Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di maclîsê de hatiye damezrandin, civîna xwe ya 10’emîn bi rûniştina duyemîn bi dawî kir. Akademisyenên li ser çareserkirina pevçûnan de dixebitin, nêrînên xwe yên li ser çareseriyan parve kirin û ji ezmûnên cîhanî mînak dan.
Fatih Ulusoy, ewilî axivî û pêvajoya aştiyê ya li Fîlîpînan vegot. Ulisoy bal kişand ser rola Tirkiyeyê û diyar kir ku divê pêvajo bi baldarî were xwendin.
‘DAXWAZA GIRÎNG PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ YE’
Piştre jî Vahap Coşkun axivî. Vahap Coşkun jî pêvajoyên berê bi bîr xist û wiha axivî: “Pirsgirêka Kurd di warên civakî, aborî, siyasî, hiqûqî û siyaseta derve de pirsgirêkên kûr çêdike. Jiyana hevpar qels dike, çavkaniyan xerc dike. Daxwaza herî girîng, perwerdehiya zimanê dayikê ye. Her wiha hemwelatiya wekhev a destûrî û xurtkirin rêveberiyên xwecihî girîng in. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî bingeha parastina nasname û çanda Kurd e. Ji bo serkeftinê, divê ji xeletiyên berê ders were girtin, daxwazên wek perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi çarçoveyeke hiqûqî werin cîbicîkirin, îradeya siyasî xurt bibe û piştgiriya civakî zêde bibe. Her çendî guherînên li Sûriyeyê rîsk bin jî, têkiliyên erênî dikare hêza Tirkiyeyê ya herêmî zêde bike. Li ser mafê hêviyê rêkûpêkek hiqûqî bê kirin, ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê ew gaveke pir girîng e. Heke desthilat van gavan bavêje, dê nerazîbûnên hin beşan li hemberî pêvajoyê ji holê rake û baweriya civakê ya ku pêvajo ji her kesî re encamên sûdmend derdixe holê xurtir bike.”
‘DIVÊ DESTHILAT ZEMÎNA KOMÎSYONÊ XURT BIKE’
Coşkun anî ziman ku divê komîsyon wekî “metbexa hiqûqî” tevbigere û diyar kir ku erkên girîng dikeve ser milên desthiatê. Coşkun destnîşan kir ku divê bi lez gavên bicihanîna biryarên DMME û AYM’ê, bidawîanîna pêkanîna qeyûman, berdana girtiyên nexweş, mexdûriyeta KHK’iyan jiholê bê rakirin û sererastkirina “mafê hêviyê”, bên avêtin
Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak jî bal kişand ser pêdiviya welatiyên Tirkiyeyê ya demokrasî û edaletê û anî ziman ku divê li ser vê bingehê destûrek nû bê çêkirin.
Talha Kose jî têgeha aştiyê weke “Aştiya negatîf têkçûna tundiyê ye. Aştiya pozîtîf jî sazîbûna wekhevî, baweriya civakî û edaletê ye” pênase kir. Kose biryara fesixkirina PKK’ê û çekberdanê îro li Tirkiyeyê “aştiya negatîf” pêk hatiye. Lê ji bo avakirina aştiya pozîtîf divê gavên bi bandortir bên avêtin.”
Herî dawî jî Huseyîn Oruç axivî û li ser pêvajoya pêvçûn û çareseriyan pêşkeşiyek li komîsyonê re kir.
Komîsyon xebatên xwe bi civîna 11’emîn a ku wê sibê bê lidarxistin, bidomîne.