Danişîna Rojnamevan Silêman Ehmed ê 280 roj in ji aliyê PDK’ê ve dîl tê girtin, li Dadgeha Dihokê hat dîtin. Dadgehê 3 sal ceza li rojnamevan Silêman Ehmed birî.
Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) bertek nîşanî li cezayê rojnamevan Silêman Ehmed hatî birin da.
RSF’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Rojnamevanê Kurd Silêman Ehmed ku li Ajansa Rojnewsê kar dike, bi tawanên derew ên endamtiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) 3 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. RSF vî cezayê neheq şermezar dike û bang dike ku Silêman Ehmed demildest serbest were berdan.”