Li gorî daneyên RTC’ê li seranserê cîhanê 304 milyon koçber hene. Ji van 170 milyon koçber karker in. nêzî 117 milyon kes jî bi zorê ji cih û warê xwe bûne. Tê gotin 49 milyon zarok in û 2,3 milyon jî weke penaber ji dayik bûne.
WEKHEVIYA XIZMETÊN TENDURISTIYÊ
Dîrektorê Giştî yê RTC’ê Tedros Adhanom Ghebreyesus anî ziman ku koçber û penaber ne tenê ew kes in ku xizmeta tenduristiyê werdigirin, di heman demê de xebatkarên tenduristiyê ne, aktorên civakî ne û destnîşan kir ku ji bo sîstema tenduristiyê bi rastî jî gerdûnî bibe divê her kes karibe bi rengekî wekhev xwe bigihînin derfetên tenduristiyê.
Li gorî raporê ji sedî 71 ê koçberan li wan welatan dimînin ku hatineyên wan kêm an jî navîn e. Ev rewş dibe sedem ku xizmetên tenduristiyê newekhev be. Jin û zarokên keç hîn bêhtir dibin hedefa tundiya zayendî, zarokên bê dê û bav bi rîska bikaranînê re rû bi rû dimînin. Mirovên astengdar jî hem ji aliyê ragihandinê hem jî ji aliyê cihêkariyê ve li astengiyên mezin rast tên.
ŞER Û KRÎZA AVHEWAYÊ RÎSKÊ ZÊDE DIKE
Hate ragihandin ku rîska tenduristiyê ya li ser koçber û penaberan ji ber astengiya qada tevgerê, zehmetiyên peydakirina xizmetên tenduristiyê, astengiyên çand û ziman û cihêkariyê hîn zêde dibe. Şer û afetên ji ber krîza avhewayê jî vê rewşê girantir dike. Ev şert û merc dibin sedem ku nexweşiyên şewbê, nexweşiyên kronîk û nexweşiyên derûnî li ser bi milyonan mirovî bibe xeterî.
Dîrektorê Bernameya Tenduristiyê ya Lezgîn a RTC Chikwe Ihekweazu anî ziman ku krîzan lawaziya li sîstema tenduristiyê derxistiye holê û di halê hazir de komên ku di bin rîskê de ne hîn bêhtir bêparastin hiştine.
PIRANIYA WELATAN AMADE NÎNE
Li gorî rapora RTC ku bi daneyên ji 93 welatan amade kiriye, tenê ji sedî 42 ê welatan ji bo koçber û penaberan xwedî planên amadekariya rewşa lezgîn e. Tenê ji sedî 40 ê xebatkarên tenduristiyê perwerdeya xizmetê ya li gorî çandê didin. Rêjeya welatên ku daneyên tenduristiyê yên têkildarî koçberiyê bi rêk û pêk komm dikin tenê ji sedî 37 e.
Her wiha tenê ji sedî 30 ê welatan ji bo kêmkirina gotinên cihêkar ên li hemberî koçberan kampanyayên ragihandinê dimeşînin.
FÎNANSMAN KÊM DIBE, RÎSK MEZIN DIBE
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) tenê ji sedî 23 ê plana ji 10,6 milyar dolarî hate fînansekirin ku ji bo sala 2025’an hate amadekirin. Ev yek jî wê hişyariyê dide ku zêdeyî 12,8 milyon mirov dibe ku derfetên xwegihandina xizmetên tenduristiyê yên jiyanî ji dest bidin.
Hin welatan têkildarî koçberan polîtîkayên tevkariyê afirandin, hin welatan jî çarçoveya sîgortaya tenduristiyê teng kir ku vê yekê rîsk zêde kir.

