Duşem, 24 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Taziyeya li Başakşehîrê bi dawî bû: Me şehîd spartin dilê xwe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ê bi bîranîna şehîdan re dilsoz bimînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newala Qesaba bîra me û Egîd dîroka têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelê Kurdistanê di her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derketiye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran wê pêkanînê li keştiyên li gorî rêgehê tevnegerin, ferz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êşa me giran e, lê em bi hêvî ne û serbilind in’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê ti kes bawerî bi notên sixte neyîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di taziyeya Parka Koşuyoluyê de xemgînî û têkoşîn di nava hev de bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî sererastkirina yasaya Rizgarbûyên Êzidî dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rûken Akça: 8’ê Adarê divê bibe roja destpêka têkoşînên nû
Jin

Rûken Akça: 8’ê Adarê divê bibe roja destpêka têkoşînên nû

Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça destnîşan kir ku jinên Kurd li cîhanê, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn heta ku aştî û edalet pêk were, wê li her qada jiyanê têkoşîna xwe bidomînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rûken Akça got, “Berxwedanên jinan divê guherîna civakî armanc bikin.” Akça banga mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê kir.

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em bi Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) Rûken Akça re têkildarî têkoşîna dîrokî ya Tevgera Jinên Kurd û tevkariyên wê yên ji bo tevgera jinên cîhanê axivîn.

Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça diyar kir ku 8’ê Adarê roja berxwedan û azadiya jinên kedkar e, ji bo jinên Kurd jî roja têkoşîneke dîrokî ye û got, “Weke jin me di têkoşîna li dijî sîstema kapîtalîst û mêtingeriyê de, di refên herî pêş de cih girt û berdêlên mezin da. Jinên Kurd berxwedanê ne tenê ji bo gelên xwe, bi tevgera jinên cîhanê re weke têkoşîneke azadiyê ya hevpar dibînin. Îro dema li Rojhilata Navîn azadiya jinê tê gotin, destpêkê şoreşa jinê ya li Rojava tê bîra mirov. Jinên Kurd bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a li ser esasê azadiya jinê, xwe pêş xistin û guhertin. Ev paradîgma ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo jinên cîhanê jî bû çavkaniyeke îlhamê ya mezin.”

‘JIN JIYAN AZADÎ ÊDÎ ŞÊWAZEKÎ JIYANÊ YA GERDÛNÎ YE’

Rûken Akça destnîşan kir ku jinên Kurd bûne xwedî hêz ku ne tenê li Kurdistanê, li her çar aliyên cîhanê pêşengiyê ji têkoşîna jinê re bikin û ev tişt bilêv kir: “Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ êdî bûye sembola berxwedana jinan a gerdûnî. Divê jin ne tenê weke nasname, weke hêza cewherî ya civakê jî xwe rêxistin bikin. Konfederalîzma jinê û modela rêveberiya xweser a demokratîk a li Rojava, alternatîfeke şênber pêşkêşî tevgerên jinên cîhanê dike. Weke jinên Kurd me di têkoşîna azadî û aştiyê de, berdêlên pir giran dane. Bi hezaran hevrêyên me şehîd bûn. Hêzên faşîst û paşverû ji bo îradeya jinan teslîm bigirin, her cure êrîş pêk anîn. Lê belê em jin şûna ku serî li ber zextê bitewînin, em hîn xurttir bûn û me têkoşîn mezin kir.”

Akça ragihand ku gefa herî mezin ew e ku modernîteya kapîtalîst hewl dide têkoşîna jinê parçe bike û bi vî rengî bê bandor bike. Akça diyar kir ku eger jin werin ba hev û xwe rêxistin bikin, hingê wê guhertina civakî jî çêbibe û got, “Ne zext, ne jî êrîş nikarin me ji têkoşîna me qut bikin.”

BERXWEDANA JINÊN LI ZINDANAN

Rûken Akça diyar kir ku Rêber Apo gelek caran aniye ziman, heta jin azad nebin, civak jî azad nabe û axaftina xwe wiha domand: “Jineolojî ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin, têkoşîna jinê tenê weke lêgerîneke maf na, weke bingehê esas ê guherîna civakî dinirxîne. Ev peyam ji bo jinên li girtîgehan li ber xwe didin jî, xwedî wateyeke mezin e. Berxwedana jinên girtî, îspat dike ku di nava şert û mercên herî zehmet de jî azadî û îrade nayê teslîmgirtin. Bi vê wesîleyê ez 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû hevrêyên me yên jin ên li zindanan pîroz dikim û wan silav dikim.

Îro jinên Kurd, li her qada jiyanê bi rengekî xurt û cesaret têkoşîna xwe didomînin. Heta ku maf, edalet û aştî tê cîhan û Rojhilata Navîn. Ji bo vê hêza me ya herî mezin, rêxistinbûna me ye. Hingî ku jin xwe rêxistin bikin, wê azad bibin. Berxwedana jinan, tenê bi destkeftiyên şexsî re sînordar namîne; guherîna civakî jî armanc dike. Azadî tenê ji bo gel yan jî herêmekê na, ji bo hemû jinên cîhanê wê bi têkoşîneke hevpar were qezenckirin. Lewma em banga mezinkirina rêxistinbûn û têkoşîna xwe dikin. 8’ê Adarê ne tenê rojeke pîrozbahiyê, divê bibe roja destpêka serketin û têkoşînên nû. Jin, Jiyan Azadî!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BERLÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şervanên YPJ’ê: Divê her roj bibe roja azadiya jinê
Nûçeya Pişt re Jin wê ji bo Meşa Şeva Femînîst a 23’yemîn, li Siraselvilerê bên ba hev
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Projeyên maden û jeotermalê yên li Gimgim û Kanîreşê herêmê talan dike

Endezyarê Bilind ê Metalurjiyê Cemalettîn Kuçuk bal kişand ser rîska projeyên maden û jeotermalê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Ahmet Ozer nerazîbûna ‘Bêhukmiya Teqez’: Darbeya giran

Şaredarê Esenyûrt Ahmet Ozer ê ku wezîfeya wî hatî xespkirin, diyar kir ku biryara ‘bêhukmiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê rojnamevanekî Kurd hat binçavkirin

Hêzên dewleta Îranê, damezrînerê kanala bi navê Porîsman a li ser Telegramê weşanê dike, Mistefa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?