Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek bajaran qetilkirina rojnamevanan hat şermezarkirin
Rojane

Li gelek bajaran qetilkirina rojnamevanan hat şermezarkirin

Di çalakiyên şermezarkirina qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin û gotin, “Di her şert û mercî de wê dengê heqîqetê bilind bibe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Silêmaniyê de hatin qetilkirin, li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

EDENE

Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Jinan a Edeneyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo şermezarkirina qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li ber avahiya DEM Partiyê ya Edeneyê daxuyanî hat dayîn. Di çalakiyê de pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat vekirin. Dema polîsan hewl dan daxuyaniyê asteng bikin jinan dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin û tevî hemû hewldanan jî daxuyanî dan.

Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kaya komkujî şermezar kir û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl didin tevahiya Kurdistanê dagir bikin û got, “Gelê Kurdistanê tu carî vê yekê qebûl nekir û wê qebûl neke jî. Divê demildest PDK dev ji hevkariya van sûcan berde. Hedefkirina rojnamevanan bi zanebûn û rêxistinî ye. Bi êrîşên li ser rojnamevanan hewl didin sûcên şer ên li herêmê tên kirin veşêrin. Armanca vê êrîşê kûrkirina polîtîkayên dagirkirin û îlhaqkirinê ye. Em ê rê nedin ku sûcên şer ên hatine kirin bi komkujiyên sivîlan bên nixumandin. Em bang li hemû jinan, gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî qirkirinê helwestê nîşan bidin.”

WAN

Gelek endam û rêveberên MKG, DFG, DBP û DEM Pariyê û gelek saziyên sivîl û pîşeyî beşdarî daxuyaniya TJA’yê ya li ber avahiya  DEM Partiyê ya Wanê hat lidarxistin bûn.

Endama TJA’yê Edîbe Babûr di çalakiyê de axivî û got, “Rejîma AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê berfireh dikin û hewl didin her çar parçeyên Kurdistanê îlhaq bike. Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê bi hevkariya xwe beşdarî kuştina zarokên Kurdistanê dibe. Gelê Kurdistanê tu carî vê yekê qebûl nekiriye û qebûl nake jî. Divê demildest PDK dev ji hevkariya van sûcan berde. Em baş dizanin ku rejîma mêtinger a AKP-MHP’ê bi van êrîşên li dijî gelê Kurd destkeftiyên jinan jî hedef digire.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

ÎDIR

Bi pêşengiya DBP’ê ya Îdirê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn, Hevşaredar Necla Kum, encumenên giştî  û bajêr beşdarî daxuyaniya li ber Navenda Karsaziyê ya Zagrosê bûn. Endama Meclisa Giştî ya bajêr Ozlem Torzuk daxuyanî xwend û destnîşan kir ku armanca vê êrîşa li dijî rojnamevanan ew e ku dengê Çapemeniya Azad qut bike û sûcên şer ên li Kurdistanê negihêje raya giştî ya cîhanê ye.

AGIRÎ

Bi pêşengiya DBP’ê ya Agiriyê li ber avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê Agirî yê DEM Partiyê Heval Bozdag beşdarî daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DBP’ê yê Agiriyê Hikmet Adigûzel ve hat dayîn.

MÛŞ

Polîsên Tirk bi hinceta qedexeya walîtiyê ya li ser “çalakî û çalakiyan” mudaxeleyî daxuyaniya ku wê li Mûşê bihata dayîn kirin. Jinên TJA’yê li nav kargehekî çalakiya rûniştinê li dar xistin, wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin û Nagîhan Akarsel hilgirtin. Endama Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Narîn Gezgor bertek nîşanî astengkirina daxuyaniyê da û got, “Bi îmzeya walîtiyê biryara qedexeyê bidin me ku em jî pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Em ê bi têkoşîna xwe ya demokratîk azadî û aştiyê bînin vî welatî.”

Çalakî piştî çalakiya rûniştinê yw 5 deqeyan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

ŞIRNEX

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navenda Şirnexê daxuyanî hat dayin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin û “Çapemeniya azad deng, awaz û hebûna me ye” dinivisî hilgirtin.

Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk daxuyaniya hevpar xwendin. Alturk diyar kir ku ew qetilkirina rojnamevanên Çapemeniya Azad şermezar dikin û gotin, “Bloka faşîst a AKP-MHP’ê ku li ser qirkirina jin û gelê Kurd siyasetê dike, dixwaze xeyalên xwe yên Neo-Osmanperestiyê pêk bîne. Rejîma AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan dixwaze bi polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê Herêma Federal a Kurdistanê dagir bike. Em baş dizanin ku rejîma AKP-MHP’ê bi van êrîşên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê dike hedef. Di encama van êrîşan de li Silêmaniyê 2 rojnamevan hatin qetilkirin. Ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em bang li hemû jinan, gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî qirkirinê bibin xwedî helwest.”

Daxuyanî bi dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Dewleta Tirk dixwaze Rêveberiya Xweser hilweşîne û aramiya gel ji holê rake’
Nûçeya Pişt re Bi girseyî serdana şîna Gulîstan Tara hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Taziyeya li Wanê bi bîranînê bi dawî bû

Li navçeya Artemêt a Wanê taziyeya ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê di roja…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê hişyar û baldar in’

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hesekê Zurer Miêş diyar kir ku hêzên wan hişyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Fîlozofê Îrlandayî Holloway piştgirî da banga Rêber Apo

Fîlozofê Marksîst ê Îrlandayî John Holloway piştî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Hamayê 3 kes hatin kuştin, li Idlibê 2 mirinên bi guman

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanan li Til Temir û Zirganê banga naskirina Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Bawer Agir li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?