Şemî, 9 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7’an hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê bi Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê serî li Wezareta Dadê dan: Rêya hevdîtina bi Ocalan re vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê di serdana AKP’ê de daxwaza aştiyê dubare kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê laçikên spî diyarî CHP’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riha: Laboratiwara qirkirina çandî -II

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Li dijî JES’an wê ji gundan jî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD’ê ji bo Şukru Çatalbaş peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Seroka Rêxistina PASS’ê piştgirî da YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 2 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rûken Nexede: Baweriya me ya bi serketin û şoreşê tam e
Jin

Rûken Nexede: Baweriya me ya bi serketin û şoreşê tam e

Endama KJAR'ê Rûken Nexede anî ziman ku şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilat û Îranê di sala 2022'an de destpê kir li tevahiya cîhanê belav bûye û got, "Baweriya me ya bi şoreş, berxwedan û serketina jinê tam e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Di ser qetilkirina Jîna Emînî re 2 sal derbas bûn, ku 16’ê Îlona 2022’an ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê (Îrşad) ve hate binçavkirin û piştre bi êşkenceyê hate kuştin. Kuştina Jîna li Îranê û tevahiya cîhanê bû sedema xwepêşandanên şermezarkirinê. Çalakiyên şermezarkirinê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherîn tevgerekê ku jinan pêşengî jê re kirin.

Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nirxand ku beriya 2 salan li Îranê destpê kir.

Rûken Nexede di despêka axaftina xwe de şehîdên şoreşê bi bîr anî û tevahiya berxwedêrên ku di nava wê şoreşê de cih digrin, silav kir û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nirxeke ku şehîdan afirandiye ye. Her wiha nirxên herî mezin jî xwedî derketina Malbatên Şehîdan a li ewladên xwe ne. Ji ber vê yekê em vê salvegerê li tevahiya Şehîd û malbatên Şehîdan, pîroz dikin. Di heman demê de vê rojê li ragihandina azad û bi taybetî li tevahiya xebatkarên jin ên rojnamevan pîroz dikin. Ji ber ku bûn dengê şoreşê û ew deng berbelavî cîhanê kirin. Rêber Apo ne tenê mîmarê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Rêber Apo mîmarê şoreşên zihnî ye. Li her çar aliyên cîhanê her kes Rêber Apo bi vê pênaseyê nas dike û bi vî rengî dide ser şopa felsefeya azadiyê. Her wiha, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî tevahiya civakan bi vî awayî Rêber Apo nas kirin û xwendin. Rêber Apo li ser xaka ku serdema Neolotîk a jin li wê derê derket, hate dinê. Lê cihê ku şoreşa jin lê bi pêş ket, çavên xwe li cîhanê vekir. Rêber Apo li ser xaka ku heqîqet lê jiyaye, derket pêş û ji bo mirovahiyê bi felsefeya heqîqet û azadiyê tekoşîn kir. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo jin xiste navenda tekoşîn û felsefeya xwe.”

‘ÇAVKANIYA JIYANÊ YE’

Rûken Nexede li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ev tişt anîn ziman: “Rêber Apo rastiya civak û deshilatê dibîne, di heman demê de rastiya jina ku di asteke kûr de koletî li serê hatiye sepandine dibîne. Ji ber vê yekê jî dîbîne ku çavkaniya jiyanê, jin bi xwe ye. Ji ber vê yekê dibêje, ‘Heya ku jin azad nebe, civak jî azad nabe.’ Ji ber vê jî dema ku Rêber Apo fikrê xwe pêşkêşî jin û civakan kir, kesayeta ku xwe di asta yekemîn di nava vê felsefeyê de dît, jin e. Ji ber ku yekem mirovê ku di dîrokê de hate kole kirin, jin e. Her wiha piştre jî dewlet ango sîstema deshilatdar a mêr xwe li ser kolekirina jinê ava kir. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo rêya azadiya civakan, di rêya azadiya jinan de dît. Di encamê vê yekê de jî, em ji destpêka derketina Rêber Apo ta roja me ya îro dibînin ku li her deverê, jin li dora fikir û felsefeya Rêber Apo kom bûn û hê jî kom dibin. Jinan xwe naskirin, guhretina di jin û civakan de jî çêbû. Nimûneyên vê yekê li pir cihan, lê bi taybet li Bakur û Rojavayên Kurdistanê bi awayekî şênber derdikeve pêşberî me. Ya ku di vê roja me de pêşengtî ji damezrandina sîstema demokratîk û azad re dike, jin e. Jin bi vê pêşengtiya xwe ve, tevahiya ciwan û civakan dixe nava xwe. Yê ku hişt ev yek pêk were jî, Rêber Apo ye.”

‘RÊBERÊ RAMAN Û RIHÊ ME YE’

Endama Desteya Rêveber ya (KJAR) Rûken Nexede qala şoreşa zihnî ya ku di Îlona sala 2022’an li Rojhilatê Kurdistanê pêş ket û belavî cîhanê bû kir û got: “Di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de her kes, tevahiya neteweyan, jin û civakan bi hev re dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bang kirin. Bi her zimanî hewar kirin û gotin, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Em pişgirê hev in û em tevahî piştgirên Kurdistanê ne.’ Eger mêrek ji li Rojhilatê Kurdistan û Îranê radibe, destê jinê digre û di tevahiya refên tekoşînê de cih digre, xwe dike mertal û hewara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dike û di vê rêyê de şehîd dibe, ev yek diyar dike ku di pêşeroja nêz de avakirina civak û jiyaneke bi destê jinê de bawerî pê heye. Ev yek jî gotina Rêber Apo ya, ‘Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê civaka exlaqî, demokratîk û azad, dikare ji her deverê zûtir pêk were û ava bibe’ piştrast dike. Rêber Apo jî van gotinên xwe li ser esasê xwendina dîroka van civakan tîne ziman. Civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ev fikir û felsefeya Rêber Apo dîtin û têkoşiyan. Lê hêzên deshilatdar ji bo ku gelan û Rêber Apo ji hev qut bike, dibêje, ‘Nabe hûn bibêjin Rêber Apo.’ Çima nabe? Kî dibe bila bibe, çi jî dîkin bila bikin, Rêber Apo Rêberê gelan e. Em wek KJAR jî her dibêjin û em ê bibêjin, Rêber Apo Rêberê raman û rihê me ye. Pêşengên ku di şoreşê de derketin pêş û canê xwe feda kirin, pêşengên me ne. Pêşengên ku di nava tevgera azadiyê de li her çar parçeyên Kurdistanê derketin pêş, pêşengên me ne. Em jî îro li ser rêya wan dimeşim û têdikoşin. Şoreş ev e ku mirov mijar û têkoşînê bibîne, dest bide destê hev û bi hev re xebata ji bo azadiyê bike. Niha jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî vê yekê dikin. KJAR’ê weke pêşenga xwe dibîne. Jin dest didin destê hev li dora (KJAR) kom dibin û bi nasnameyeke siyasî îdeolojîk li ber xwe didin.”

‘SEDSALA AZADIYA JINÊ’

Rûken Nexede di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşengtiya jinan û wiha anî ziman: “Hevsengiya di nava jin û mêr de, azadiyê ji bo civakê diafirîne. Ji ber ku civak li ser jin û mêr ava dibe. Yek ji sedemên bi lez belavbûna şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî ev bû. Yekgirtina gelan, netewan, jin û mêran hişt ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bal bikşîne û cîhanî bibe. Her kes dît ku çareseriya tevahiya qeyranên ku li cihanê rû didin, ev şoreşa jin e. Ji ber vê yekê ev şoreş li tevahiya cîhanê bênavber berdewam dike û nimûneya wê ya dawiyê jî li Hîndistanê derket pêş. Bi pêşengtiya jinan, guhertinên ku niha li Hîndistanê rû didin, çavkaniya wê felsefe û şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadi’ ye. Ji xwe jinan li wê derê bi girseke pir mezin bi yek dengî bang kirin û gotin, ‘Jin, Jiyan, Azadî.’ Pêşengtî û yekgirtina jinan, li wê derê jî xwe da pêş. Em îro gotina Rêber Apo ya, ‘Sedsala 21’an, sedsala azadiya jin e’ jiyan dikin. Ev şoreş bê rawestan gav bi gav, ber bi pêş ve diçe. Rêbazê Şoreşa Jin, yekane rêbaze ku dikare li hemberî sîstema baviksalar bi serkeve û encam bigre. Em wek (KJAR) xebat û hewil didin ku ne tenê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li her devereke cîhanê bikaribin xwe bighînin tevahiya jinan ku em bi hev re tekoşîna şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bidin meşandin, jiyanî bikin û bi ser bixin. Em wek KJAR, heya niha me çi proje daniye, em di wî warî de xebatên xwe didin meşandin. Gav bi gav hê zêdetir jin ji van projeyan re dibin bersiv û beşdar dibin. Lê bê guman ev xebat ne xebatên dem kurt in û demên dirêj dixwazin, Ji ber ku xebatên berfireh in. Lê dîsa jî pêşwaziya jinan ji bo piojeyên me wek (KJAR) di asteke herî jor de erêniye.”

‘HÊVIYA ME BI ŞOREŞÊ HEYE’

Endama Desteya Rêveber ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede di bi vî rengî dawî li axaftina xwe anî: “Pêşengtiya şoreşê di asta herî bilind de, îro li zindanên rejîma Îranê girtiyên siyasî ên jin li ser şopa Şirîn Elemhûliyan pêk tînin. Berxwedana ku îro li zindanê bi rêve diçe, çavkaniya berxwedan û şoreşa me ye weke jin. Ji ber vê yekê xwedî derketina me ya li girtiyên siyasî ên jin û berxwedana ku birêve dibin, xwedî derketina herî mezin ya li şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadiye’. Em wek jin hêviya me bi serketin, berxwedan û şoreşê heye. Ji ber vê yekê em canê xwe jî fedayî civakek azad dikin. Ji ber vê yekê jî serketin ya me ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dihê cerdevanan daristan talan kirin
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk di nava 6 rojan de herî kêm 19 kes li Efrînê revand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konseya Ewlekariyê ya NY’ê kom bû, tenê fikarên xwe parve kir

Gelek endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku li ser daxwaza Îranê li kombûn,…

Ji aliyê Stêrk TV

Îngiltere ji ber şerê li Rojhilata Navîn amadekariya xelayê dike

Hikûmeta Îngiltereyê hişyar kir ku heke Tengava Hurmuzê heta mehên havînê ji ber şerê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Esra Solîn Dal 19 roj in di hucreyê de ye

Esra Solîn Dal ku li Stenbolê tevî gelek hempîşeyên xwe hate girtin 19 roj in…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7’an hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji bo mafya Tirk li Belçîkayê hişyarî: Li Limburgê torek hate têkbirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê 13 roj in agahî ji aktîvîst Leyla Caferlu nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?