Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ragihand ku şandeyek ji rêveberên partiyê û siyasetmedarên Kurd pêk tê ji bo beşdarî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin wê biçin Kobanê.
Li gorî daxuyaniyê, di nav şandeyê de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partî ji Tekiliyên Derve Berpirsiyar Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, endama MYK’ê ya DEM Partiyê Derya Aslan di nava şandeyê de cih digirin.
Her wiha di nava şandeyê de Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Mehmet Kamaç, aktivîsta TJA’yê Sebahat Tuncel, Çetîn Arkaş û siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî hene.
Tê payîn ku şandeya DEM Partiyê wê 14’ê Adarê roja Şemiyê beşdarî merasîma cenazeyê endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim ya ku li Kobanê were lidarxistin bibin.

