Aktîvîsta Alman Paula Maier ragihand ku Çileya 2026’an li navendeke binçavkirinê ya li Stenbolê, di dema binçavkirinê de wezîfedarekî Tirk destdirêjî lê kir.
Paula Maier endama heyeteke ji 16 kesî bû ku bi armanca êrişên li ser Rojava piştî gera li Bakurê Kurdistanê hate binçavkirin. Endamên heyetê her wiha diyar kirin ku tundiya psîkolojîk û fîzîkî, bêxewhiştin, heqaret û gef li wan hate kirin.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek li ser mijarê weşand û diyar kir ku destdirêjiya li aktîvîst Paula Maier li navendeke vegerandinê ya li Stenbolê nîşan dide ku feraseta serweriya mêr bi mekanîzmaya dewletê çawa dixebite.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev rewş divê weke bûyereke şexsî neyê dîtin, divê bi aliyên sîstematîk ên zext û tundiya li hemberî jinan bê nirxandin û hate gotin, “Weke TJK-E bi salan e em li hemberî vê ferasetê têdikoşin û li dijî feraseta zordar û hêzê ya mejiyê mêr-dewletê em sekna xwe bi şênberî nîşan didin. Em li bendê ne ku bûyera qewimî ye bi hemû aliyên xwe yên hiqûqî bê ronîkirin, berpirsyar bêne eşkerekirin û gavên hiqûqî yên pêwîst bêne avêtin.”
TJK-E’yê got, “Ev pergala ku çav berdaye jiyan, azadî û rûmeta bi hezaran jinan; ev pergala ku zext û serweriyê li ser îrade û bedena jinê ferz dike, bêguman wê rojekê hilweşe.
Di sedsala 21’ê de têkoşîna jinê ya li ser bingeha azadiya jinê bi pêş dikeve, li hemberî sîstema serwer û mêr wê hîn xurtir bibe. Bi têkoşîna jinan a rêxistinbûyî, dengê jinên ji nava me hatine birin û bêdengî li wan tê ferzkirin wê bê bihîstin, edalet û rastî wê derkeve holê.
Weke TJK-E em careke din destnîşan dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî mejiyê mêr-dewlet, qirkirina jinê û her cûre tundiya li hemberî jinê bi biryardarî dewam bikin.

