Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pervîn Bûldan: Di pêvajoyê de xitimîn heye, destpêkê divê ev xitimîn bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRA’yê Roja Rojnamevaniya Suryanî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîgen Yuksekdag: Têkoşîna jinê dikare gelek tiştî biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Îpek Er, Hîkmet Kiliç li Enqereyê banga edaletê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Dadgerî newekheviya zayendî mezin dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newaya Jin bi manşeta ‘Parastina cewherî mafê hebûnê ye’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sakik: Çareserî nîne, tecrîda girankirî heye
Rojane

Sakik: Çareserî nîne, tecrîda girankirî heye

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik diyar kir ku pêşketineke ku demokratîkbûnê nîşan bide tune ye û go: “Gel piştgirî da Meşa Azadiyê û careke din îradeya xwe nîşan da. Gel li dijî tecrîdê daxwazên xwe qîriyan.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de ye û 3 sal in agahî jê nayê girtin. Gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne û daxwaza azadiyê dikin. Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik têkildarî tecrîdê, Meşên Azadiyê û hilbijartinên 31’ê Adarê de ji ANF’ê  re axivî.

Parlamenter Sirri Sakik diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hem li dijî qanûnên hiqûqî yên Tirkiyeyê ye û hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye û wiha axivî: “Em dibêjin tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ne hiqûqî, ne wijdanî, ne însanî û ne jî Îslamî ye. Yanî polîtîkayeke ku ji bilî israrkirina di xitimandinê de tu hincet û wateya wê nîne. Hikûmeta ku di dema muzakereyan de Îmraliyê veguherand rêya avê, niha jî wekî nîşaneya xitimandinê derî girtiye. Ev rewş ji aliyê siberoja gelan û îradeya jiyana bi hev re ya welat nayê domandin.

Ev eleqeya gel a ji bo meşa azadiyê nîşaneya daxwaza wan a çareserî û aştiyê ye. Dîsa grevên birçîbûnê û nobetên edaletê ya li girtîgehan hewldanên wan ên ku dixwazin bi dawîkirina polîtîkayên tecrîdê rê li ber siyaseta welatê xitimî vekin. Gelê Kurd û hemû pêkhateyên ku daxwaza demokrasî û aştiyê dikin dixwazin polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û lêgerîna çareseriyeke mayînde dest pê bike.”

‘EM Ê SIYASETA RÊYA 3’YEMÎN BIMEŞÎNIN’

Sirri Sakin bi bîr xist ku ew bi salan e siyaseta xwe li ser rêya 3’yemîn dimeşînin û wiha domand: “Tirkiye ne mehkûmî atmosfera ji aliyê du partiyên siyasî ve hatiye afirandin e û li hemberî vê yekê yekane rêya alternatîf rêya 3’yemîn e. Ji vê re tê gotin siyaseta wekhevîxwaz û aştiyane, li ser bingeha demokrasiyê, dûrî polîtîkayên nîjadperestiyê ye. Jiyana me di nav xwîn û êşan de derbas bûye, em mecbûr in ku pêşerojeke aram û bêpevçûn ji bo zarokên vî welatî ava bikin. Rêya afirandina vê jî demokrasî, aştî, wekhevî û edaletê ye. Helbet di meşa xwe ya edalet, wekhevî û aştiyê de em ê bi wan re bi hev re têbikoşin. Em ê piştgiriyê nedin tu kesî. Ji ber vê yekê em ê di vê hilbijartinê de ji dubendiya mirin-tayê dûr bikevin û siyaseta demokratîk a ku em jê re dibêjin rêya 3’yemîn bimeşînin.” 

‘BIRÊZ ABDULLAH OCALAN DI BIN TECRÎDÊ DE YE’

Di berdewamiya axaftina xwe de Sakik destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd hatiye asta cîhanî û wiha pêde çû: “Helbert divê pêvajoyeke nû ya li ser çareseriya demokratîk çêbibe, lê niha rewşek wisa nîne. Daxwazkirin tişteke, dewlet biryarê bide tiştekî din e. Niha tu pêşketineke ku meyleke demokratîkbûnê nîşan bide tune ye. Girtiyên nexweş di bin şert û mercên giran de di hucreyan de tên ragirtin û gelek kes jî li girtîgehan bi mirinê tên hiştin. Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîtê de ye û ev li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye. Serlêdanên me hene, serlêdanên malbatê, serlêdanên parêzeran jî hene, lê bêbersiv tên hiştin. Dema dewlet hiqûqa xwe jî pêk neyne, mirov nikare behsa pêvajoyekê bike. Lê ji bo çareserkirina pirsgirêkan vekirina kanalên diyalogê pêwîst e.”

‘BI VÊ HILBIJARTINÊ RE EM Ê KÊMANIYÊN XWE TELAFÎ BIKIN’

Sakik der barê hiljirtanên herêmî de jî ev tişt anî ziman: “Ji bo me ya herî girîng 1’ê Nîsanê roja piştî 31’ê Adarê ye. Di roja piştî hilbijartinê de em dixwazin wendahiyên ku me di hilbijartinên giştî de dîtine telafî bikin, dawî li rejîma qeyûman bînin, atmosferek ku dê li van xakan aşitiyê pêk bîne û avakirina demokratîk a nû pêk bîne ava bikin. Ji ber ku 8 sal in li erdnîgariya Kurdan îradeya hilbijartinê ya gel hatiye tunekirin, girîng e em ji hilbijartinên herêmî bi serkeftî derkevin. Serkeftina ku em ê ji van hilbijartinan bi dest bixin, wê bibe nîşaneya ku gelê Kurd hêza xwe ya têkoşînê bidomîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbolê 2 kes hatin girtin
Nûçeya Pişt re ‘Divê çanda Kurdan li rojhilat bibe pêkhateyeke bingehîn û civaka Kurd bigihije mafê xwe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Piştî 32 salan hate berdan: Têkoşîna me wê li derve dewam bike

Ahmet Kaganarslan ê piştî 32 salan hate berdan got, "Me serî netewand. Bi şerefa xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK: Şengal divê qedera xwe tayîn bike, em piştevaniyê mezin bikin

KNK’ê di salvegera fermana Şengalê de ev tişt got: “Divê xelkê Şengalê xwe biparêze û…

Ji aliyê Stêrk TV

ADGB: Li dijî tecrîdê di 1’ê Hezîranê de em li qadan e

ADGB'ê ji bo çalakiyên 1'ê Hezîranê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Pervîn Bûldan: Di pêvajoyê de xitimîn heye, destpêkê divê ev xitimîn bi dawî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DEM Partiyê peyama ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?