Sêşem, 10 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şandeya DEM Partiyê: Gelê Rojava ne bi tenê ye, em ê di nava piştevaniyê de bin
Rojava

Şandeya DEM Partiyê: Gelê Rojava ne bi tenê ye, em ê di nava piştevaniyê de bin

Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê piştî serdanên xwe yên bi çend sazî û partiyên Rojavayê Kurdistanê re, daxuyaniyek çapemeniyê da. Şandeyê piştgiriya xwe ya bi berxwedana Rojava re anî ziman.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Çile 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê ku ji Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmoglulari, Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir, hevberdevkên İnîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz û Îmam Taşcier, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) ê Kezban Konukçu, Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) yê Çîmen Fîdan, Dayika Aştiyê Asya Tay, Rêveberê Komeleya Hiquqnasan Ji Bo Azadiyê (OHD)’ê Mehmet Alî Aslan, Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, Parlamenterê Dem Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, Serokê Baroya Mêrdînê Ehmed Duyan pêk tê, îro serdana çend sazî û partiyên Rojavayê Kurdistanê kir. Şandeyê îro serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Şandeya Kurdî û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir. 

Şandeyê der barê naveroka serdanan de li Navenda Daîreya Têkiliyên Derve daxuyaniyek da saziyên çapemeniyê.

Daxuyanî bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî hat dayîn. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bi zimanê Kurdî, Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimoglulari jî bi zimanê Erebî û Tirkî daxuyanî da.

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Gulîstan Elî bi navê Rêveberiya Xweser û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bixêrhatina şandeyê kir û ji bo piştgiriya wan a bi gelê herêmê re spasiya şandeyê kir.

LI HERÊMÊ LÎSTOKEK HEYE

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimoglulari: “Gelê Rojava ne bi tenê ye. Rojava wek gulekê li herêmê vebûye. Bi salan e şerê li dijî gelên herêmê tê meşandin, daxwaza gel jî wek nimûneya li Rojava bijîn. Rojava nêzîkatiyek ku naxwazin bi gelên herêmê re şer bikin nîşan da. Me îro bihîst ku hevdîtin di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de pêk tên, em hêvî dikin ku lihevkirinek pêk bê. Divê demildest êrişên li ser Rojava bi dawî bin, Rojava destkeftiyeke mirovahiyê ye. Wekheviya gelan mîsogeriya Sûriyeyê ye.

Li herêmê lîstokek mezin heye, li hemberî vê divê hêzên demokratîk û aştiyê hestiyar bin û li dijî vê lîstokê bisekinin. Sûriye nikare bi şeran gelên din rake.

YÊN LI DIJÎ PÊVAJOYÊ DIXWAZIN ŞERÊ KURD Û TIRKAN JÎ DERBIXIN

Em dibînin welatên garator erkê xwe paşguh kirine. Em bang dikin ku erkê xwe bi cih bînin. Ev ax aştiyê dixwaze. Ji bo aştiyê her kes li benda Tirkiyeyê ye, Tirkiye dikare di avabûna aştiya herêmê de rolekî aştiyane bilîze. Têkiliyên Tirkiyeyê bi Colanî re danîne dide nîşan ku dikare vê bike. Dixwazim binê wê xet bikim ku li herêmê lîstokek heye, dixwazin şerê gelê Kurd û Ereb derbixin. Sûda vê ji kesî re tune ye. Li Tirkiyê jî hevdîtinên ku li ser banga 27’ê Sibatê (2025) a birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê hene. Kesên ku dixwazin li Tirkiyeyê jî şerê Kurdan û Tirkan derxin, li dijî vê pêvajoyê ne.

Bila bê zanîn ku gelê Rojava ne tenê ye, duh em li dijî qirkirina gelê Elewî, Sunî û Durzî derketin. Niha jî em li dijî qirkirina gelê Kurd disekinin.”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir: “Em ji duh ve bi partiyên siyasî, sivîl û Rêveberiya Xweser re dan û standinan dikin. Îro jî em vê daxuyaniyê didin. Em di Nîsanê de jî weke şandeyekê hatin. 8 meh derbas bûn, dîsa em li Rojava ne. Di navbera van herdu hatinan de me tiştek ferq kir em dixwazin ji cîhanê re parve bikin.

Dema em di Nîsanê de hatin, li her kolanê, sazî û di nava her pêkhatiyekî de çavdêriyek me çêbû. Rêveberiya Xweser dixwest jiyaneke nû ava bike û encamên şer ji holê rake. Amedekariyê wê dikir. Lê îro çavdêriyê me ew e di navbera 8 mehan de bi her awayî ji neçarî, bi êrişên hovane û koployek navnetewî, bi hemû hêza xwe di rewşa awarte û parastinê de ye.

DÎPLOMASIYA NERM NAYÊ WATEYA LEWAZIYÊ

Em dibînin ku Rêveberiya Xweser dîplomasiyek nerm dike. Ji bo li ser bingehê rûmetê û statuya Rojava û rûmeta gelê Kurd vê aştiyê li dar bixe. Dê heta dawiyê li ser van pîvanan tev bigere. Ev nayê wê wateyê ku gelê Rojava lewaz e. Ji ber dixwaze pêşiyê li şer, komkujî û koçberkirinê bigire. Bi salane Sûriye û Rojava ji xwînê, şer û koçberiyê têr bûye. Bi berpiryariyek dîrokî tev digere. Em minetdar in.

ˋPÊWÎSTIYA ROJAVA BI PIŞTGIRIYA GELÊ BAKURÊ KURDISTANÊ HEYE ˊ

Em dixwazin ji gelê xwe re tiştekî parve bikin. Pêdiviya gelê Rojava bi her awayî bi sekneke dîrokî, berxwedanê û pêşengiya jin û ciwanên Bakurê Kurdistanê heye. Ev çend roj e Bakurê Kurdistanê ji bo gelê me yê Rojava hêviyekî, moralekî derxistiye holê. Pêwîst e li Bakur û Tirkiyeyê, li Başûr em piştgiriya bikin. Ne tenê bi gotin, bi çalakî û bi derfetên zehmet jî be xwe bigihînin Rojava. Beşdarî berxwedana Rojava bibin. Rojava di seetên dîrokî re derbas dibe. Eger encamên nebixêr pêk bên, dê ne tenê li Rojava bimîne. Dê li Başur, Zagrosan û çar parçeyên Kurdistanê belav bibe. Ji ber wê jî li hemberî van êrişan têkoşîna gelê Rojava îro 60 milyon Kurd bi ruhê netewî û Kurdîtiyê rabuye ser piyan. Ev pir bi nirx e. Lê bi ewqas planên mezin û hesabên kûr, bi piştgiriya navnetwî hîna tiştên em bikin pir in. Her seet her kêlî ji bo me, ji bo man û nemanê, ji bo azadiyê û bindestiyê girîng e. Ji ber vê ji Bakur hewl didin xwe bigihînin vir. Ev moralek mezin ava kiriye. Em bang li Ewropayê jî dikin, divê demildest û teqez zor bidin derfetên xwe, xwe bigihînin erdnîgariya Rojava. Ji bo serkeftina têkoşînê her piştevaniyek pir girîng e. Ev çalakiyên derketine pêş, dê hêzên planên xirab dikin neçar bikin ku komên xwe danin pêş xwe û hesabên rast bikin. Lê hîna hêviya wan ji şer, kuştinê, têkbirinê heye. Dibijin em ê serbikevin. Lê dostên Kurd û gelê Kurd piştgiriyek wan a mezin heye. Me gelek caran di dîroka nêz de ev rewş derbas kiriye. Eger em cewherê xwe, bi hêza xwe bawer bin. Em ê serbikevin.

CÎHAN Û GELÊN HERÊMÊ KU DIGOTIN EM DEYNDARÊN KURDAN IN, DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIKIN

Bangawaziya me ji tevahî sazî, tevger û partiyên Kurd re hene. Gelê Kurd hewara yekîtiyê dike. Em li vir bi vê şandeyê me xwest vê hest û helwestê ne tenê bi gotinan bi pratîkî jî pêk bînin. Xwe bigihînin Rojava. Em li vir in, em ji cîhanê re îlan dikin. Saziyên sivîl, saziyên mafê mirovan, her tim digotin em denydarên Kurdan in. Gelên herêmê yên digotin eger îro em dijîn em deyndarê Kurdan in. Divê piştgiriya xwe ya şênber û vekirî ji berxwedan û gelê me yê Rojava re eşkere bikin.

Gelê me yê Bakur divê gotina me ya dawî ev be, em ê berxwedana xwe bê navber bidomînin. Ev bû cara 3ˊyan peyman tê îmzekirin. Lê hîna seetek derbas nabe Şam van peymanan binpê dike. Heta ragihandina Rêveberiya Xweser rêyekê diyar neke, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê tê bikoşin û li ser piyan bin. Ya ku me ji vê xeteriyê derbas bike hêz û cewhera gelê Kurd û Kurdistanê ye. Me xwest em vê peyama xwe ji gelê Rojava, Kurdistanê û cihanê re parve bikin.”

“DIVÊ EM JI HERTIŞTÎ RE AMEDE BIN”

Xerîb Hiso jî spasiya şandeyê kir û wiha got: “Îro Rojava û Kobanê bûne rojeva cîhanê. Ji 6’ê Çileyê ve şer, komkujî, bêbawerî zêde bûye. Şerê qirkirinê li me tê ferzkirin. Ev komployek navnetewî ye. Ne ji xwe bê deng in. Li hemberî DAIŞ’ê, Colanî û hovîtiyê bê deng in. Weke Şengalê. Kê çi kir. Bêdeng bûn, bêdengbûna niha jî metirsiyek weke Şengalê derdixe pêş. Lê dema komkujî li serê gelan çêdibin, piştgirî û alîgirên gelan jî çêdibin. Hêviya me jî ev e. Hatina şandeyê hêzekî dide me. Şande ji Kurd, Ereban pêk tê. Ev peyameke xwişk-biratiya gelan e. DAIŞ û Colanî xwişk-biratiyê naxwazin. Bi sedhezaran li Rojava jiyan dikin. Bi sedhezaran kes li Kobanê dijîn. Kobanê di dorpêçê de ye. Eger ev bidome, dê kî bersiva vê bide. Ev dewletên garantor dê çi bersivê bidin. Dibe ku Şengalek nû bê jiyîn. Ev ne dûr e. Ji ber vê jî em xwe diparêzin, ji ber vê gelê me li Kurdistan û derveyî Kurdistan li ser piyan e. Hêzên demokrtîk jî piştevaniyek mezin didin. Ev dihêle ku em bi serbikevin. Ew dengên me ne û em jî berxwedaniyê didomînin. Çavê her kesî li civîna Hewlêrê ye, em ê li gorî encamê tev bigerin. Divê em ji her tiştî re amede bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kelarê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin
Nûçeya Pişt re Nesrîn Ebdullah: Gelê Kurd li Kobanê biryara berxwedanê daye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nîşan da ku şervanekî leheng bû

Jêhat Bager ciwanekî Kurd bû ku ji dîrok, çand, zimanê xwe hez dikir. Ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Pênc rojnamevan û nivîskar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de, nivîskar Hîcrî Ozgoren jî di nav de…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Şaredarî bi rêbazên nehiqûqî hatin desteserkirin’

Li Xelfetiyê parêzerên Baroya Dîlokê serdana berxwedana ku li dijî desteserkirina îradeya gel hatiye destpêkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE’yê Biratiya Misilman a Sûdanê wekî ‘rêxistina terorîst’ ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?