Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi boneya bîranîna qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê li ber kantîna Fakulteya Perwerdehiyê kom bûn û xwestin heya ber Fakulteya Fenê ji bo bîranîna qurbaniyan bimeşin. Di destpêka meşê de polîsan xwendekar dorpêç kir û paşê êrişî xwendekar û rojnamegerên ku meşê dişopandin kir.
Xwendekaran nerazîbûn nîşanî êrişê da û polîs neçar man ku destûra meşê bidin. Xwendekaran pankarta “Birîna Roboskî birîna me ye bîranina wê roniya me ye” vekirin. Di meşê de bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Komkujiya Roboskî nayê bîrkirin”, “Ciwan dimeşin erd û ezman diheje” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Daxuyanî li ber derê Fakulteyê Fenê hate xwendin. Daxuyaniya bi Tirkî Sîdar Kîye xwend, daxuyaniya bi Kurmancî jî Hozan Nas xwend.
Hozan Nas anî ziman ku Komkujiya Roboskiyê ne xeteyek bû û got: “Şeva 28ê Kanûna 2011an de, li gundê Roboskiya ya girêdayî navçeya Qilabanê ya Şirnexê, 34 welatiyên sivîl ku 19 ji wan zarok bûn, yên ku ji bo debara xwe bazirganiya sînor dikirin, bi bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) hatin qetilkirin. Ev ne ‘xeteyek’ bû; ev encama polîtîkayên înkar û şer ên sîstematîk û mînaka herî dawî ya polîtîkayên şer ên li ser gelê Kurd bû. Ev 14 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Di salvegera 14emîn a komkujiyê de jî hawar dayikan hîna di guhên me de ne. Edalet hîna pêk nehatiye. Serdozgeriya Leşkerî got ‘xeteyeke mecbûrî’ bû û daraza sivîl dosyeyê girt, serlêdana ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hate redkirin. Bêcezahiştin berdewam dike; faîl tên parastin. Roboski, wekî xelekek ji zincîra komkujiyan a ku ji 33 Guleyan heta Dersimê, ji Pirsûsê heta Garê Enqereyê dirêj dibe, bêceza ma.”
Hozan Nas diyar kir ku sala 2025an bûye sala hêviyên ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û ev hêvî ji nû ve şîn bûye û wiha got: “Bi bangên aştiyê yên birêz Abdullah Ocalan, biryara PKKê ya çekdanînê, komîsyona ku di Meclîsê de hate avakirin û pêşveçûna rewşa bêşerî, di ‘Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk’ de gavên girîng hatin avêtin. Ev pêvajo xwedî potansiyeleke wisa ye ku rêya aştiyê vedike û rêya şer digire. Lê belê, aştiyeke rastîn bêyî hevrûbûna komkujiyan û bi dijî derketina heqîqatan re ne pêkan e. gotina ‘aştiyê’ dê kêm bimîne. Hewldanên aştiyê yên 2025an, ji bo dermankirina birînên mîna Komkujiya Roboskiyê fersendeke bêhempa ye. Divê bêcezahiştin bi dawî bibe ku komkujiyên nû çênebin; divê komîsyonên heqîqetê werin avakirin ku lihevhatina civakî pêk were.”
Hozan Nas di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku rêya aştiyek mayînde li ser vê axê, di Roboskiyê re derbas dibe û wiha got: “Banga me ew e ku em wekî mirovên xwedî wijdan; me Roboski ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin! Hemû berpirsên komkujiyê, leşker, sivîl, siyasî, werin darizandin û cezakirin! Di pêvajoya aştiyê ya 2025an de heqîqeta Roboskiyê bibe navend. Divê hevrûbûnek bi komkujiya Roboskî çêbibe û edalet pêk were! Pirsgrêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin; dawî li polîtîkayên şer were anîn! Em bejna xwe li ber bîranîna 34 qurbaniyên Roboskiyê bi rêzdarî ditewînin û êşa malbatan parve dikin. Werin em hêviyên aştiyê yên 2025an bi edaleta Roboskiyê tacîdar bikin ku careke din zarok bi bombeyan nemirin. Ji bîr neke, nede jibîrkirin! Ji bo edaletê, ji bo aştiyê bibe deng!”
DERSIM: BÊCEZAHIŞTIN POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ AY BI RÊK Û PÊK E
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê ji bo balê bikişîne ser komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê li Kolana Hunerê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Bila komkujiyên Mereş, Girtîgeh û Roboskî bêne ronîkirin. Em edaletê dixwazin” hatin hildan.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî axivî û got, “Di serî de Roboskî sûcên li Mereş û girtîgehan hatin kirin, nîşan didin ku dewlet berpirsyariya xwe ya li pêşberî parastina mafê jiyanê bi zanebûn binpê dike. Nemeşandina lêpirsînê, girtina dosyayan û parastina berpirsyaran radixe pêş çavan ku bêcezahiştin ne xemsarî ye, lê polîtîkayeke dewletê ya bi rêk û pêk e.”
DEM PARTIYÊ PÊŞNÛMEYA LÊKOLÎNÊ DA MECLÎSÊ
Parlamenterên Şirnexê yên DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez di salvegera 14’emîn a Komkujiya Roboskî de pêşnûmeya lêkolînê pêşkêşî meclîsê kirin. Di pêşnûmeyê de hate xwestin ku Komkujiya Roboskî bi berfirehî bê lêkolîn.

