Kolber News’ê eşkere kir ku di sala 2025’an de li Rojhilatê Kurdistanê 70 kolber di encama êrîşên hêzên Îranê û bûyerên xwezayî de jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku 53 bûyer ji vana di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de rû dane.
Kolber News’ê amarên kuştin û birîndarbûna kolberên Kurd ên sala borî yên li Rojhilatê Kurdistanê belav kir.
Li gor raporê, di sala borî de (2025) bi giştî 70 kolberên Kurd li deverên sinorî yên Urmiye, Sine, Kirmaşan û deverên din di encama gulebarana hêzên Îranê, ketina bin aşûtê û ketina ji zinaran de jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.
Di raporê de hate diyarkirin ku 32 kolberên Kurd hatine qetilkirin, 38 kolber jî birîndar bûne. 53 bûyer ji vana di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de pêk hatine.
Hate diyarkirin ku ji vana 3 kolberên ku hatine qetilkirin yan jî birîndar bûne temenê wan di jêr 18 saliyê de bûn. Yek ji van kolberan di encama gulebarana hêzên sinorî yên Iraqê de jiyana xwe ji dest daye.”
Li gor heman amaran kolberek Belûç jî di encama şewata ku ji aliyê hêzên Îranê ve hat derxistin de bi giranî birîndar bûye.
Li gor par, amarên kuştin û birîndarbûna kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji sedî 46 zêdetir bûne. Di nava 7 salên borî de hezar û 676 kolberên Kurd hatine qetilkirin yan jî birîndar bûne.

