbilind in

Ronahî Dêrik diyar kir ku Rêber Apo di şoreşa Kurdistanê de rola pêşengtiyê daye gaziyan û got, “Em jî bi vê serbilind in ku Rêber Apo rol û mîsyoneke wer daye gaziyan.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Gaziya şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Dêrik der barê şoreşa Kurdistanê rol û mîsyona gaziyan a di şoreşê de nêrînên xwe anîn ziman.   

Ronahî Dêrik diyar kir ku Şoreşa Kurdistanê di pêşveçûna xwe ya dîrokî de û nexasim jî destpêkê bi gelek zehmetî û êşan re rû bi rû hatiye û got, “Heya roja me ya îro jî rastî zehmetiyan tê. Beşek ji Şoreşa Kurdistanê jî Şoreşa Rojava ye ya bi gelek çîrokên berxwedanê yên balkêş ên xweş û bi jan dagirtî ye.”

Ronahî Dêrik anî ziman ku têkoşîna azadiyê li ser bingehê xeta berxwedanê bi Şoreşa Rojava re berdewam kir û ev anî ziman, “Qehremantî û lehengtiya keç û xortên Kurd li tevahî cîhanê dengê xwe veda. Ew ked û lehengî di heman demê de bû mîrateya berxwedana civakan. Gelek kesayet hene ku tenê navê wan heye. Ew kesayet weke qehreman û egîdan têne dîtin. Lê pir kêm kes dizanin bê ew leheng çawa û bi çi awayî ev şoreş bi ser xistine û bi çi hestan li ber xwe dane. Ji ber wê jî divê di pirtûkan de behsa wan şervanên ku Şoreşa Rojava bi ser xistine û di oxira wê de parçe ji bedena xwe dane bê kirin. Hewce ye çîrok û jiyana wan lehengan teqez bê nivîsandin û mirov wan bike malê dîrokê.” 

Ronahî Dêrik bal kişand ser şoreşên li cîhanê pêş ketine û wiha axivî, “Li gelek welatan kesên di şoreş û şeran de cih girtine, piştî şoreş bi ser dikeve weke gazî tên binavkirin. Lê hîn jî Şoreşa Rojava bi dawî nebûye û berdewam dike. Di şoreşa Rojava ya weke Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tê nasîn de mirovên birîndar bûne û parçe ji canê xwe dane, li hemû qadan di nav kar û xebatan de ne. Ango nabêjin, “Em êdî bûne gazî. Em birîndar im û êdî em tiştekî nakin.’ Rêber Apo jî di Şoreşa Kurdistanê de rola herî mezin a pêşengtiyê daye gaziyên şer û dibêje, ‘Divê gazî ji berê bêhtir bixebitin.’ Em jî bi vê serbilind in ku Rêber Apo rol û mîsyoneke wer daye gaziyên şer. Eger mirov li bersiva pirsa ‘Di şoreşa Kurdistanê de gazîbûn çi ye?’ bigere, pêwîst e mirov li jiyan, têkoşîn û berxwedana hevalên şehîd binêre. Bi dehan hevalên me yên gaziyên şer tevî hemû birînên xwe jî li qadên şer di nav berxwedanê de cih girtin. Dêrsim Amed, Deştî Amanos, Hedar Amed, Eylem Tolhildan, Polat Efrîn û sedan hevrêyên wiha vê heqîqetê nîşanî me didin.” 

Di mijara jiyana azad de jî Ronahî Dêrik wiha axivî, “Eger ferd xwe di azadiyê de, kilîd bikin ti tiştek nikare li pêşiya wan bibe asteng û wan rawestîne. Gaziyên şoreşê jî xwe di azadiyê de kilît kirine. Ew hevalên me qala wan kir du car yan jî sê caran birîndar bibûn. Tevî vê jî di meşa xwe ya azadiyê de her bi israr bûn. Heya dawiyê li hemberî dagirkeran têkoşîn kirin û canê xwe ji bo azadiyê feda kirin.” 

Ronahî Dêrik axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Bi rastî mirov ji jiyana wan hevalan, ji têkoşîn û israra wan a ji bo serkeftinê îlham digirt. Mirov pêwîst dibîne li hemberî wan rexnedayîna xwe bide. Bi hurmet û minetdarî wan şehîdên qehreman bi bîr tînim û soza xwe ji wan re nû dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Maduro: Ez dîlgirtiyekî şer im
Nûçeya Pişt re Kalkan: Em hîmên sedsaleke nû datînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rûsya dixwaze NY’ê jî tevlî danûstandinên Ûkraynayê bike

Ji muzakerevanên Rûs Grigori Karassin diyar kir ku ew dixwazin Neteweyên Yekbûyî (NY) jî tevlî…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Seîd ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin hat veşartin

Cenazeyê Burhan Seîd ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li Goristana…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyan li Siqêlbiyê yê Hemayê êrîşê gel kirin

Komek çekdarên ji gundewarê bajarê Siqêlbiyê yê Hemayê ku piranî şêniyên wê Xiristiyan in derbasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Osman Kiliç wê li Dortmundê bê bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KCK’ê ji bo Yalçin Kuçuk peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hûn: Divê statuya Birêz Ocalan zelal bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?