Ziman çand e, ziman hebûn e, kesên ku xwedî li zimanê xwe derkevin, hebûna xwe diparêzin. Bi boneya roja zimanê dayikê ya cîhanî, xwendekar û mamosteyên bajarê Amûdê ji ANF’ê re axivîn.
Mamosteya jineolojî ya Dibistana Amadeyî ya Viyan Amara ya li bajêr, Perwîn Ehmed roja zimanê dayikê ya cîhanî li her milet û netewan pîroz kir û got: “Ev roj ji her gelekî re bi wate ye. Netewa ku zimanê xwe winda dike, bênirx dimîne û dijmin wê bi hêsanî bikaribe wê bixapîne. Hikûmeta Sûriyeyê nedihişt ku em weke miletê Kurd bi zimanê xwe li dibistanan biaxivin û binivisînin. Bi çavê biçûkirin û kêmkirinê li zimanê me dinêrîn. Lê niha ew qonax hatiye derbaskirin û em gihiştine wê asta ku sazî û zanîngeh bibin bi zimanê me yê dayikê. Ev yek ji me re xewn bû, lê em gihiştin li ser rastiya zimanê xwe ku em li cihên fermî pê baxivin.
Mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî Hesen Hesen bal kişand ser giringiya fêrkirina ziman û wiha got: “Ger ku ziman ji nava netewekê were rahiştin, wê ew netew rastî bişaftinê were. Her çiqas dijmin erdnîgariya me û xaka me dagir kiribe jî, hêvî û piştgiriya me bi zimanê me ve heye. Em bi baweriya serkeftinê di xewnê de bûn. Ji me re xeyal bû ku em bi zimanê xwe biaxivin, lê îro zimanê me ji me re rê vekiriye ku zanistên cîhanî bi zimanê me were xwendin. Zimanê Kurdî, zimanekî fermî û dewlemend e, têkoşîn û serhildana ji bo ziman, erkek e li ser pişta gelê me. Divê gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, ev ziman berpirsyariyeke û lênêrîna wê pêwîste. Hêviya me di nifşên me yên nû de heye ku wê rola ziman misoger bikin. Wekî ku Rêber Abdulah Ocalan jî gotiye, Ziman beden e, li bedena xwe xwedî derkevin.”
Şagirta Dibistana Amadeyî ya Viyan Amara, Rojîn Hisên ji ev tişt gotin: “Ziman dar e, ger ku neyê avdan dê hişk û zuha bibe, divê em her tim li zimanê dayikê miqate bin. Ji ber ku ji çar parçeyan ve zimanê Kurdî rastî hewldanên qirkirinê tê, em weke xwendekar ji cîhanê re tekez dikin ku tu kes nikare me ji zimanê me dûr bixe, em weke goşt û neynûkê bi hev ve girêdayî ne. Min gelek helwest di dema hikûmeta Sûriyê de didît ku li hevalên min dixistin ger ku bi zimanê xwe baxiviyana. Çend caran me ji hikûmeta Sûriyê gef dixwarin ku em bi zimanê xwe neaxivin. Lê îro rewş berovajî bûye, her kes ji me dikare bi hêsanî li zimanê xwe binêre û ya herî berbiçav di dibistanên me de ku kesên Ereb jî dikarin bi zimanê xwe baxivin. Ji ber ku em li ser bingehê netewa demokratîk dimeşin û mafê her gelekî ye ku bi zimanê xwe biaxive.
Em li ser rêya Rêberê xwe ne, Rêber Abdulah Ocalan ku ji cîhanê re giringiya zimanê dayikê şîrove kiriye û fêrbûna wê weke bingeh dîtiye. Zimanê me dîrokeke kevnar e û divê ku em her tim li vê dîrokê binêrin.”